‘Pêwîstiya jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi yekîtiyê heye’

Gerîlaya HPJ’ê Roza Amara destnîşan kir ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, yên ku pêşengiyê ji siyasetê re bike jin e û got, “Jİ bo vê jî divê yekîtiya xwe ya rêxistinî û îdeolojîk ava bikin.”

Gerîlaya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Roza Amara sala 2021’ê ji aliyê jinê ve nirxand û bi taybetî bal kişand ser têkoşîna jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Gerîlaya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Roza Amara têkildarî sala 2021’ê ev nirxandin kir: “Sala 2021’ê di asta cihanî û Kurdistanê de ji her milî ve saleke têr û tijî derbas bû û bandorên xwe yên berfireh çêbûn. Mirov dikare bêje ku hem li cîhanê hem jî li Kurdistanê tiştên ku diqewimin ji me qut nîne û heta rêxistinê me hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn hêzek, diyardeyeke sereke ye û bandora xwe bi şeklekî herî aktif li ser cihanê giştî dike. Ya ku ev pozîsyona stratejîk ava kir û roj bi roj xurtir dike paradîgmaya ku fikrên Rêbertî afirandiye. Rêbertî li beramberî Modernîteya Kapîtalîst, sîstemeke ku kokên xwe ji civakîbûyîna mirovahiyê, ji dîroka mirovahiyê digre, bi pêş xist. Sîstema Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk edî bûye sîstemeke ku hemû gelên cîhanê û bi taybetî jî girseyên azadîxwaz di bin sîwana xwe de kom dike. Di vir de edî herkes rastiya ku Rêber Apo êdî bûye Rêberêkî gerdûnî û her kesekî ku li beramberî pergalê Modernîteya Kapîtalîst refleksên xwe heye an daxwazê wî/wê ya azadiyê heye an jî di lêgerîna wateya hebûna xwe de ye li derdorê fikir û felsefe xwe kom dike, hîn baştir dibîne û fêhm dike.”

Gerîlaya HPJ’ê li ser nerazîbûn û serhildanên ku îsal rû dan, ev nirxandin kir, “Rastiya pergala Modernîteya Kapîtalîst di nav gelên welatên Rojava de roj bi roj baştir tê dîtin û fêhmkirin. Mînakên vê rastiyê di vê sala derbasbûyî de gelekî rû dan. Yek ji wan mînakan jî; nerazibûna ku gelên Fransa li beramberî dewletê pêşxistin bû. Di encama çalakiyan de dewleta Fransa bi şeklekî pir eşkere li beramberî çalakgeran tevî ku ewqas li ser mafê mirovan propagandaya pergalê xwe dikin jî şîdeteke berfireh bikaranî. Her wiha li Emerîka li beramberî qetilkirina George Floyd serîrakirin û nerazîbûyînên ku pêşketin pir bi zelalî danî holê ku ew demokrasî, azadîxwazî û aştîxwaziyê ku Emerîka xwe pê ewqas serbilind dibîne û ewqas propagandayê wê tê kirin, wextê mijar dibe berjewendiyên desthilatdariyê, berjewendiyên Modernîteya Kapîtalist çawa hêsan tê binpêkirin. Di encamê van bûyeran de derket holê ku gelên welatên Rojava jî li beramberî Modernîteya Kapîtalîst girseyê xwe hîn xurtir dikin. Ji ber pir zelal li holê ye ku ev pergal û dewlet netew her ku diçe ber bi dîktatoriyê û despotîzmê ve diçe. Ev jî li beramberî pergalê refleksên heyî hîn dînamîktir dike. Ev rastî ji bo pergalê Modernîteya Kapîtalîst xeteriyekê ava dike û pergal li beramberî vê weke polîtîkayeke şerê taybet, şerê biyolojîk da destpêkirin û vîrûsa koronayê pêşxist. Di vî şerê biyolojîk de pir cure armanc hene, lê belê wekî sereke xwestin azadiya (qaşo) civak û ferd sînordar bikin û li beramberî vê refleksên ku pêş dikeve bipîvin. Di vir de jî ya ku herî zêde ji pêvajoyê bandor bû, ku wekî her tim ev ji milê pergal ve taybet hate plankirin, dîsa jin bû. Di vê pêvajoyê de şîdeta zilam li beramberî jinan hîn zêdetir û berfirehtir bû. Helbet ev kiryarên pergalê ji milê gelemperî gelan ve tê fêhmkirin û li beramberî van polîtîkayan serîrakirin bi pêş dikevin.”

