Perestgeheke berxwedanê: Girê Sor - V

Ji 10 gerîlayên li tunelên şer ên li Girê Sor 3 jê rizgar bûn: Em zanin ku me bi têrkerî qala wan nekir. Ya ku me diêşîne jî ev e. Barê me êdî girantir e. Wezîfeya me ye ku em wan vebêjin.

Artêşa Tirk heta 3’ê Îlonê êrişên xwe domand. Tu metodeke dermirovahî nema ku neceribandin..Di dema şer de bêhn nema nehate bêhnkirin, dû nema nehate dîtin, teqemenî û çek nema ku dengê wan nehate bihîstin. Ev tunelên bi heybet ên Zagrosan ku ji sala 2014’an û vir ve bi keda bi sedan gerîla hatin çêkirin, mîna kelehekê bûne bela li serê dijmin, bûne parastgeh ji gerîla re. Hêzên dewleta Tirk zêdeyî du mehan li hemberî 9 gerîlayan bêçare mabûn. Çi dibû bila bibûya, serketin a gerîla bû. Di şehadeta Baz de ev yek hatibû ragihandin.

Ji berxwedêran Mizgîn Dalaho, Armanc Simko û Têkoşîn Devrîm qala berxwedana Girê Sor a 80 rojî kirin. Beşa pêncemîn wiha ye:

ÊRIŞA KU NAŞIBE YÊN DIN

Wê rojê dihate texmînkirin ku artêşa Tirk dikare tiştna bike; dihate gotin ku dikare teqînan bike yan jî kîmyasalê bi kar bîne. Di vê mijarê de hemû hatin hişyarkirin. 6 jê li qatê jorê, sê jî li qatê jêrê bûn. Piştî xwarinê êvarê saet derdora 18:00 hejîneke mezin çêbû ku nehate fêhmkirin bê çi bûye. Yên li jêrê diman jî gelekî pê hesiyan. Ya balkêş jî ew bû ku qet dengê teqînê nehate bihîstin û bi carê hejiya. Ji ber ku dengê teqînê nebû, ji hev re gotin ‘herhal erd hejiya ye’. Piştre jî dûyekî spî bi tevahiya korîdorê ket. Bêhneke genî jê dihat; mirovan nekarî tehemûl bike, bêhneke mîna bêhna hêka xerabûyî. Normal dema ku li qatê navîn teqîn dikirin, dû yan jî bêhn qet nediçû qatê jêrîn, ji ber ku gelekî ji hev dûr bû. Vê carê dû hat heta jêrê. Lewma hate fêhmkirin ku ev êriş cuda bû û nedişibiya yên din.

JI JORÊ BERSIV NEHAT

Armanc û Têkoşîn rûyê xwe girtin û çûn ji bo deriyê giştî kontrol bikin. Armanc hîn bi 5-6 metreyan neçûbû kete xwarê. Têkoşîn jî bi heman rengî dema ku hinekî bi pêş ve çû, ket. Mîna ku bifetise bêhn li Têkoşîn çikiya, rengê wê timî şîn û reş dibû. Nikarîbû hilmê bistîne, weke ku bêhna wê diçikiya. Mizgîn çend sîle lê xist û bi rengekî sûnî hewl da bêhnê bîne ber wê. Dema ku rewşa wê hinekî baş bû, şîrê ku li dijî jehrbûnê hatibû hilanîn, jê re anî. Têkoşîn zimanê xwe gez kiribû û nikarîbû vexwe. Dema ku hinekî bi ser xwe ve hat, Mizgîn ew bir mangayê. Ew bi xwe jî vereşiya.

Dihate texmînkirin ku Armanc şehîd bûye. Mizgîn saet derdora 21:00 çû gel Armanc, rengê xwe normal bû, lê ne li ser hişê xwe bû. Pê hesiya ku dijî. Nedihat bîrê ku çi bûye. Mizgîn ew jî anî mangayê. Ji ser hişê xwe çûbû, pêlavên xwe berevajî xistibû lingê xwe. Pirsên ecêb dikir, heman pirs bi dehan carî li ser hev dubare dikir.

Bi rêya cîhazê bang li yên jorê hate kirin, lê kesî bersiv neda. Têkoşîn car carna ji ser hişê xwe diçû, lê destûr nehate dayin ku razê. Armanc saet derdora 21:00 çû jorê, ji ber ku venegeriya Mizgîn da pey. Bendên li pêşiya deriyê Çarçelayê ku teqîn lê bû, heta ber mangayê firiya bû. Halbûkî bi 150 metreyî ji hev dûr bûn. Li qatê navîn, malzemeyên herî giran ên ji bo bendan hatibûn danîn serûbin bûbûn. Eşkere bû ku giraniyeke zêde lê bûbû. Di navbera mutbexê û derî de tevî ku 200 metre hebû, alavên li mutbexê bi qasî ku ji derî derkevin firiya bûn.

