Pasdarên Îranê gule li 2 kolberan barand

Pasdarên Îranê li ser sînorê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan barand. Kolberek hate qetilkirin û yek jî birîndar bû.

Êrîş roja Duşemê di navbera Pîranşar û Zozanên Gortesê yên Qendîlê de pêk hat.

Pasdarên Îranê gule li kolberan barand. Kolberê bi navê Hasil Baterîn (16) ê ji gundê Nalenê hate qetilkirin û kolberê bi navê Îbrahîm Elî (50) yê ji gundê Turkeşê jî bi giranî birîndar bû. Di êrîşa pasdaran de 5 çêlekên kolberan jî telef bûn.

Pasdarên Îranê li ser sînor mirovan qetil dikin û tu ceza li wan nayê birrîn. Ji ber van înfazan her sal bi dehan kolber tên qetilkirin.

Di nava çar mehên dawîn de nêzî 30 kolber hatin qetilkirin. Li gorî malpera Kobernewsê herî kêm 55 kolber birîndar bûne.