PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
Hêzên PDK'ê bi blokên mezin Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt.
Hêzên PDK'ê bi blokên mezin Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt.
Aliyê Pêşxabûr (Başûrê Kurdistanê) yê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê serê sibehê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate girtin. Hêzên PDK'ê bi blokên mezin ên metal derî girtin.
Rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ragihandin ku rayedarên PDK'ê bêyî daxuyaniyekê bidin pira Sêmalkayê girtine.
PDK a ku bi fermanên dewleta Tirk a dagirker tevdigere, beriya niha jî gelek caran Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girtibû û ambargo danîbû ser gelê Rojava.
Li gorî agahiyan, PDK'ê karên li deriyê sînor hemû rawestandiye.