PDK ketiye nava hewldanên gel li dijî PKK’ê rabike

PDK a li gel dewleta Tirk di nava hevkariyê de ye, vê carê li herêmê dixwazin gel li dijî PKK’ê rake ser lingan.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, komeke ji endamên fraksyona PDK’ê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê pêk tê, sibeha roja Şemiyê serdana herêma Bradostê kirine.

Hate ragihandin ku kom bi rêveberên navçeya Sîdekan û gelê herêmê re civiyane.

Li gorî nûçeya ku agahiyan dispêre çavkaniyên herêmî, heyeta parlementerên PDK’ê daxwaz ji xelkê herêmê kirin ku dijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), hizbên Rojhilatê Kurdistanê helwest nîşan bidin û xwepêşandanê lidar bixin.

Her wiha parlamenterên PDK’ê ji xelkê herêmê re gotin ku ji ber hebûna PKK û hizbên Rojhilat, Tirkiye û Îran herêmê bombebaran dikin.

Balkêşe ev hewldana PDK’ê di demek wisan de ye ku xelkê herêma Bradost, xwe amade dikir li dijî bombebarana dewleta Tirk xwepêşandek lidar bixin.

Dihat payîn xelkê herêmê duh piştî nimêja Înê xwepêşandan lidarxistiban. Lê ji aliyê rêveberên herêmê hatin asteng kirin û PDK dixwaze helwesta xelkê herêmê berevajî bike.

Lê heya niha PDK’ê nekariye xelkê herêmê bixe nava pîlana xwe, xizmeta dagirkeran bike û ji bo berjewendiyên xwe bikarbîne.

Parlementerê PDK’ê Erşed Hisên Lolanî 1’ê Hezîrana 2018’an li gundê Bermîze leşkerên Tirk ên dagirker pêşwazî kiribû û li gund gerandibû. Lolanî piştre jî 30’ê Îlonê di hilbijartina parlementoyê de bû parlementerê PDK’ê.