'Pêdiviya mirovahiyê bi nêrînên Rêber Apo heye'

"Wê feraseta ku Rêber Apo xistiye tecrîdê, îro hemû mirovahî xistiye nav tecrîdê. Girtiyên me di destê dewleta Tirk de dîl in. Polîtîkaya li ser girtiyan bi giştî li ser gelê Kurd tê meşandin."

Endama Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî derbarê vîrusa koronayê, vîna jinê, civak xwe çawa diparêze, êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan û li ser rewşa girtiyên siyasî ji ANF'ê re axivî.

Niha bi giştî li cîhanê rojev vîrusa korona ye. Rêber Apo di gotinên xwe de behsa nexweşiya kapîtalîzmê dike. Vê şewba îro, gotinên Rêber Apo piştrast kir. Ev nexweşî bi çi armancê derket, her wiha tekiliyên kapîtalîzm ango netewe-dewlet bi vê nexweşiyê re çi ye, hûn çawa dinirxînîn?

Mirovahî îro bi qeyranekê ve rû bi rû ye. Lê belê Rêber Apo ev qeyran, ev alozî û krîza heyî ji zû ve analîz kiribû. Rêbertî ji vê re digot: ‘Qirkirina civakê’. Bi rastî ji tu lê dinihêrî li ser temamî civakê qirkirinek heye. Careke din derket holê ku fikrên Rêber Apo çi qasî rast bû. Analîzên Rêber Apo yên li ser pergala kapîtalîst, di warê îdeolojî, siyasî, aborî, çandî û felsefî de, bi giştî jî nirxandinên Rêbertî yên li ser diyarkirina pirsgirêkan û him jî di warê çareseriyê de, îro bêtir cih girtiye. Careke din derketiye holê ku pêdiviya mirovahiyê bi fikrên Rêber Apo heye. Ji bo vê jî ez di destpêkê de berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê silav dikim. Bi taybetî jî welatparêzên me yên li Ewropayê, kesên demokrat û azadîxwa silav dikim. Mirovên ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dane, ez wan jî bi bîr tînim. Em diyar dikin ku hemû kes qurbaniyên vê pergalê ne. Kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, em şifaya xêrê ji wan re dixwazin. Dema mirov analîz û tehlîleke giştî ya perglaê bike, derdikeve holê ku ev ne qeder e û ne xezeba Xwedê ya li ser mirovayetiyê ye. Vê pergalê mirov aniye çi halî, divê hemû kes li xwe hay bibin. Çima mirov rastî belayeke wisa hatin? Divê civak bi awayî giştî vî tiştî tehlîl bike. Gelo ev nexweşî nakokiyên pergalên Çîn, Emerîka û Îranê ne?An jî teqîna tiştên ne xwezayî ne? Sedem çi be jî divê em bizanibin ku ev nexweşî ne tiştekî xwezayî ye. Bi zanebûn derxistine holê, ev ne tiştekî xwezayî ye. Ev nexweşî encama pergalê ye. Dema ku mirov li dijî pergalê çalakiyan li dar nexe, bi zanistî û girseyî xwe rêxistin neke, wê gelek xezebên din were serê mirovayetiyê. Sermesele dibêjin wê çend sal şûnde hişkesaliyeke gelekî mezin çêbibe. Dawiya erdhej û karesatên din nayê. Rêbertî berê jî qala vî tiştî kiribû ku qeyrana kapîtalîzmê ne ji bo demeke kurt e. Wê her dem alozî û qeyranên cihê pêk werin.

