Perwerdekarên Mexmûrê: Mafê zimanê zikmakî tê desteserkirin

Perwerdekarên Mexmûrê dijminatiya li hemberî Kurdî protesto kirin û diyar kirin ku mafê zimanê zikmakî tê desteserkirin.

Mamostayên Qada Perwerdeya Wargeha Penaberan a Şehîd Cûdî (Mexmûr) ji bo zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê bibe zimanê perwerdê yê fermî , daxuyaniyek dan û gotin: “Pêwîst e zimanê Kurdî jî di perwerdê de bibe zimanê fermî.”

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Mamostayê Zimanê Kurdî Sedîq Benek daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

Her netewek bi zimane xwe tê naskirin Çand, huner, zanist bi perwerde û pêşxistina zimanê dayîkê tê fêrkirin. Civak li ser wê pêş dikeve û berhemên civakê ji nifşekî derbazî nifşekî din dibe. Di welatê me Kurdistanê de ev mafê gerdûnî û xwezayî, bi zorê ji destê zarokên Kurdan hatiye girtin. Zarokê ku heta heft salî bi zimanê dayîka xwe re mezin dibe, fêrî derdor û jiyanê dibe, lê mixabin bi çûyîna dibistanên desthilatdar û dagirkerên Kurdistanê re, bi bişaftin û înkarkirina hebûna xwe re rû bî rû dibe. Ew zarokê ku ne di zanabûna vê feraset û siyasetê de ne tên bişaftin.

Di pêşketina çaxa teknolojî û ragihandinê de zimanê dayîkê fêrbûn xwedî girîngiyek mezin e. Her çendî di dîrokê de, zimanê Kurdî xwedî bingehekî kûr û firehe di roja me ya îro de di destê dagirkeran de hatiye bişaftin. Lê belê ji ber ku ziman heyînek zindî ye, kesek nikare pêşiya fêrbûna wê bigire. Mînaka wê di kesayeta Kurdan û gelek netewên din de tê dîtin. Xweneragirtina hişmendiya deshilatdar û nîjadperestiya dewletên dagirker li beramberî perwerdeya bi zimanê Kurd rasterast bi dijminatiya gelê Kurd re girêdayî ye. Mînaka herî berbiçav li Tirkiye û Kurdistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî û sitranên Kurdî wekî tawan tê nirxandin. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê Mamoste Zara Mihemedî ji ber ku waneyên zimanê Kurdî daye zarokan pênc sal cezayê zindanê lê hatiye birîn.

Bakurê Kurdistan û Tirkiye di 14 zankoyan de ziman û wêjeya Elmanî, di 11 zankoyan de ziman û wêjeya Fransî û ji seretayî heta zankoyê di hemû dibistanan de fêrbûna zimanê Inglîzî mecbûrî û fermî ye. Her wiha zimanên Erebî, çînî, Rusî, Ispanyolî, Italî ji bo ragihandin û geşt û guzarî ya aboriya civakê tê fêrkirin, lê zimanê hemwelatiyên ku xwecihiyê herêmêne ji ber rewşa siyasî tê înkarkirin û qedexekirin. Ji bo perwerdeya sala 2022/2023 zimanê Kurdî di perwerdeya li Bakurê Kurdistanê de wek zimanê hilbijartin, tê pêşkêşkirin. Gelek guftugo tên kirin, nêrîn û şîroveyên li ser tên kirin.

Em  Qada Perwerdeya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi ti şêweyî di cih de nabînîn ku zimanê Kurdî li Kurdistanê bikeve di rewşa zimanên hilbijatî de. Ev tê wateya înkarkirina xwe û zimanê xwe. Ji ber ku Kurd û Tirk bi hev re dijîn çawa ku zimanê Tirkî fermî ye, pêwist e zimanê Kurdi jî di perwerdê de bibe zimanê fermî.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bêjî Serok Apo’ û ‘Bê ziman jiyan nabe’ bi dawî bû.