PDK li Bradostê bingehê amade dike, artêşa Tirk jî lê bi cih dibe

Artêşa Tirk ku 18'ê Kanûnê ji bo dagirkirinê kete herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê, amadekariyan dike ku sê baregehên leşkerî li herêmê çêbike. PDK jî bingehê ji artêşa Tirk re amade dike.

Artêşa Tirk, şeva 18'ê Kanûnê ji bo dagirkirinê ji Şemzînanê derbasî herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bû, ku ji Geliyê Reş, Geliyê Hecî Beg, derdora çiyayê Sior, dora gundên Bermize, Çinarok, Eşîme Nû, Eşîme Kevn û Kevnegund pêk tê.

Hat ragihandin, leşkerên Tirk li çiyayê Siro, girê Keçînî yê li Deşta Heyatê û geliyê Mavanê amadekariyê dikin ku sê baregehên leşkerî çêbike. Gundiyên Siro yê li jêra girê Keçînî ye, nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk dan û diyar kirin ku di vê dagirkeriyê de roleke girîng ji PDK'ê re hatiye dayin.

PDK JI BO LEŞKERÊN TIRK ÎSTÎXBARATÊ KOM DIKE

Gundiyekî nexwest navê xwe eşkere bike, li ser hêz û asayîşa PDK'ê ev agahî da:

"Roja ku Tirkiye ji bo dagirkeriyê kete nava herêma me, PDK'ê jî hêza xwey a jê re Spayî Barzan dibêjin şand vê derê. Ev hêz berê li dijî gerîla tevdigeriyan û hewl didan ku liv û tevgera gerîla asteng bikin. Niha jî hema bêjin, hewl didin leşkerên Tirk biparêzin. Bi şev diavêjin ser malên me û gefê li me dixwin û dibêjin, 'kî alîkariyê bide gerîla, têkiliyê bi wan re deyne û agahiyan bide wan, em ê bigirin û bidin Tirkiyeyê'. Ev rewş nîşan dide ku bi Tirkiyeyê re planên wan ên gemarî li ser herêma me hene."

Gundî anî ziman ku destûr nayê dayin şivan, ciwan û şêniyên gund xwe nêzî herêmên leşker lê bi cih bûne bikin û wiha dewam kir: "Em nema dikarin sewalên xwe derxînin û bidin çêrandin. Şivanên me nikarin tevbigerin. Ji bo komkirina êzingan jî em nikarin biçin herêmê. Axa me li me hatiye qedexekirin. Di ser re hêzên asayîşê jî gefê li me dixwin ku yên derkevin derve wê bigirin."

CERDEVAN LI BAKUR, PDK LI BAŞÛR!

Derket holê ku beşek ji cerdevanên artêşa Tirk bi xwe re birine, li derdora Diyanayê mûçeyê pêşmergetiyê digirin. Şêniyekî ji Diyanayê ku nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman, hin kesên ji dora Şemzînanê hatine anîn, li Başûr maeşê pêşmergetiyê digirn, li Bakur jî cerdevaniyê dikin. Şêniyê Diyanayê anî ziman ku beşek ji van kesan ji bo dagirkeriyê anîne herêmê û got, "Ev kesên navborî maeşê pêşmergetiyê ji PDK'ê digirin. Ji Tirkiyeyê jî maeşê cerdevaniyê digirin. Ev pêkanîn wê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê mayinde bike. Ev rewşeke gelekî xetere ye. Wekî dikare di navbera Kurdan de rê li ber şerekî nû yê navxweyî veke. Ji xwe armanca Tirkiyeyê kuştina Kurdan bi destê Kurdan e. Hêvîdar im wê PDK di demeke nêz de dest ji vê polîtîkayê berde."