Gerîla Roza Amara di dewama axaftina xwe de li ser şerê taybet bi vî şeklî nirxandin kirin: “Çapemeniya cîhanê pir sînordare û piraniyên wan jî ji bo xizmeta pergalê şerê taybet kar dike. Pêvajoyê ku Emerîka ji Efxanîstan paşde kişiya, demeke pir dirêj di giştî rojevên ragihandina cîhanê de ev bûyer hate rojevkirin. Ev bûyer bi destê pergala şerê taybet bi taybet evqas demeke dirêj hate rojevkirin, ji ber dihat xwestin ku giştî civak bi van bûyerên sosret ve mijûl bibin. Lê pêwîste her ciwanekî/e Kurdistanî di ferqê de be ku ev polîtîkayên şerê taybet li ser çi esasî tê meşandin. Ji ber ku ew pêvajoyê ku ev tişt diqewimin tevî ku li Kurdistanê bêyî ku bêjin bajar yan çiya ye, ne balafira şer kêm dibûn û ne jî lêdanên wan, rojane qetlîam û qirkirina heyî kûr dibûn lê belê çapemeniyên cihanê ev tişt nekir rojev. Ji bo vî pêwîste em ragihandina heyî, zanebûna heyî cihê ku bikevin bin bandorê wan de pêwîste cidî lêpirsîn bikin. Her ferdekî/e Kurd a/ê li Kurdistanê an jî li dîasporayê dijî bizanibe ku nasnameya wî/ê bi şeklekî eşkere tê înkarkirin. Ev înkar ne mijareke ku niha diqewime ye, ev mijareke dîrokî ye û pêwîste herkes bikeve ferqê vê rastiyê.”

Gerîlaya HPJ’ê ji bo bo êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev nirxandin kir: “Êrişên ku ji serê sala 2021’î ve destpê kir û heta niha hat, êrişên ji rêzê nebûn. Heta mirov dikare bêje ku dewleta dagirker çawa rewşa xwe ya niha wekî pirsgirêka bekayê pênase dike, di encamên vê hamleyê de jî hebûn û tinebûna xwe dibîne. Ji bo vê jî di vê êrişa xwe de tu pîvan an jî exlaqeka şer esas negirt û heta dawî bê exlaq tevgeriya û qanûnên şer binpê kir. Tevî ku di vê astê de bikaranîna wî ya teknîkê jî sûcekî şer e, lê li kêleka wî li ber çavên hemû cîhanê bi bikaranîna xwe ya çekên kîmyewî ve sûcê mirovahiye jî dike. Roj derbas nedikir ku çekên kîmyewî yên cûr bi cûr li beramberî gerîlayên azadiyê bikarneyne. Wextê em li van kiryaran mêze dikin rastiya vî şerî bi şeklekî şênber derdikeve holê. Armanc, tunekirina hejmareke gerîla zêdetir, şikandina îrade, însiyatif û îdeolojiya gerîlayê Apogerî ye. Ji ber ku yên di wan tunelan de şer dikin gerîlayên ku xwe li ser esasên Stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî nûjen kirine û pêşengiya vê dikin in. Wextê ku şer ber bi astekî jor ve diçe bi rengekî paradîgmayî yên ku li dijî me rasterast an jî nerasterast şer dikin hêz û bêpîvan zêdetir û berfirehtir dibe. Sedema vê jî ew e ku di serî de pergala Moderniteya Kapîtalîst û hemû cihan edî baş dizane ku paradigmaya ku Rêbertî pêş xist, alternatîfa pergala Moderniteya Kapîtalîst e. Ev rastî, pîvan û exlaqên şer jî û yên mirovahiyê jî li beramberî me şîlo kir û ji ber vê derfetê jî dijmin êrişên xwe yên bê pîvan û li dijî mirovahî dimeşîne rewa dike.”

