PDK berevajî biryarên parlamentê yên derbarê Rojavayê Kurdistanê tevdigere

Parlamenta Herêma Kurdistanê bi fermî Rojavayê Kurdistanê nas kiriye û hikumet neçar kiriye ku alîkariyê bidin vî beşê Kurdistanê. Lê PDK berevajî van biryaran nêzîk dibe û nûnerên rêveberiya xweser destgîr dike.

Asayîşa PDK’ê roja 10’ê Hezîranê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen û 2 endamên din ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz li bajarê Hewlêrê destgîr kiriye. Tevî ku rêveberiya xweser çendîn car daxwaza azadkirina hevalên xwe kiriye, lê heya niha asayîşa PDK’ê têkildarê destgîrkirin û ragirtina wan a di girtîgehê de ti daxuyaniyek nedaye.

Di heman demê de ji roja destgîrkirina wan heya niha ti agahiyek di derbarê wan de nehatiye bi destxistin û ti hevdîtinek rasterast pêk nehatiye; tenê carekê bi rêya telefonê bi qasê 3 deqeyan bi malbatên xwe re karîne biaxivin. Di hevdîtina telefonî ya bi malbatan de ev agahî dane, “Lêpirsîneke giran li hemberî me tê kirin.”

Ew şêwazê nêzîkatî yê PDK’ê ya li hemberî nûnerê rêveberiya xweser û endamên PYD’ê di demekê de ku parlemana herêma Kurdistanê di 15.10.2014’an de çend biryarên ji bo piştgirîdayîna rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê daye.

BIRYARÊN PARLAMENTA HERÊMA KURDISTANÊ

Biryarên parlamenta herêma Kurdistanê yên bi mebesta piştgirîdayîna rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê wiha ne:

1-    Parlamenta herêma Kurdistanê piştewaniya vîna gelê Rojavayê Kurdistanê dike ku bi her şêwazê xwe birêve bibe. Pêwîste hikumeta herêma Kurdistanê li hemberî wê bi fermî nêzîkatî raber bike.

2-    Pêwîste hikumeta herêma Kurdistanê li gorî asta darayî ya xwe alîkariya pêwîst pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê bike.

3-    Pêwîste bi rêya aliyên pêywendîdar ên hikumetê ev biriyar werin pêkanîn.

4-    Kar li ser biryarên ku berevajî hikmên vê biryarê bin nayê kirin.

Ev biryarên parlamenta herêma Kurdistanê ku nûnerê vîna gelê Başûrê Kurdistanê dike, di xala yekemîn de pir zelal e ku ji hikumetê daxwaz dike ku bi fermî nêzîkatî raberî Rojavayê Kurdistanê bike, lê hikumeta herêmê ku bi serkêşiya PDK’ê rê nade nûnertiya xweseriyê li bajarê Hewlêrê bi rengekî fermî hebe. Ev di demekê de ye ku nûnertiya xweseriyê li gelek welatên Erebî û Ewropayî heye.

RÊ NAYÊ DAYIN RAGIHANDINA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ LI HEWLÊRÊ KAR BIKE

Bi rexmê ku gelek kanalên ragihandinî yên PDK’ê bi rengekî pir serbest li Rojavayê Kurdistanê buroyên wan heye û karê xwe dikin, lê PDK rê nade kanalên ragihandinê yên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kar bikin û buroya wan hebe.

PDK ne tenê nêzîkatiyeke fermî raberî Rojavayê Kurdistanê nake, belku dîplomatên wê destgîr dike û dijbertiya rêveberiya xweser dike.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrşen Hesen ku buroya wan li bajarê Silêmanî ye derbarê destgîrkirina nûnerê xwe û du endamên PYD’ê yên li bajarê Hewlêrê ji ANF’ê re ragihand; “Me bi berpirsên PDK û asayîşê re gotûbêj kiriye, lê bi ti awayî bersivek erênî nedane me. Lê em dizanin ku li ser daxwaza PDK’ê hatine destgîrkirin û li asayîşa giştî di girtîgehê de tên ragirtin.”

Hesen di dewama axavtina xwe de diyar kir, “Rewşa tendirustiya hevalên me nebaş e, bi taybetî yek ji wan hevalên me ku pirsgirêkê wî yê tendirustiyê heye û divê serdana doktor bike, ji ber divê berdewam derman bikar bîne. Lê heya niha di wê mijarê de ti alîkariyek nekirine.”

“EV NÊZÎKATIYÊ PDK’Ê CIHÊ ŞERMEZARIYÊ YE”

Nûnera Rêveberiya Xweser Nûrşen Hesen her wiha îşare bi eşkere nekirina sedemê destgîrkirina hevalên xwe kir û wiha pêde çû: “Mehek û nîv e ku hevalê me hatine destgîrkirin, lê heya niha ti daxuyaniyek fermî têkildarî sedemê destgîrkirina hevalên me nehatiye dayin. Ev yek cihê şermezariyê ye. Li gorî yasayên herêmê ev yek ne rast e û berevajî yasayên hikumeta herêma Kurdistanê ye. Nêzîkatiyên bi vî rengî wek helwestek siyasî ya li hemberî rêveberiya xweser û PYD’ê tê dîtin û bi taybetî li hemberî gelê Kobanê; ji ber ku her sê hevalên me ji kantona Kobanê ne.”

“DAXWAZ DIKIN KU NÛNERTIYA RÊVEBERIYA XWESER LI HEWLÊRÊ BI FERMÎ BÊ NASKIRIN”

Hesen wih dawî li axavtina xwe anî: “Daxwaza me ji PDK’ê eve ku demildest hevalên me serbest berde, di heman demê de daxwaz ji partiyên siyasî ên Başûrê Kurdistanê jî dikin ku di vê mijarê de xwedî rol bin. Ji parlemena herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku di vê dozê de xwedî helwest be, di heman demê de nûnertiya rêveberiya xweser li bajarê Hewlêrê jî bi fermî nas bike.”