'Pergala desthilatdar xwe li ser komkujiyan ava kiriye'

Gerîlayên YJA Starê Bengî û Ronya di derbarê komkujiya Roboskî de nirxandinên wiha kirin: “Pergala desthilatiyê ji dîrokê heya roja îro xwe li ser komkujiyan ava kiriye û ji xwe re vê maf dibînin.”

Di sala 2011’an de li ser sînorê navbera bakur û başur de artêşa Tirk êrîşên hewayî li ser welatiyên Roboskiyê kirin û di bombebaranê de 34 ciwan hatin qetilkirin. Ji wê demê heya niha malbatên wan ciwanan di nava hewildana kujer bên darezandin de ne, lê hîna ti bersivek ji dewletê negirtine. Bi hatina salvegera komkujiyê careke dî nerazîbûn zêde dibin. Ji gerilayên YJA Starê jî nêrîn û bertek di derbarê komkujiyê û bêdengmayîna rayedaran de hatin.

BENGÎ AMARA: HER BÊDENGÎ TÊ WATEYA KOMKUJIYEKÊ

Ji gerilayên YJA Star ê Bengî Amargî wiha dibêje: “Komkûjiya Roboskî, di 28’ê Kanûna 2011’an de li ser sinorê Heftanînê ji aliyê dewlata Tirk ve hat kirin. Di wê komkûjiyê de 34 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan jî ciwan bûn. Ji dervayî bazirganiya sînor tiştekî ku bikarin pê debara xwe bikin tineye, ji bo bikaribin nanê xwe derbixin wî karî dikin. Mirovên bê çek bûn, bi fermana artêşê komkûjiyek ser wan hat kirin.” Bengî diyar kir ku heya niha hîna kujer nehatine darizandin û wiha domand: “Heta roja îro jî tu hesap ji berpirsiyarê kujeran nehatiye xwestin. Di esas de berpirsiyarên komkûjiyê diyar in, malbatên Roboskî û hemû gelê me jî dizanin kujer kî ne û ji aliyê kê ve ev komkûjî hat pêkanîn. Ji komkûjiya Mereşê bigre heta Roboskî, li ser gelê me komkûjî kirinê. Gundî ye, li nav erdê xwe ye, derdora gundê xwe ye, bê çek e, leşkerên dewletê dikarin ferman kuştina wan bidin.”

Bengî bi bîr xist ku weke vê di dîrokê de gelek komkujiyên dinê jî hatine kirin û wiha berdewam kir: “Bê guman komkujiya Roboskî, ne komkujiya destpêkê ye. Gelek caran ji aliyê dewleta Tirk, Erdogan û hukumeta AKP’ê ve komkujiyên bi vî rengî ser gelê Kurd pêkhatine. Ev êrîş di rastiyê de nîşan dide ku ev dewletek ewqas lewaz û neçar e, ger ne lewaz ba, sivîl, ji bo xwe ewqas xeter neditît. Em dikarin pir rihet bibînin ku ev kiryarane hemû ji lewazî û bê çaretiyê ye.”

Bengî got hişmendiya qetilkirina Kurdan heya roja me ya îro jî li ser kar e û wiha pê de çu: “Hişmendiya komkujiyên ser me Kurdan li Cizîra Botan, Şirnex, Nisêbînê û Geverê em di jêrzemînan de qetilkirin. Heman hişmendi, artêş û heman feramdar in di nava bajaran de komkujiyan dikin, di çiyan de operasyon ser operasyonê dikin, ferq û cudabûna xwe nîne. Ji ber wê jî em dîsa dubare dibêjin; ji xwe gelê me vê baş dizane kiryarên komkujiyan kî ne, bi fermana kê tê kirin û kî berpirsiyar e. Dewlet çi qasî li xwe mukur neyê jî û artêş çiqasî xwe berpirsiyar nebîne jî gelê me vêna baş dizane.

