Peyama girtiyê li Îranê ji bo girtiyên Kurd ên li Tirkiyeyê

Girtiyê siyasî yê Kurd Motlêb Ehmediyan ku dewleta Îranê 30 sal cezayê girtîgehê lê birî ye, bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan ên gerdûnî kir ku li hemberî neheqiya li zindanên Tirkiyeyê bêdeng nemînin.

Girtiyê siyasî yê kurd Motlêb Ehmediyan ku 4'ê Cotmeha 2010'an hate girtin û 230 roj piştî doza destpêkê li hucreyê hate hiştin, dûre 30 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, bi peyameke ji deng piştgirî da girtiyên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê.

Ehmediyan sala 2016'an li zindana Saqizê, piştre jî ji wir ber bi zindanên Sine, Evîn û herî dawî zindana Recayî Şehr a Kerecê hate sirgûnkirin, peyama wî gihîşt Aryen TV. Di peyama xwe de Ehmediyan got, "Ez, girtiyê siyasî Motlêb Ehmediyan  piştgiriya xwe ya ji bo girtiyên siyasî yên gelê me yê li Bakurê Kurdistanê nîşan didim."

TIRSA REJÎMA TIRK A JI RÊBER APO

Ehmediyan anî ziman ku zilm û êşkenceya li zindanên Tirkiyeyê li girtiyan tê kirin, ji ber sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê ye û got, "Zilm, êşkence, girtin û komkujiyên rejîma Tirk ên li ser gelê me yê li Bakurê Kurdistanê êdî gihîştiye sînorekî. Ya rast, ji ber ku tecrîda li Îmraliyê li ser Rêber Apo hatiye girankirin, zilm û zordariya li ser girtiyan jî hatiye zêdekirin. Ev yek jî ispat dike ku tirsa rejîma Tirk a ji azadiya Rêber Apo di kîjan astê de ye."

Ehmediyan  bi dewamî bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyan û bêdengiya saziyên navneteweyî jî şermezar kir.

Girtiyê siyasî Ehmediyan bang li gelê Kurd û cîhanê kir û got, "Li hemberî binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn ên gelê Kurd helwestê nîşan bidin. Divê rêxistinên siyasî û mafên mirovan ên navdewletî, kiryarên dewleta Tirk şermezar bikin."

Ehmediyan herî dawî di salvegera 9'emîn a Komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi bîr anî û soza dewamkirina têkoşîna şehîdan da.