Yek ji sedema vê krîzê jî ji ber hebûna bindest û serdestiyê ye. Îro jî dema em lê dinihêrin, kesên feqîr dimirin. Kesên dewlemend cihên wan ên cihê hene. Kesên feqîr dibin mexdûrên vê pergalê. Yên ku ji neçarî dixebitin jî dîsa feqîr in. Ew serdestên ku gelek karesat anîn serê Nagazakî û Helepçeyê îro dikarin gelek mirovan ji çav derxînin. Teknîk îro gelekî pêş ketiye, mirov îro diçin fezayê lê gelo çawa nikarin ji vê nexweşiyê re derman bibînin? Çima wisa bû, ji ber ku hevsenga xwezayê xerabtir dibe. Ev pergal ji bo berjewendiya xwe dikare bi her tiştî re bilîze. Ser erdê û binê erdê, bi bombeyên kîmyewî organîzmayên zindî pûç dikin. Dikarin bi axê, avê û hewayê bilîzin. Bi xwezaya her tiştî dilîzin, hormonan didin nebatan û êdî pergala bedena mirov nikare xwe biparêze. Di heman demê de kapîtalîzm êrîşê dibe ser civak û civakîbûnê. Hevsenga ekolojiyê herî zêde da nîşandan ku her zindiyek zarokên vê xwezayê ne. Ji ber ku mirov îxanet bi dayika xwe kiriye, îro jî ekolojî heyfa xwe ji mirovayetiyê distîne. Derket holê ku paradîgmaya me ji bo gelan çarenûs e. Yek ji encama van bûyeran jî bajar in. Li bajaran neheqî tê serê mirovan. Xesp û talan li bajaran rû dide. Gelo çima ev nexweşî li bajaran derket holê? Divê em vî tiştî bipirsin, çima herî zêde li bajaran dimirin? Ev tê vê wateyê ku pergala kapîtalîst ji serî heta binî nexweşî ye. Di civaka xwezayî de nexweşiyên wisa tune. Dema nexweşiyek hebe jî civak xwe bi xwe çareseriyan dibîne û dikare bi dermanên xwezayî xwe pal bike. Mînaka Kubayê gelekî balkêş e. Ligel ku pêncî salan Emerîkayê ambargo danî ser Kubayê, lê di warê tendirustiyê de Kuba di cîhanê de li pêş e. Kubayê ev tişt derxist holê, gava sosyalîzmeke li ser xwe hebe, civak jî li ser xwe ye û sihheta wê li cî ye.

Bi vê nexweşiyê re dixwazin model û pergaleke nû ava bikin. Sala borî gelo çima Erdogan, Trûmp û Pûtîn her dem dihatin ba hev? Vê vîrusa ku hatiye belavkirin, gelo ne encama hevdîtin û fikra van kesan e? Yên ku Nagazakî û Helepçe bomberdûman kirin, dikarin vê belayê jî bînin serê mirovayetiyê. Ji bo wan qurbankirina mirovan ewqas ne girîng e. Ji bo ku pergala wan ji nav vê krîzê derkeve, dikarin aboriya xwe jî teng bikin. Operasyon û êrîşên wan ên li ser Rojhilata Navîn jî tu encam bi dest nexist. Dîtin ku tevdîrên wan têr nake, her ku xwestin krîzê ji holê rakin lê belê krîz kûrtir bû. Hemû polîtîkaya pergalê hilweşiya. Erdogan bi xwe jî got ev bûyer dikare di cîhanê de pergaleke nû ava bike. Salên berê mirovahiyê li hemberî vê pergalê serî hildan. Li Îran, Iraq, Fransa, Emerîka û gelek welatan mirovan li dijî netewe-dewletê serî hildan. Ji bo ku civak neyên ba hev û bertekên xwe diyar bilin, rojevên wisa danîn holê. Bi vê bûyerê re dibe ku modela jiyan nû were derxistin. Pergala kapîtalîzmê di mirovahiyê de ezezîtî zêde kiriye. Lê belê dîsa jî nikare civakîbûnê bi temamî ji holê rake. Îroj bi tecrîdkirina mirovayetiyê re dixwazin ezezîtiyê bi pêş bixînin û bikin ku her kes encax jiyana xwe rizgar bike.

Li hemberî vê nexweşiyê dewlet nikare civakê biparêze. Li hemberî van tiştan divê civak çawa xwe biparêze û jiyaneke çawa ava bike?

Her roj qala tevdîrên rojane tê kirin. Lê ev tevdîr ne mayînde ne. Divê mirovahiyê baş fêm bike ku heta ev pergal hebe, wê vê belaya li ser civakê her dem xwe nû bike. Ji ber ku ev pergal dixwaze civakîbûnê ji holê rake. Alternatîf ev e ku divê em bibêjin, gelo em çawa dikarin vê pergalê qels bikin an jî ji desthilatdariyê bixînin. Tevdîrên esasî û mayînde ev in. Ev bûyer divê bibe sedema lêpirsîna koka dewletê. Pêwist e mirovahî bi xwe jiyana xwe biafirîne. Dema lêpirsîn çêbibe, wê demê ew ê fikirandin û çareserî jî ava bibin. Têkoşîna li hemberî vî tiştî jî girîng e. Em ê ew şîrketên fizûlî ji holê rakin. Em ê careke din hevsengên ekolojîk ava bikin.

