Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê - Nîşeyên Berxwedana Avaşînê -Beşa 3'yan

“Berxwedana Mamreşo bû yek ji cihê hemû ezmûn û ceribînên jiyanê û şer vala derxist, dibe ku her tişt ji nû ve bi wate bibe, bibe cihê ku hemû şêwazê şer û berxwedanê yê em dizanin ji nû ve lêpirsîn bikin.”

ÎRO ROJA 10’AN A BERXWEDANA MAMREŞO YE – DEWLETA TIRK HÊ JI MÊJ VE TÊK ÇÛYE

1’ê Gulana 2021’ê – Roja 8’an a Berxwedanê

Ji bo bûyerên li Mervanos bişopînim, dîmenên wê bikişînim, îro bi hevrê Mervan û Adil re ji Şehîd Şoreş diçin Girê Kartal. Barê me tevan giran e, li pişta hevrê Adil ê ji Rojhilat ku nû hatiye qadê cebilxaneya ku ji bo bibe Kartalê ne kêmî 40 kêloyî ye heye. Bê rawestan û xwêdana li ser rûyê wî bifikire, li pêşiya me tevan dimeşe, kêliyekê jî naraweste; ji ber ku pir lez diçe, ji bo em jê qût nebin em jî dilezînin û didin dû. Heta gihiştina Kartal ji Mamreşo dengê şer kêm nebû. Min ne hejmart çend carî teqîn pêk hatin.

Erê, wiha gihiştin Kartal. Dema di rê de em dimeşiyan dengê teqînan, dûyên reş ên ji Mamreşo bilind dibû, her çendî em hemû xistibin nava fikarê jî, lê kes li hevrêyê xwe nevegerî û têkildarî fikarên me yên derbarê hevrêyê xwe me tiştek negot. Dema em gihiştina Kartal me li ser bêtêlê dengê hevrê Serhat bihîst û nefesek kişand. Erê, hevrêyan li ber xwe didan. Tevî ewqas teqînê tiştek bi hevrêyan nehatibû. Ji 23’ê Nîsanê û heta niha li Mamreşo û Mervanos şer nesekiniye. Dibe di dîroka têkoşîna çiya de cara yekê be ku li eniyên şer û tûnelan de berxwedaneke wiha bi rojan dom kirbe.

Îro roja 8’an a berxwedana tûnelan a li Şehîd Mûnzûr û Şehîd Serdar e. Tam 8 roj in, artêşa Tirk tevî hemû hewldanan nekarî bikeve tûnelên şer ên li her du cihan, bi ser neket. Piştî bi rojan a berxwedana li vir, dawî çi dibe bila bibe, dijmin bikeve van tûnelan jî, prestîja Tirk hê ji mêj ve têk çûye li ber derê van tûnelan. Li pêşberî gerîlayên ku hejmara wan a destekê derbas nake, artêşek têk çû. Ev serketin nebe, serfirazî nebe çiye? Ev serketin, ne saxlemiya kevirên li ber çeperan, ne jî dirêjiya tûnelan, dîsa ne serketineke taktîkî ya bi her awayî ye. Ev berhem baweriya bi îdeolojiya Apoyî, vîna ku bi rastî xwe di serketinê de kilît kiriye, tevî her tiştî jî moral û coşa ku kêliyekê neqediyayî ye.

Hevrêyên li çeperên Şehîd Serdar û Şehîd Mûnzûr şer dikin, hê jî li ser bêtêla mezin di nava têkiliyê de ne. Bi taybet li Mamreşo her kêlî dema dengê hevrê Serhat û Hevrê Rûken dihate bihîstin, dibêjin; ‘Heval weke ku dijmin ne li ber derê wan, li ber derê me’ ye. Fikarên me yên têkildarî jiyana hevrêyên me li aliyekê, ew ji me tevan bi moral û bi coştir bûn. Her dema hevrê Serhat bi bêtêlê bi me re diaxivî, her gotina ku digot, mîna noteke ya serketinê ya fermandarê artêşekê bi rê ve dibe ku ji bo şervanan dike, moral dida. Dibe yên şer koordîne dikir hinek din be, em hemû niha di bin fermandariya Serhat, Rûken, Sarya, Canfeda, Kamûran, Zafer û Xebat de dimeşin, em li benda gotinên ku ji devê wan derdiketin bû.

