PDK tevî dagirkeran êrişî xizmên şehîdan dike

75 sal li ser damezrandina PDK’ê derbas dibe, lê di tevahiya dîroka xwe de tenê ji bo kêliyekê be jî ji dijminan dûr neketiye û niha jî di qonaxa herî metirsîdar a xwe de ye.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku nîqaşeke zêde li ser dîroka wê heye û pir rexne lê hatine girtin wiha tê pênasekirin ku PDK timî li dijî gelê Kurd û welatparêzan bi dagirkeran re bûye. Bi şêweyekê li dijî xeta azadî û têkoşînê her tim xeta cerdevanî û nokerî hilbijartiye û destê xwe daniye nav destê dijminan û wek kurmê darê bi berdewamî êrişî welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê kiriye.

75 sal li ser damezrandina PDK’ê derbas dibe, lê di tevahiya dîroka xwe de tenê ji bo kêliyekê be jî ji dijminan dûr neketiye, niha jî di qonaxa herî metirsîdar a xwe de ye û bi rengekî pir eşkere û bê şerm dijminatiyê li dijî welaparêzan dike.

Ji bilî ku pena dide serkêşên Baasî û Enfalkar, niha PDK’ê rê daye dewleta Tirk ku bi dehan baregehên sîxurî û leşkerî li xaka Herêma Kurdistanê bi taybetî jî li bajarên Hewlêr û Dihokê çêbike. Ne tenê vê belku di pêşveçûna wan ya ji bo herêmên gerîlayan û êrişkirina li ser wan jî alîkarî dike. Her wiha di nava bajaran jî welatiyên penaber ên Bakurê Kurdistanê dersînor dike û ji bajêr diavêje. Mînaka wê jî li hemberî malbata Hesen Kaçar pêk anî, ew welatiyê Bakurî û malbata wî roja 23 Mijdar a 2021’an ji Hewlêrê derxist.

Hinceta PDK’ê ya dersînorkirina wê malbata penaber a ji bajarê Hewlêrê jî ew e ku dibêje malbat li ser asayişa herêmê metirsî ye; di demekê de ku PDK vî malbata sivîl, bê çek û penaber weke metirsî dibîne, lê bi dehan baregehên dagirkeran û hezaran tank û topên Tirkiyeyê wek metirsî li ser herêmê nabîne. Ev yek vê rastiyê nîşan dide ku PDK beşek ji sazûmaniya dagirkeran e.

Ew sûcên ku PDK’ê li dijî gelê Kurd dike bi qasê ku tu kes nikare înkar bike pir eşkere û vekirî ne. Hin caran berpirsên PDK’ê wek serfirazî behsa sûcên xwe dikin, mînak di propagandaya hilbijartina parlementoya Iraqê ya 22’ê Îlona îsal de endamê Polîtburoya PDK’ê Kak Emîn Necar di mîtîngekê de îtîraf kir ku gelek berpirsên kevn ên dema hikumeta berê ya Iraqê (rejîma Baas) niha li Hewlêrê ne.

Di heman demê de Necar anîbû ziman ku di dema derbasbûyî de bi dehan car ligel berpirsên Baasî civiyane.

Di berdewamiya sûcên çekdarên PDK’ê de, şeva 28-29’ê Tîrmeha îsal li navçeya Xelîfanê li pêşiya komek gerîla kemîn danîbûn ku di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û gerîlayek birîndar bibû. Cenazeyên 5 gerîlayên şehîd ku 2 ji wan xelkê Rojavayê Kurdistanê ne desteser kirin. Xizm û malbatên her du şehîdên ji Rojava ev çend meh in ku ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe daxwaza radestkirinê ji PDK’ê dikin. Bi vî armancî li deriyê sînorî yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê wek nerazîbûnekê li dijî PDK’ê ku cenazeyên zarokên wan radest nake çalakiya konvedanê li dar xistine. Lê belê bersiva PDK’ê û çekdarên wê êrişkirina ser xizm û malbatên şehîdan bûye.

Di kiriyarê herî dawî yê nemirovî yê PDK’ê de ku deriyên mirovî yên Sêmalka li ser Rojavayê Kurdistanê girt û hewl dide ambargoyê pêk bîne. Sûcên ku PDK dike di demekê de ye ku dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Zirgan û Til Temir ên Rojavayê Kurdistanê li hemberî sivîlên gundewarên wan navçeyan dest bi êrişan kiriye û topbaran dike. Wateya êrişên Tirkiyeyê û yên PDK’ê hemwext in.