Divê civak ne bendewarê dewletê be, divê civak karibe xwe bi xwe rêxistin bike. Li qadên ku lê dijîn, li hemberî şîddetê dikarin ji xwe re komîteyan ava bikin, dikarin xwerêxistin bikin û bûyeran teşhîr bikin. Divê yekîtiya civakî saz bikin. Wekî kampanyaya malbatên hevgirt dikarin pişta hev bigirin. Civak bixwaze dikare jiyaneke alternatîf ava bike. Heke îroj nikaribin dakevin qadan dikarin li ser faks, înternet û rêbazên cuda helwesta xwe nîşan bidin. Rêbazên têkoşînê gelek e. Li welatekî mirov rojekê grevê bikin û neçin ser kar wê ew pergal birûxe. Jixwe dewlet dixwaze bi halekî tirsonek mirov li benda mirinê bin.

Têkildarî li ser civakîbûnê, ji ber ku jin pêşengtiya civakê dikin, dixwazim di vî warî de pirsekê bikim. Bi koronayê re şîddeta li ser jinê girantir bû. Jin di malê te hatin girtin. Divê jin li hemberî vî tiştî xwe çawa biparêze û têbikoşe?

Divê jin vê pêvajoyê ji bo xwe wekî înzîwayê bigire dest. Fikirandineke kûr pêwist e. Divê em vî tiştî ji xwe bipirsin ‘Gelo em mirov çima ketine vî halî’ Em ê çawa ji nav vê rewşê derkevin? Di destpêkê de divê em di warê ferasetê de xwe ava bikin. Di warê felsefîk û bîrdozî de asta zanabûna xwe bi pêş bixin. Ji vê şûnde divê jin têkeve nav lêgerînê.

Bi şewba koronayê re derket holê ku heta pirsgirêkên civakê hebe, tu kes nikare xwe rizgar bike. Rizgarbûna takekesî nabe. Gava tu bala xwe nede tiştên tên serê civakê û berteka xwe nedî diyarkirin, di dawiyê de ew ê hemû destkeftiyên te têk biçin. Civak fikirandina herî girîng e. Ji bo çareseriyê jî divê mirov fikrên mayînde ava bike û li gorî wê têbikoşe. Tişta ku pergala kapîtalîst ava kiriye jî fikirandina takekesî ye. Divê jin ji nav vê nêzikatiyê derkeve. Jin çiqasî vegere cewhera xwe, wê ji pergala kapîtalîzmê jî dûr bikeve.

Meseleya din jî divê jin diyardeya malbatê analîz bike. Ji ber ku li gorî Rêbertî malbat, qefes e. Li hemberî tiştî malbata demokratîk çawa ye, zilam çawa tê guhertin divê mirov li ser van tiştan bifikire. Jina perwerdebûyî dikare zilaman jî perwerde bike. Jina perwerdebûyî dikare pêşengiya civakê jî bike. Zilamên ku zilm û zor li jinan kirin, îro hemû hatin berdan. Ji ber vê jî bendewariya ji dewletê ne çareserî ye. Em bang li hemû jinan dikin, dema vî tiştî ku jin li hemberî kapîtalîzmê şer bike. Em ji hêza jinê bawer dikin.

Hemû dinya ketiye heyra ku wê çawa xwe ji vê nexweşiyê rizgar bike lê dewleta Tirk tekane derdê wê ev e ku wê çawa Kurdan qir bike. Herî dawîn êrîşî Kampa Şehîd Rustem Cûdî kirin. Li wir sê jinên sivîl şehîd bûn. Piştre jî bi destê PDK’ê Qada Zînî Wertê hate girtin. Li gorî we têkiliya êrîşên dewleta Tirk û nêzikatiya PDK’ê çawa ye?