SERHILDAN Û BOTAN LI KÊLEKA HEV DIRÊJKIRÎ BÛN

Dema ku di tunelê de hinekî bi pêş ve çû, destpêkê cenazeyê Serhildan hate dîtin. Serhildan û Botan li korîdorê li cihê cebilxaneyê li kêleka hev şehîd ketibûn. Botan li ser piştê dirêjkirî bû, bedena wî sor bû, çavên wî vekirî bû. Dema ku ji mutbexê derbas bû li cihekî nêzî mangayê cenazeyê Zinarîn hate dîtin. Bi taybetî qirika xwe gelekî sor bû. Çû mangayê; li wir jî Argêş, Delal û Ozgur şehîd ketibûn. Destê wan li ser qirikê bû, çavên wan vekirî bû. Lingên wan ber bi derve ve berevajî bûbûn. Di destê Argêş de maskeya gazê hebû, firsend nedîtibû ku bi ser rûyê ve bike. Pozîsyona hersêyan jî weke hev bû. Eşkere bû ku bi bandora gazê di demeke gelekî kurt de fetisî bûn û şehîd ketibûn. Piştî ku cenaze hatin dîtin, hestên ku hatin hîskirin, kîn û hêrsa ku çêbû gelekî mezin bû, ku gotinan têra vegotinê nedikir.

MIZGÎN GOT KU ÊDÎ NABE LI ŞIKEFTÊ BIMÎNIN

Armanc ji ser hişê xwe çûbû, gelekî hestewar bûbû. Li ser cenazeyan digiriya. Ew anîn jêrê. Rewşa Têkoşîn û Armanc ne baş bû. Tiştek nedihat bîra wan. Armanc tevî ku cenaze dîtibû jî serê pênc deqeyan carekê dipirsî ku li ku derê ne. Mizgîn got, ku bi vî rengî nabe li şikeftê bimînin. Biryara herî rast weke ku Mizgîn gotibû. Lê belê piştî şehadetan atmosfera wê kêliyê dibû asteng li pêşiya wergirtina biryarên aqilane. Zehmet bû ku ji bo derketinê bê îqnakirin. Saet derdora 23:00 ji ber cenazeyan daketin jêrê. Saet 03:00 bû, lê hîn dudilî hebû. Armanc carna digot ‘Erê’, carna jî digot ‘Heval şehîd ketine, em ê çawa şehîdan li pey xwe bihêlin û biçin, nabe ku em dest ji şikeftê berdin’. Her tişta ku digot bi sedan carî dubare dikir. Dihate zanîn ku neçarin derkevin. Dawiya dawî bi hewldaneke mezin ji bo derketinê îqna bû. Tevî ku biryareke zehmet jî bû, ji bo xatirê yên ku qewimîne bêne zanîn wê ji tunelan bihata derketin.

EGER PÊ BIHESIYAN WÊ BOMBEYÊN XWE BITEQANDA

Mizgîn û Armanc careke din çûn jorê. Ji xwe erzaq tune bû, nan tune bû. Hinek şekir û tehîn, cîhaz, şîfre, belgeyên rêxistinî, termal hatin amadekirin. Şewqa heyvê hebû, diviyabû zû derketibûna. Ji ber bandora gaza kîmyewî ne li ser xwe bûn, gelekî giran tevdigeriyan. Armanc mîna nîvco ji ser hişê xwe çûbû, Mizgîn pêşiyê derket. Di bêrîka her kesî de bombeyên wan hebûn, eger bi ser wan ve bihata wê biteqandibûna. Dema ku Mizgîn ji derî derket, Têkoşîn û Armanc li ber derî dest bi nîqaşê kirin, bi rastî jî hişê herduyan ne li serê wan bû. Dema ku xwe berdan jêrê deng ji kevirên ji binê ling şemitî derket û hêzên dewleta Tirk lê dan. Bi metreyan ji zinar ketin û çenteyên wan, çekên wan ketin. Fîşek li herdu milên Armanc ket. Birîna Armanc hate pêçandin, gelek xwîn jê çêbû. Nêzî 40 deqeyan drone û keşf geriyan. Artêşa Tirk timî banga teslîmbûnê dikir. Piştre keşif û drone çûn, hinekî bêdengî çêbû. Em ketin nava qada daristanî û bi rê ketin. Piştî hefteyekê ber bi Stûnê gihîştin gerîlayan.