Dîsa 5 hevrêyên li çepera Şehîd Serdar li ber xwe didan, artêşa Tirk rezîl kiribûn. Dijmin bi dehan car li ber derê tûnelan kom dibûn, lê dîsa hevrêyan ew derî li rûyê wan dida. Herî zêde ez bûyerên wan hevalan li wan çeperan li ber xwe didan mereq dikim. Bi rojan bê razan, bi tendurist xwarin nexwarin, bi çek û bombeyên xwe 24 saetan li tûnelan li ber xwe didin, diyaloga di navbera wan de, bîranînên wan ên xweşî û nexweş, dîsa her tiştên di nava 9 rojan de bi hev re parve kirîn pir mereq dikim. Divê ev berxwdan jî mîna gelek berxwedanên efsanewî yên di nava vê têkoşînê de pêk hatîn, bê ku neyê zanîn, neyê famkirin wiha neçe. Ev ne çîroka komek mirovên li girekî ku navê wê kes nizan û li qoziyeke yê Kurdistanê şer dikin e! Ev bangeke ji Mamreşo û Mervanos wê belavî her derê Kurdistanê bibe; dibe ku şerê qederê yê gerîlayên Zagrosê ku yek ji kelha neyê xwarê ya têkoşîna me be.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ…

2’yê Gulana 2021’ê – Roja 9’an a Berxwedanê

“Hevrêyekê wiha gotibû; ‘Divê dijmin jî bi qelîte û leheng be’. Belkî bêşansiya herî mezin a gerîlayên Kurdistanê jî, xwedî dijminekî mîna artêşa Tirk a nemert û bê exlaq e. Ev dijmin tirsonekeke ku nikare şer bike û windabûna xwe jî qebûl nake.

Artêşa Tirk heta niha di operasyona li Avaşîn dike, eger ku bi gerîla re şer nekiriye, ji ber tirsa wê ye. Dijminê ku dixwaze li Mamreşo û Mervanos bi cih bibin, 9 roj in, bi bîsfing, bomeataran li çeperan dide. Li ber derê tûnelan teqemeniyên ku çiyayekê hilweşîne pêk anîne, heman demê şerê derûnî jî dike, lê dîsa jî nikare ser bikeve. Ji ber vê yekê ye ev 5 roj in artêşa Tirk li dijî her du çeperan gaza jehrî bikar tîne. Bi bikaranîna xaza kîmyewî dixwawze hevrêyên li ber xwe didin bifetisînin.

Duh li Mamreşo hevrê Serhat Giravî bi şifre nota: ‘Dijmin pir zêde gaz û kîmyesalê bikar tîne, em zoriyan dikişînin’. Heman demê hevêryên li çepera Şehîd Serdar jî nota; ‘Dijmin xazê bikar tîne û dixwaze bikeve tûnelan.’ Di roja Berxwedanê ya 8’an de cara yekê bû ku ji devê hevrêyan ‘em zoriyê dikişînin’ me bihîst. Dema ku hevrê Serhat ev digot, di gotin û helwesta wî de dudilî qet û qet nebû. Yek ji hevrêyên ciwan ê li gel me ev got: ‘Heval, bi xwedê ev leşker pir tirsonek in, ka hele ev kîmyasal di destê wan de nebin, em dizanin çi ji wan bikin.’

Erê, di destê dijmin de ji derveyî bikaranîna çekên kîmyewî tiştek din nemabû, ji ber ku çi kir vala bû. Dijminê ku li ber hevrêyan bê çare man, serî li rêbaza herî qirêj û nemerd da. Artêşa Tirk sûcê şer dike, me nedikarî vê ji bo kesê jî ragihînnin. Hevrêyên me 5 rojên dawî ne li dijî artêşa Tirk, li dijî teqînên wan ên bihêz û xaza kîmyewî li ber xwe didin. Ev berxwedaneke welê ye mirovan derbas dike, ev wisa hesan nîne, ne ji rêzê ye. Gelo ma mirovek bi rojan çwa bikare di şikeftekê de ku sîstema wê ya hewastandinê kêm, ewqasî li ber xaza kîmyewî li ber xwe bide û şerê bidomîne? Ev der ne Vîetnam û ne jî Heleçe ye; ev der Avaşîn e!”