Dewleta Tirk ji bo Kurdan qir bike, sond xwariye û vê sonda wê zû bi zû nerm nabe. Ya girîng ev e ku em Kurd çawa vî tiştî dinirxînin. Dewleta Tirk heta dawiyê dijminatiyê dike û tiştekî jî teqsîr nake. Dewleta Tirk her firsendê ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne. Dewleta Tirk vê vîrusê jî ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne. Çawa ku 15’ê Tîrmehê ji bo xwe bi kar anî, niha jî dixwazin sûdê ji van bûyeran werbigire. Dijmin her dem dijminatiya xwe dike, lê ya girîng em Kurd çi dikin? Ma qey em ê bibin qurbaniyên vê pergalê û stûyê xwe xwar bikin? Ya din jî feraseta PDK’ê dilê mirov li hev dixe. Yanî bicihkirina asayîşê li wir çi ye? Jixwe îro kes nikare ji mal derkeve. PDK li wir bi cih bûye gelo çima li gerîla tê xistin? Tê wateya ku hevkariya wan bi Tirkan re heye. Hin kes dibêjin ‘Em rexne dikin, mêtirsiya me heye’. Gotin têr nake, divê mirov navê vî tiştî rast diyar bike. Ev tişt jî hevkariya bi dijmin e. Wekî Astiyag gotî ‘Hey nemerd, tu li dijî me yî lê tu çima bi dijmin re dixebitî’ Divê gelê Kurd dijminê xwe baş nas bike.

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker li derveyî mirovahiyê ye. Cenazeyê Egîd Îpek bi kargoyê ji malbata wî re dişînin, ev jî tê vê wateyê ku bi nirxên herî pîroz jî dilîzin.Vê kiryara dewleta Tirk ne nû ye, berê jî ev tişt kiribûn. Berê jî serê hevala me Rojda Maku jêkiribûn û poşet danîbûn ber serê wê. Berteka gel girîng e, divê gel di her warî de bertekan nîşan bide. Em berxwedana dayika Xalîse silav dikin. Sekna dayika Xalîse û sekna dayika Gulîzer di dîroka Kurdistanê de jî heye. Di serhildanan de sê seriyên jêkirî datînin ber dayika Gulîzar û jê re dibêjin tu vana nas dikî? Dayik lê dinihêre ku kurê wê ne û bi zimanekî berxwedanê dilorîne. Ev qas êşeke giran e ku bi serbilindî pêşwazî dike. Dayika ku dikare li hemberî cenazeyê kurê xwe sekneke wisa raber dike, dikare her tiştî bike. Di dîroka me de gelek dayikên wisa hene û van dayikan pêşengtiya şer û têkoşînê kirine. Em bi van dayikan serbilind in. Heta ku dayikên me yên wekî dayika Xalîse hebe wê têkoşîna me jî bidome.

Herî dawîn li meclîsê biryara berdana girtiyan hate dayin lê ew ê girtiyên siyasî neyên berdan. Him ji bo tecrîda li ser Rêber Apo û him jî li ser girtiyên siyasî helwesta tevgera jinê çi ye? Divê çi were kirin?

Wê feraseta ku Rêber Apo xistiye tecrîdê, îro hemû mirovahî xistiye nav tecrîdê. Girtiyên me di destê dewleta Tirk de dîl in. Polîtîkaya li ser girtiyan bi giştî li ser gelê Kurd tê meşandin. Bi vê biryarê re xwestin ‘kesên siyasetê dikin û li dijî dagirkeriyê derdikevin’ divê bimirin kesên bêexlaq, diz û tecawizkar jî divê werin berdan. Kesên wekî Alaattîn Çakici berdan.Ev kes kujerê gelek kesan e. Divê em vî tiştî bibînin. Kesên ku cenazeyê Egîd bi kargoyê şandin dikarin her tiştî bikin. Divê gelê me berteka xwe nîşan bide.

Derbarê tendirustiya Rêber Apo divê agahî were stendin. Gelo li wir testên koronayê dikin an nakin? Herî zêde di vê demê de pêdivî bi fikrên Rêber Apo heye. Ji ber vê jî divê her kes li hemberî vî tiştî fikra xwe diyar bike. Rêber Apo dikare çareseriyan ava bike. Civak bi vî tiştî dizane û dixwaze ji Rêber Apo agahiyan bistîne. Em Tevgera Jinê jî, heta ku Rêbertiya me azad bibe wê têkoşîna me bidome.