Gerîla Roza Amara di derbarê pêvajoyê Şoreşa Kurdistan de nirxandinên bi vî rengî kirin: “Em di pêvajoyeke şoreşê de ne û di vê pêvajoyê de berdelên pir giran tên dayîn û serketinên mezin çêdibin. Yên ku nirxên şoreşê ava dike û kûr dike pê re jî girêdanbûyîna heyî mezin dike, ev rastî bi xwe ye. Van nirxên şoreşê di her çar beşê Kurdistanê de rast teyisandina nav civakê erkekî sereke ye. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê vêya pêkanîn, xwedî girîngiyeke taybet e. Di vê erdnîgariyê de hişyariya gel avakirin û gel kirina îrade pir girînge. Ji bo vî jî tiştên ku li Îranê diqewime an jî tiştên ku Îran li ser Rojhilatê Kurdistanê dike, disepîne pêwîste baş bên analîzkirin. Êrişên dagirkeriya Îranê li ser çend lingên esasî bûn û yek ji wan ji êrîşên sîstematîk jî li beramberî xwezayê bû. Ev êrişên li ser xwezayê mirov nikare ji konseptên giştî qut binirxîne, ji ber ku ev eriş li heman demê bi destên Tirkan ve li Bakurê Kurdistanê jî bi şeklekî sîstematîk dewam kir. Daristan bê navber hatin şewitandin û derveyî gelên heremê tu kes xwe li beramberî van şewatên daristanên Kurdistanê xwe berpirsiyar nedît. Wekî din dagirkeriyê ku bi şeklekî sîstematîk li ser çandan, nasnameyan tê kirin di milê aborî de tê pêşxistin. Ev siyaseteke ku bi rengekî hûrgûlî hatiye plankirin e. Armanc, ew e ku civak bi tu awayî li ser demokrasî, nasname, azadî yanî li ser nirxên civakî lêhûrbûn neke û bi tenê debara xwe ya rojane bike û xwe fizîkî bide jiyîn. Tiştên ku ji gelê Kurd dixwaze û ji wan re hatiye hiştin ev e. Gelê me bi şêwazeke pir dijwar hatiye bêkarhiştin û ev jî zilmeke mezin e ku ji milê dagirkeriya Îranê ve tê meşandin. Di encama vê polîtîkaya bêkar hiştinê de gelê me mecbûrî kolberiyê dimîne û dewleta Îranê bi vê rêyê qetliyameke ku di nav dem de hatiye belavkirin dike. Ev mijar mijareke ji rêzê nîne û pêwîste gel di rastiya mijara aborî de bi taybetî bê hişyarkirin û heman demê ji bo giştî dagirkeriyê ku tê meşandin jî hişyariyeke civakî pêwîste bê pêşxistin. Bêguman dîrokeke dewleta Îranê ya bi hezaran sal heye, li beramberî viya asteke têgihîştin pêşxistin li kêleka wî astê têgihîştina civakê pêşxistin, wekî erkeke bingehîn li pêşiye me radiweste. Bi qasî ku tu hişyarî û zanebûna civakê pêş bixî dikarî di civak de guhertin û veguhertin ava bikî û vê cîvakê bikî îrade.”

Gerîlaya HPJ’ê li ser rewşa jin a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wisa nirxand: “Di encama polîtîkaya ku dagirkeriya Îranê li beramberî civaka me ya Rojhilatê Kurdistan dimeşîne, jin wekî ku di nav qefesekê de hatibe zîndankirin. Qadeke wisa nehatiye hiştin ku jin bikaribe rengê xwe, dengê xwe, fikir û hestên xwe diyar bike, jiyan bike. Helbet di jinên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê de bingeheke pir xurt ê civakî, fikrî heye. Pir jin hebûn ku dixwestin bixwînin, kar bikin lê di van mijaran de her tim ji bo jinan sînorên qahîm hene. Ev sînorên ku ji bo jin hatine dayîn polîtîkayeke Modernîteya Kapîtalîste ku li gorî mozaîkê herêmê hatiye dîzaynkirin. Di giştî cihanê de jî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî her tim hewldana Modernîteya Kapîtalîst ew e ku lêhûrbûna jin tim li ser kozmetîk û estetîkê be û tim di çarçoveyê ku hatiye diyarkirinde bifikire û jiyan bike. Lê belê di vê mijarê de wekî HPJ pêwîste em bidin fêmkirin ku jin ne metayek an jî objeyeke cinsî ye, jin hebûneke ku civakê saz dike, wateyên mezin ava dike ye. Wekî me got rol û mîsyona jin di civakîbûyîne de pir stratejîke û ev bingehê xwe hîn jî serdema neolotîk ji jiyana exlaqî-polîtîk digre. Ji bo vê jî yê/a ku ji civak re pêşengî bike, di siyasetê de cihê xwe bigre, jin bi xwe ye. Lê ji bo vî tiştî em bikaribin pêşbixin pêwîste ku em wek jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bigihîjin hevdu û yekitiyeke rexistinî, îdeolojîk pêş bixînin û bibin avakerê civake exlaqî-polîtîk.”