Pêşmergeyên Dêrîn: Em rê nadin leşkerên Tirk bikevin Qendîl

Pêşmergeyên Dêrîn ên li dijî dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê diyarkirin ku li ser vê xakê wê şehîd bikevin lê rê nadin leşkerên Tirk bikevin Qendîl û gotin: “Eger leşkerên Tirk bikevin Qendîl wê nekarin carekî din derkevin.”

Her ku diçe nerazîbûnên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de Pêşmgergeyên Dêrîn serdana Qendîl kirin û diyar kirin ku ew li pişt Qendîl in. Pêşmergeyên Dêrîn piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya mertalên zindî yên Ciwanên Welatparêz ên li dijî dagirkeriyê li Qendîlê dabûn destpêkirin, kirin.

Pêşmergeyên Dêrîn têkildarî serdana xwe ji ANF’ê re axivîn.

‘DIVÊ HEMÛ ALÎ XWEDÎ HELWEST BE’

Hekem Cengijî diyar kir ku ji bo piştgirîkirina çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û Qendîlê hatine vir û got: “Dewleta Tirk hewl dide ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em ê ji niha û şûnde kar bikin ku welatê xwe azad bikin. Ev demek Başûrê Kurdistanê aram û bi awayê nîv azad dijî, lê di roja me ya îro de dewleta Tirk hew dide ku dîsa dagir bike. Di pêvajoyeke ev qas dijwar de hikûmet û partiyên siyasî xwedî helwestekî nediyar in. Di vê hermû alî li dijî dagirkeriyê xwedî helwest û biryar bin.”

‘BIKEVE NIKARE DERKEVE’

Cengijî destnîşan kir ku ev der Qendîle ti hêz nikare bikeve nav. Em canê xwe li ser vê xakê didin, rê nadin leşkerên Tirk pê li axa Qendîl bike. Cengijî got: “Eger leşkerên Tirk bikeve Qendîl wê nekare derbikeve.”

BANGA LI XWE VEGERÊ

Hekîm Cengijî bal kişand aliyên ku hevkariya dijminê Kurdan dike û got: “Li vir bang li alîgirên hevkarî û sîxûriyê ji bo dewleta Tirk a faşîst dikin ku li dijî gelê xwe êrîş dikin, werin dev ji vê kiryarên xwe berdin. Werin em bi hev re yekîtiyê ava bikin û li dijî dijminê bi salan tê bikoşin. Eger em bibin yek ti hêz nikare guleyekê jî li nav xaka me biteqîne.

 ‘BIBIN XWDÎ HELWESTÊN ZELAL, SIVÎL TÊN QETILKIRIN’

Pêşmergeyê Dêrîn Omer Kake jî diyar kir ku ew ê heta dawî piştgirî û piştevaniya Qendîlê bike. Kake got: “Ez li vir bang li hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Bexda dikim ku bibin xwedî helwestekî zelal, îro dewleta Tirk a dagirker her roj tê xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê derbas dike. Li gel vê jî her roj di encama bomberdûmana wan de welatiyên sivîl tên qetilkirin.”

‘GERÎLA JI BO KURDISTANÊ XEBAT DIKE’

Kake bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a xaka Kurdistanê û got: “Dewleta Tirk a faşîst çawa Efrîn dagir kir, îro dixwaze gund û bajarên Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Ez li vir bang li her kesê dikim ku ketina Qendîl ne hêsan e, her demê Qendîl bûye hêlîna gerîla û pêşmergeyan. Gerîla heta şehîd bibe, çiya û xaka xwe bernade. Li ser vî bingehî bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê dikim ku gerîla ji bo hemû Kurdistanê xebt dikin, werin bibin palpişt.”