3’YÊ GULANA 2021’Ê – ROJA 10’AN A BERXWEDANÊ

“Min ronahiya dawiya van tûnelan dît”

Îro roja 10’an a Berxwedan Mamreşo ye. Gelo 10 rojan bê xwe hûn mane? 10 rojan çavê we bê bikeve ser hev, tiliya we li ser tetîkê, ji canê we xwîn û xwêdan herikîn çeper parastine? 10 rojan li ber guhê we teqînên mezin ku we ker bike, teqiyan û we guh nedayê? 10 rojan li destê we keleş li dijî artêşa xwedî teknîk û teknolojiya herî pêşketî û sedan leşkerî şer kiriye? Li dijî her tiştê kuştin û qetîamê her roj bi gotina; ‘Ji ber înada dijmin rojek din jî bijîm’ jiyane? Yan jî ji bo bijî ewqas li ber xwe dane, ji bo bijî ewqas li şer kiriye? Li dijî çekên kîmyewî ku mirovan dişewitîne dike xwelî, çiqasî bedena we xweragire? Hûnê çend rojan xwe li ber bigirin?

Bersiva van hemû pirsan, di şerê wan, di israra wan a jiyanê de veşartî bû. Ev hemû û dîsa bersiva pirsên gelek ji van zêdetir di dilê wan de bû. Berxwedana Mamreşo bû yek ji cihê hemû ezmûn û ceribînên jiyanê û şer vala derxist, dibe ku her tişt ji nû ve bi wate bibe, bibe cihê ku hemû şêwazê şer û berxwedanê yê em dizanin ji nû ve lêpirsîn bikin.

Di şexsê hevrêyên li Mamreşo şer dikir, berxwedan pêş dike, heman demê di şexsê Pîrdogan Amed ê reviya û teslîmî dijmin bû û bû kontra îxanet jî pêk dihat. Şexsê bi navê Pîrdogan, li Mamreşo teslîmî dijmin bûbû, têkildarî gelek tiştî agahî dabû dijmin. Bi îhtimalek mezin roja 3’yê Gulanê berpirsê bûyerên li Mamreşo qewimî, Pîrdogan bi xwe bû. Pîrdogan bû kurmê dara me; jî dîrokê û vir ve tim di berxwedan me de, di her şerê me de, ji me xilas nabe, cûreke yê kurman e. Vê carê jî rûyê îxanetê Pîrdogan bû. Şexsekî ku ji wijdan û dilê wî reş, kesekî mirovbûna wî qediya û şexekî mîna lawiran dikare vê bike. Pîrdogan ji bo çend hefte din bi bê rûmet û bê şeref bijî, hevrêyên xwe firotibû, mirovûna xwe ji bîr kiribû, dijmin anîbû ser hevrêyên xwe. Dijmin wê tevahî pêvajoya operasyonê wî bikar bianîba, wê guleyek li eniya wî daba.

Fedayiyên li hundir li şûna ku bi salan bê rûmet bijîn, rojek jî be wê li ber xwe bide û şer bikin jiyana azad hilbijartibûn. Şerê ku hatî ber pozê me, reş û spî, xweşik û nexweşik, cesûr û tirsonekiyê, fedayîbûn û bêrûmetiyê pir xwe ji hev cihê dike, bi awayê xwe yê herî sade raxiste ber çavê me.

Dema ku ez vê difikirîm çend rêz gotinn Şehîd Atakan Mahîr hate bîra min.

“Li gel ewqasî mirovên leheng

ev nemirovên henê.

Dîrok.. Ax dîrok…

dibe ji hev cuda bikî

derbixî holê yên baş.”

Ji 1’ê Gulanê û şûn ve têkiliya me ya bi hevrêyên li Mamreşo re qût bûn, carekî din em dengê wan nebihîst. Hemû li ser bêtêla mezin bi gotina ‘Kendal, Kendal’ qîr dikirin, dixwestin xwe bigihînin hevrêyan, lê kesê bersiv nedida.