Bengî herî dawî ji bo komkujiyên dî neyên jiyîn banga xwedîderketinê li gel kir û wiha dom kir: “Ji bo ku komkujiyên nû neyên jiyîn, bangawaziya me ji bo gelê me di serî de malbatên şehîdan, gelê me yê herêma Botanê, gelê me yê welatparêz û Bakûrê Kurdistanê re heye, pêwîst e bêdeng nemînin, li himberî van komkujiyan û vê hişmendiyê bêdeng nemînin. Bila bizanibin her bêdengiyek, tê wateya komkujiyekê. Ji bo wê divê hertim li himber vê hişmendiyê di nav hewlidanên mezin de bin, divê hert im di nava berxwedaniyî û tekoşînê debin. Niha gelê me li her derê di nava berxwedaniyê de ne. Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê ji her demê zêdetir li ked û zarokên xwe xwedî derkevin.

Em ê jî hesabê van komkujiyan ji dewletê bixwazin. Gelê me jî divê xwedî hewldan û seknekê be ku karibe li berxwedana xwe xwedî derkeve. Rêber APO dinava berxwedaniyek mezin de ye, divê gelê me jî Rêberê xwe bişopîne û bikaribe layîq be ji van kujeran hesap bixwaze. Hewldan û sekna herî baş wê ev be, tişta ku bihele em layîqê şehîdan jî bibin wê ev be. Li ser vî esasî em dibêjin; bijî berxwedana gelê me, bijî Rêber APO û şehîd namirin.”

RONYA SERHED: PERGAL DI EXLAQ Û WIJDAN DE LI BIN KETIYE

Gerilaya YJA Starê Ronya Serhat jî girêdayî pergala dewletê ya komkujiyan ser gel dike wiha axivî: “Pergala ku em di nav de dijîn, ji xwe pergalek pênc hezar sal e desthilatdariya xwe li ser civakê daye avakirin. Ji bo vê jî her mafî di xwe de dibîne komkujiyan û her cure êskenceyê li ser civakê dike. Ji bo hişmendiya desthilatdar ferq nîne li ser gel, ciwan, zarok , jinan komkujiyan pêk tîne û mînakên vê pir in. Berê di dîroka kevin de jî û dîroka herî dawî de jî heta rojên dawî jî komkujî tên jiyankirin. Salvegera komkujiyên Mereşê û Roboski ye ji bo wê jî em hîn zêdetir balê dikişînin ser van herduyan, lê di dîrokê de gelek komkujiyên nehatin binavkirin, hinek tam nehatin zelalkirin jî hîna ev komkujî berdewam dikin. Herî dawî Cizirî û Nisêbîn heta roja me ya îro jî berdewam dike. Di bûyerên bi vî rengî de dewlet xwe ti caran sucdar nabîne, heta berovajî vê hertim xwe bi maf dibîne û nakeve nava hesapdayînê. Ji ber pergala ku em îro şirove dikin, pergaleke di milê ehlaq û wijcanê de bin ketiye. Ji xwe ev pergala civakê nîne, pergala desthilatdaraan e, ji bo wê her mafî ji xwe re dibîne.”

Ronya bibîr xist ku tenê ne gelê Kurd hemû gel di hedefa deshilatan de ye û wiha berdewam kir: “Komkujiyên bi vî rengî tenê di Kurdistanê de nehatin kirin, belkî em salvegera van komkujiyan bi bîr tînin û navê wan tînin ziman, lê ewqas komkujî hatine çêkirin û faîlên wan ewqas diyar e, li gel wê jî tu hesap ji wan nayê xwestin. Ji ber bi xwe pêk tîne û piranî komkujiyên ku tên kirin bi plan in. Bi taybet jî di komkujiya Roboskî de me ev dît, tesaduf nîn e, bi balefirên şer ewqas ciwan qetil kirin. Di nava wan de yên pir ciwan û zarok jî hebûn, bi şeklekî hovane qetil kirin û pişt re jî tu hesap nedan. Pergal bi rêka medya û xapandinê hewil dide çavê gel bide girtin. Di aliyê civakê de ev derxistina zanebûnê û li hember wê bertekên mezin dana nîşandan kêm dimîne. Dixwazin bi demê re vêya bidin bîr kirin. Ji ber sîstema desthilatdar wiha ye, herî dawî mînakê wê li Cizîrê hat dîtin. Xwestin cihê komkujî lê hatiye jiyîn di dîrokê de tune bikin, ji bo însan vê nezanibin. Di hişê mirov de didin jibîrkirin ku mirov kîn û hêrsa xwe nede nîşandan.”