WEKE FERMANDAREKE YJA STARÊ ŞEHÎD BÛ

5 gerîlayên jin tevlî berxwedana Girê Sor bûn. Di vir de jî jin rengê esasî bûn ku rêveçûna şer û jiyanê diyar kirin. Li Mamreşo, Aris Faris û li hemû qadên din bi vî rengî bû. Li Girê Sor, Zinarîn, Ozgur û Delal heta dawiyê di asta herî bilind de bi rola xwe rabûn. Şert û merc çi bû jî teqez li ber xwe dan.

Zinarîn fermandara tîmê bû. Ji ber ku demeke dirêj li gel kadroyên kevn ma, ji aliyê rêxistinî ve kûr bû. Di nava şer de nema bû, sala 2018’an dema ku li Avaşînê ma bû xwedî tecrûbe. Zinarîn tevî ku kevn jî bû venedişart ku ew bêtecrûbe ye û timî digot ku divê bibe xwedî tecrûbe. Di vê mijarê de timî dilnizm bû. Çi dibe bila bibe, tecrûbeya xwe çi be jî li hînbûnê vekirî bû. Ji ber vê yekê kî diçû çalakiyê, ew pê re bû. Di mijara şer û leşkerî de gelekî dixwest kûr bibe, bi pêş bikeve. Sekna xwe ya rêxistinî, dilsozî û diyaloga bi hevrêyên xwe timî dibû çavkaniya hêzê. Dihate gotin, “Eger hevala Zinarîn bi me re be, qutbûn ti carî ji hevrêtiyê nabe.” Gelekî ji dil, rehet û di heman demê de rêxistinî bû. Li dijî bangên ji bo teslîmiyetê sekna wê gelekî zelal bû. Her ku wan bang dikir, wê jî bi fîşekan bersiv dida. Rojekê bi tenê jî bêhêvî nebû. Digot, “Eger tiştek bi min were bila bêjin weke Fermandara YJA Starê li ber xwe da û şehîd bû.” Haya xwe ji giraniya pêvajoyê û baweriya rêxistinê ya bi wê hebû. Bi cidiyeteke mezin nêzî şer jî dibû jiyanê jî dibû. Jiyana bi pîvan ji bo wê pîvanek bû ku nedibû tawîz jê bê dayin. Belê, weke ku wê got, bû. Weke Fermandareke YJA Starê ya pêşeng ku navê xwe li vê berxwedanê nivîsand şehîd ket.

HAYA XWE JI BENDEWARIYÊN RÊXISTINÊ HEBÛ

Ozgur sala 2015’an tevlî bûbû. Di êrişa li Heftanînê jî mabû. Piştî ku perwerdeya sabotajê wergirt hate herêma Avaşînê. Tevlî êrişa li ser Girê Silêman jî bû. Ozgur li qadê û li tunelên şer xwedî tecrûbe û danehevî bû. Ya pratîkê û fedakar bû. Mirov li qadê jî bûya, li nava tunelan jî bûya timî bi Ozgur piştrast bû û li gel wê şer dikir. Kes di nîvê rê de nedihişt û têkildarî vî şerî timî xwedî nêrîn bû. Bi fermî ne berpirsyar bû, lê belê haya xwe ji bendewariyên rêxistinê hebû. Li Heftanînê jî di şerê li qadê de jî roleke mezin lîstibû. Bi rastî jî bala xwe gelekî li ser şer hebû û li ser vî karî radiwestiya. Ya sabotaj dikir, lê belê di pêvajoya berxwedanê de xwe ji ti karî neda alî. Ti carî ji şerê dijî dijmin neditirsiya. Şert û merc ew bêzar nedikir û ji aliyê îdeolojîk ve şareza bû. Li ser şehîdan dinivîsand, bi taybetî jî têkiliya xwe ya bi şehîdên Heftanînê re gelekî xurt bû. Herî dawî di teqînekê de bi giranî birîndar bû, beşeke mezin a rûyê wê şewitî. Mîna ku her kêliyê bi wê birîna xwe bedewtir dibû, ji nû ve xwe diafirand. Çawa ku mirov xwe ji xweliyên xwe ava dike, bi wî rengî bû... Ozgur ji aliyê fîzîkî, fikrî û ruhî ve êşên dihatin kişandin fêhm dikir, wate dida û bi vî rengî bêhtir dibû xwedî manewiyatê û hîn bi bedewî tevlî şer bû. Ji şer qet qut nebû. Ozgur timî wêneyên hevalan dikişand, dikişand kamerayê. Digot, “Ev hemû dîrok e, divê dîmenên van kêliyan bigihînim rêxistinê.” Di wan wêneyan de bû yek ji rûyên herî bedew ên bêdawî...