Me gotibû, dawî çawa dibe bila bibe, dijmin hê ji mêj ve li Mamreşo têk çûbû. Bêçaretî û rezîliya wiha, di encama tirsonekî, bêçaretî û nemerdiyê de xaza kîmyewî bikar anîn. Berxwedana dîrokî ya 10 rojan bi pêşengtiya Fermandar Serhat Giravî de pêş ket, hê ji mêj ve bû serketî. Piştî berxwedana 10 rojan û şûn ve, hevrê Serhat Giravî, Rûken Zagros, Sarya Diyar, Kamûran Amed, Zager Tolhildan, Canfeda Hesekê û Xebat Aso 3’yê Gulana 2021’ê di encama bikaranîna xaza kîmyewî ya dijmin û xiyaneta Pîrdogan şehîd bûbûn.

Yek ji wan hevrêyên li wir li ber xwe dida, yê herî ciwan hevrê Kamûran bû. Hevrê Kamûran 2000’î hatibû dinê. Hê nû bû tevlî partiyê bûbû. Hevrêyek bû di nava yekîneyên bi tevger de bû. Zivistana borî dema çûn li Dola Maran, dema balafira keşfê li serê me digeriya, mabûn şikeftê ve. Hinek tengijî bûn. Dema ku hevrê Kamûran dît ku em tengijî ne got: “Hevrêno hinekî sebir bikin, ez ronahiya dawî ya vê tûnelê dibînim.” Hevrê Kamûran bi dîtina tîrêjên ronahiya dawiya tûnelê heta dawî bawer kir û hemû hevrêyên bi hev re şehîd ketin jî.

Ji bo bigihêjin wê ronahiyê bi rojan şer kirin. Ji emrê xwe zêdetir û mezintir li ber xwedan. Erê, wan hê ji mêj ve ronahiya dawiya tûnelan dîtibû, baş e yên din?

HEVRÊ SERHAT DA NÎŞANDAN BÊ KA ÇWA LI BER XWE BIDIN

4’ê Gulana 2021’ê – Roja 11’an a Berxwdanê

Fermandarê berxwedêr ê gerîla Kamûran Alpsar bi nasnav Serhat Giravî 10 rojan tevî hemû rêbazên ji exlaq û pîvanên şer dûr ên artêşa Tirk bê dudilî li ber xweda û çepar parast.

Serhat Giravî sala 1989’an li Colemêrgê hatiye dinê, yek ji ewladên leheng ê eşîra Giravî ku tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûbû. Sala 2011’an tevlî gerîla dibe, hema bêje tevahî jiyana xwe ya gerîlatî li Zagorsan li lûtkeyan derbas dike. Di nava van salan de bi taybet di şer û têkoşîna li Avaşîn tê kirin, tim li eniyên pêş bû. Li Zagrosê fêrî berxwedan, fêrî derb li dijmin dayîn, di şertên zehmet de fêrî jiyana gerîla bûbû û bûbû fermandar Serhat. Çawa ku her kes bi demê re karekterê erdnîgariya lê dijî digire, Fermandar Serhet jî mîna Zagrosan serî blind û bihêz bû, mîna erdnîgariyê jî berxwedêr bû. Serhat Giravî di her gava diavêt de, her guleya li dijmin dida, hê zêdetir bûbû Zagorsî, Zagors jî her roj zêdetir di himêza xwe de cih dikir.

Dema ku artêşa Tirk 23’yê Nîsana 2021’ê li qada Avaşîn dest bi operasyonê kir, Serhat Giravî li devera Mamreşo fermandarê herêmê dikir. Dema ku artêşa Tirk leşker danî devera Mamreşo, Serhat Giravî li ser cîhaz ji bo hêzên li eyaleta Avaşîn ev tişt got: “Wê Mamreşo ji bo dijmin bibe goristan”. Serhat hê bi vê biyardarî û îdîayê hê di gava yekem de rewşa operasyon û qedera pêngavê dabû guherîn. Serhat li aliyekê şerê li tunelan tê kirin kordîne dikir, li aliyê din moral dida hemû hêzên gerîla yên têkoşîn dikirin. Fermandarê berxwedêr û efsanî Serhat û gerîlayên di bin rêveberiya wî de Sarya Diyar, Rûken Zagros, Kamûran Amed, Canfeda Hesekê, Zafer Tolhildan û Xebat Aso di şerê 10 rojan ên li çeperên Şehîd Mûnzûr kombûna vîna ji pola û ruhê Apoyî bû.

