Peyama jin ên girtî ya ji bo 8'ê Adarê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê destnîşan kirin ku heta dawî li tecrîdê bînin ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û diyar kirin ku ew ê bibin hevrêyên Rêbertî.

Jin ên girtî diyar kirin, jin ên ku bi rengekî rêxistinî û xweparastî li ber xwe didin, têdikoşin wê teqez bi ser bikevin.

Girtiyên jin ê ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Em jinên PKK'î û PAJK'î yên dildarê azadiyê, ku li zindanan bi rengekî mezin li ber xwe didin û têdikoşin, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hezkirina Rêberê xwe silav dikin ku bi keda xwe ya bêhempa jinên Kurd ên têkçûyî ji nû ve rakir ser piyan û bi sebreke mezin gihand vê serdemê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku di nava herikîna dîrokî de pêşveçûna fikrî û pergalî her ku ber bi aliyê nêrza ve guherî, her ku asta jirêketina şêweyê rêvebirina civakê gihîşt radeya herî bilind, di hebûna jinê de jî wate hate windakirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi nêzîkatî û feraseta zîhniyeta modernîst kapîtalîst hate kirin ku bi çavê 'emanetê' li jinan dinere, bê îrade dike û li pêşiya fikra jinê ya azad asteng e û hate gotin, "Dema ku ev zîhniyet ji binî ve hate avêtin, wê hingî azadî pêk were û ew roj wê bibe destpêka jiyana wekhev a azad. Jinan di her serdemê de li dijî neheqî û cihêkariyê têkoşiyan û dema dîrok bû 1857 li navenda bingehîn a mêtingeriyê li New Yorkê, ji bo karibe berdêla keda xwe werbigire, bi fedakirina canê xwe li ber vê rêveçûnê rabû. Bi keda wan jinan û jinên şopdarên wan, 8'ê Adarê weke roja jinên kedkar ên cîhanê hate ragihandin."

Bi dewamî hate ragihandin, ku li dijî desthilatdariya mêr a ku bi amûrên îdeolojîk û polîtîk ên patrîarkayê li her devera cîhanê bi rengekî bêperwa êrişî jinan dike, jin bi rengekî mezin li ber xwe didin û wiha hate gotin, "Li dijî desthilatdariya Patrîarkayê, jin bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî her roj xwe zane dikin, xurt û bi hêz dibin, li dijî zîhniyeta baviksalarî xweparastinê diafirînin û rêxistiniya xwe mezin dikin. Êrişên li dijî jinên rêxistinbûyî jî zêde dibin. Rêberê me azadiya civakê bi azadiya jinê ve girê dide. Li dijî têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên Kurd êrişên qirkirinê zêde dibin. Dîlgirtina dayikeke Kurd a 79 salî nîşan dide ku tirseke çawa ketiye dilê Erdogan, nîşan dide bê ev sîstema qirker faşîst çiqasî lawaz û bêhêz bûye.

Hêza AKP-MHP'ê ya faşîst qirker, ji ber ku ji hêza Rêbertî ditirse tecrîdê dişidîne û giraniyê dide ser polîtîkayên qirkirina jinê û civakê. Ji bo têkoşîna me ya azadiya jinê mezintir bibe û faşîzm bê lawazkirin û têkbirin, di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê û pêngava 'Li dijî qirkirina jinê em jin a azad û civaka azad diparêzin' a KJK'ê, bi navê kadroyên PKK û PAJK'ê li zindanan heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Bi berxwedana xwe, dema ku me dawî li tecrîdê anî, faşîzm hilweşand û bi hişmendiya; azadiya Rêbertî azadiya me ye, bi îradeyeke têrker me asta hişmendiya xwe ya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bilind kir, xwe bi rengekî bêhempa bi rêxistin kir û bûn 'xwebûn', hingî em ê bibin hevrêyên Rêbertî."

Di dawiya daxuyaniyê de di şexsê Bêrîtan, Zîlan, Leyla, Sara, Sema, Aynûr, Kurdê, Ayten, Zehra, Medya û Yonca de şehîdên têkoşîna azadiyê bi minetdarî hatin bîranîn û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin.

Herî dawî 8'ê Adarê li dayikan û jinên kedkar ên li Kurdistanê hate pîrozkirin û hate gotin, "Ji bo sedsala 21'ê bikin sedsala jinê, îdîa û hêviya me mezin û xurt e. Serketin her tim a berxwedêran e."