Peyama KCK'ê ya ji bo Cejna Remezanê

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê peyamek weşand û Cejna Remezanê li alema Îslamê û gelê Kurd pîroz kir.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê xwest, Cejna Remezanê ji bo alemaÎslamê bibe wesîleya aştî û biratiya gelan, edalet, wekhevî û azadiyê û got, "Gelên Misilman bi pirsgirêkên gelekî giran vê cejnê pêşwazî dikin. Di serî de Rojhilata Navîn, li gelek herêmên ku gelên Misilman lê dijîn, şer, pirsgirêkên aborî û polîtîkayên zordar hene. Ev pirsgirêk herî zêde li Sûriye, Iraq, Tirkiye û Kurdistnê hene.

Bêguman di nava gelên Misilman de yê metirsiya qirkirinê li ser heye gelê Kurd e. Înkarkirina hebûna gelê Kurd ji aliyê sîstema navneteweyî ve, ji bo polîtîkayên qirker ên dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî dibe sparteke. Gelê Kurd bi sedan salan e dixwaze bi gelên Tirk, Ereb, Fars, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Azerî û hemû gelên din ên li herêmê bi rengekî biratî bijî. Erdogan bi polîtîkaya xwe ya nîjadperestiyê ku bi dirûşma "yek, yek" tîne ziman, di asta komkujiyê de bersivê dide vê çanda biratiyê ya gelê Kurd."

'ERDOGAN KUJEREK E KU PESNÊ XWE BI KUŞTINA EWLADÊN GELÊ KURD DIDE'

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên il herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê û hate gotin, "Dijminatiya Erdogan û AKP'ê ya li Kurdan bi rengekî bê sînor dewam dike ku di meha Remezanê de, di sihor û fitarê de jî li ser hejmara ciwanên Kurd ên kuştine propagandayê dikin.Ev rewşa li derveyî însanî û olî, ev klîka faşîst mîna vampîran xwe ji xwîna Kurdan xwedî dike."

Komîteyê destnîşan kir, Erdogan kujerek e ku bi kuştina ewladên gelê Kurd pesnê xwe dide û got, "Ti ferqa xwe ji wan kesên ku li Kerbelayê jin û pitik kuştin, tine ye."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî Cejna Remezanê wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sindoqên hilbijartinê bên danîn û hate gotin, "Van hefteyên dawî Erdogan û AKP weke propaganda hilbijartinê, gelê me yê li Qendîlê, Şengal û wargeha penaberan a Mexmûrê kiriye hedef û êrîşkariya xwe gihandiye asteke nû."

Komîteyê ragihand, Erdogan û AKP ên ku dîn îstîsmar dikin, şerê li dijî Kurdan weke yekane rêya mayina li ser desthilatdariyê dibîne.

DESTEKÊ NEDIN KUJERÊ GELÊ ME

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bang li bawermend û hemû beşên civakê yên li Tirkiyeyê kir: "Erdogan û AKP'ê ji bo li ser desthilatdariyê bimînin, baweriya we gemarî dikin. Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dengê xwe nedin wan. Kurdên ku heta niha ji ber sedemên cuda dengê xwe dane AKP û Erdogan, divê dengê xwe bes bidin kujerê gelê me û nebin şirîkê wan ê sûc. Em dibêjin; ji niha û pê ve deng nedin AKP û Erdogan. Li Kurdistan û Tirkiyeyê, helwesta herî Îslamî, herî însanî û herî demokratîk, helwest û têkoşîna li dijî AKP û Erdogan e.

Kurdistaniyên hêja; Weke gel me îsal jî bi berxwedanê dest bi cejnê kir. Mêtingeriya fşaîst ji bo Kurdan qir bike sê sal in bi giranî êrîş dike. Weke ku tê zanîn, mêtinge her tim bi desteka ji sîstema navneteweyî digire û bi piştgiriya Kurdên xayin êrîşî gelê Kurd dike ji bo qir bike. Konsepta êrîşê ya li dijî gelê me niha li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Girîng e gelê me bi vê rastiyê zanibe, di vê cejnê de yekîtiya xwe xurt bike û li dijî rejîma qirker faşîst, li hemû parçeyan têkoşînê geş bike."

'DIVÊ EM HÎN BÊHTIR XWEDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIN Û WAN BI BÎR BÎNIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê cejnê de pêwîste em hîn bêhtir xwedî li şehîdên xwe derkevin û wan bi bîr bînin. Di serî de bi malbatên şehîdan re divê em piştgiriya xwe ya bi malbatên girtiyan re xurt bikin. Bi wesîleya vê cejnê em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdan ditewînin û careke din sibêjin ku em ê soza me daye wan bi cih bînin. Bi vê bîr û baweriyê, di şexsê malbatên şehîdan de em cejnê li hemû Kurdistaniyan pîroz dikin."