Artêşa Tirk li ber berxwedana bi pêşengtiya Fermandar Serhat bê çare ma. Bi hemû rêbazên ku heta niha dibe di tu şeran de pêk neanîbe, ji bo gerîlayên li tunelan de li ber xwe didan teslîm bigire, ceriband lê dîsa jî ser neket. Artêşa Tirk li ber şerê devê tunelan tarûmar bûn, sûcê şer kir û xaza kîmyewî bikar anî.

Di encama vê berxwedana bi heybet a 10 rojan de Fermandar Serhat û hevrêyên wî heqîqetek ji bo hemû cîhanê qîr kirin û peyama; “Em şervanên Reşîd Serdar in, em li Zagrosan rê nadin dagirekaran!’ dabûn.

Hevrê Rûken hevrêyeke girêdayî hêzên Basya bû. Peyîza sala borî çend carî min ew li aliyên Werxelê dîtibû, dibe ji ber çend rasthatinên me yên hevnasînê be, dibe hema di nava çend kêliyan de têkildarî hevêr Rûken bûbûm xwedî çend pêşbînî. Her tim, kesayetek fêrker, çêker û danehev bû, tevî hemû westanan jî tim bi rûken bû, di nava vê tevlîheviyê de aramn bû. Di pêşbîniyên xwe de şaş nebûm; Her kesên derbarê wê gotin dikirin ji yên min ne pir cuda bû.

Bi hevrê Sarya re jî peyîzê dema ku li xebatên binesaziya Şivê kar dikir, hev me naskiribû. Sarya yek ji du hevrêyên di çalakiya Govendê de ku hevrê Rodî, Şoreş, Nalîn û Delîl şehîd bûbûn rizgar bûbûn, vegerîbû Şivê. Di jiyanê de tim coş bû, tim bi hekecî, tim Rûken û ji ber şehadetên demê dawî jî hinek xemgîn bû. Moral ji bo wê tevger û halê wê yê xwebûn bû. Ji wê venediqeta, we di nîvê rê de nedihişt, bûyerên li gel qewimîn, êşên hîs dikir, tu bixwazî nexwazî canê wê têşand. Di dema moral û xemgînî di nava diyalektîka jiyana Sarya ya balkêş de me hev nas kir. Sarya bi her tiştê xwe xweşik bû. Bi hemû nakokî û birînên xwe ve xweşik bû.

Sarya û Rûken çepera Mamreşo, Girê Şehîd Mûnzûr bûbû çeperên van du jinên ciwan ên li hev hatî. Di wê şikefta ku bûbû çeperek şer, du gerîlayên jin ên şer dikin, ji destpêka berxwedanê heta şehîdbûnê, berxwedana wan bû çepera li Mamreşo. Herî zêde dengê hevrê Rûken ê li ser bêtêlê moral dida me. Hevrêyan bi dûrbûn û kameraya xwe agahiya tevgera dijmin a li ber tûnelan dida hevrêyên hundir. Hevrê Rûken jî hema digot; ‘Heval em ê li ser bisekinin, mereqê nekin’, bi dijmin re mîna ku bilîze di wan tûnelan de şer dikir. Hem şerê di nav de heta dawî cidî digirt, hem jî bi dijmin re henek dikir. Hevrêyan her carê digot; ‘Dijmin nêzî deriyê tûnelê dibe, tedbîrên xwe bigirin’ li ser bêtêlê dengê hevrê Rûken dihat, hema piştre yan teqînek pêk dihat, yan jî şer destpê kir. Dema di jiyanê de çiqasî atîk û kêrhatî bû, di şer de jî wisa atîk û pêşeng bû hevrê Rûken. Çend saetan deng nehatiba me mereq dikir, li ser bêtêlê pirs dikir. Hevrê Sarya çawa di jiyanê de bi henek û moral bû, wna rojan jî wisa bû. Dengê wê wisa ne ku mîna di şer û teqînan de, mîna ku di şeveke welê de ku her kes govend digire û moral e, dihat. Bi şerkirin wiha jin dihate heskirin. Bi şerkirinê wiha berxwedêr dibû, bi şerkirinê heskirina jiyanê belavî derdor dikir.

Wan jî îhtimala ku di encama berxwedanê de bigihêjin şehadetê dizanî, bi zanabûna hemû pêkhatina bûyeran jiyan û hebûn. Wan mîna jinan şer kir, pêşengtî ji vê berxwedanê re kiri û mîna hemû jinên li Zagrosan, wê qet neyên ji bîrkirin.

-QEDIYA -