DELAL A HERÎ BIÇÛK A GIRÊ SOR BÛ

Delal di nava wan de tevî ya herî nû tevlî bûbû, bi temen jî ya herî biçûk bû. Ji Qamişloyê bû û sala 2019’an tevlî bûbû. Piştî şervanên nû hate Basyayê. Delal ji aliyê hêzên Basyayê ve bi têgihiştina xwe, bi fedakarî û dilnizimiya xwe dihate naskirin. Ev hersê tişt di kesayetiya wê de şênber bûbûn. Tevî ku gelekî ciwan bû dema ku mirov li karê ku wê dikir dinihêrî, carna ji xwe şerm dikir. Girê Sor cihekî nêzî dijmin bû, ji ber vê yekê jî dixwest li wir bibe xwedî tecrûbe. Delal zor û zehmetiyên xwe, nakokiyên xwe parve dikir. Jêhatî bû. Tevî bêtecrûbetiya xwe jî bi sekna xwe ya rêxistinî û têgihiştina xwe carna em hemû matmayî dihişt. Ev taybetmendiyên xwe ji malbata xwe wergirtibû. Di nava rêxistinê de zû têgihiştî bûbû. Dema ku henek bi hev dikirin û jê re digotin, ‘Piştî ku ji vir derket, wê rêxistin te weke fermandara yekîneyê tayîn bike’ wê digot, ‘Pêwîstî pê nîne ku bibim fermandar, ji xwe ez milîtana partiyê me’. Li dijî hemû bangên teslîmiyetê bi fîşekan bersiv dida. Di vî temenê xwe de bi ruhê Apoyî şer kir û bi lehengî şehîd bû.

ARGÊŞ DIGOT ‘EM Ê DESTANÊ BINIVÎSÎNIN’

Argêş piştî ku li qadên cuda ma hate Avaşînê. Gelekî nêzî jinan bû, zor û zehmetiyên xwe parve dikir. Li Avaşînê jî li nava yekîneya xweser demekê di çêkirina çeperan de li gel hevalên jin mabû. Gelekî qîmet dida jinan. Digot, “Li vê çepera Şehîd Têkoşîn divê teqez leşker bimirin.” Her tim israr dikir ku derkeve derve û lê bide. Yekemcar ketibû nava şert û mercên ewqasî giran, lê belê zû hîn dibû. Argêş bi gir ve negirêdayî bû, bi yekîneya bi tevger a li qadê ve girêdayî bû, lê belê digot, ‘Ez ê ti carî dest ji vî girî bernedim, em ê li vir destanê binivîsînin’. Dilê xwe gelekî pak bû, di mejiyê wî de ti carî nebaşî tune bû. Zanîbû guhdarî bike û zû fêhm dikir.

SÊ GERÎLA KARÎBÛN JI GIRÊ SOR DERKEVIN

Ji tunelên şer ên Girê Sor sê kes karîbûn derkevin. Ev vegotina ji pênc beşan, ji gotinên wan hate amadekirin. Em bi gotina hevpar a wan diqedînin: “Me hemû êş û bedewî bi van hevalan re dît û jiya; di her karî de, di her zor û zehmetiyê de me piştgirî dan hev, em bûn hêvî ji hev re. Em zanin ku bi têrkerî me qala wan nekiriye. Ya ku me diêşîne jî ev e. Em zanin ku êdî barê me giran e. Wezîfeya me ye ku wan vebêjin... Ji bo me şenseke mezin bû ku cihê xwe di berxwedaneke wiha de girtin û bi wan hevalan re jiyan. Tiştekî gelekî cuda bû ku bi ewladên herî fedayî, şoreşgerên herî derwêşî yên Kurdistanê li heman çeperê şer kirin, di nava wan şert û mercan de bi hev re man. Daxwaza herî mezin a hevalan ew bû ku bê zanîn bê li wê derê di nava kîjan şert û mercî de li ber xwe dane û dijmin çawa êriş kiriye. Ev yek wasiyeta wan bû. Em ê ala wan timî bilind bikin. Em ê nirxên wan timî mezin bikin. Em ê bi vî ruhê berxwedanê bijîn û teqez bi ser bikevin!”

Qediya...