Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Silêmanî li dijî dagirkeriyê bang kirin

15 partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker-mêtinger li Silêmaniyê banga tevlîbûna çalakiyên xurt ên bên lidarxistin, kirin.

15 partî û rêxistinên bi daxuaniyek ragihandin ku wê di rojên bê de li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê û qetilkirina sîstematîk açalakiyek berfireh li Silêmaniyê lidar bixin û banga tevlîbûnê kirin.

Desteya Dijî Terorê ya ku ji 15 rêxistinên sivîl û partiyan pêk tê, têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk li Parka Nalî ya Silêmaniyê daxuyanî da.

Berpirsa Şaxa Komeleya Afretên Kurdistanê Dayik Perçem daxuyanî xwend û got: “Bi saya bêdengiya vê sîstema hikûmraniya Başûrê Kurdistanê heye, rojane zarokên bi rûmet, azadîxwaz ên gelê me rûbirûyî gefên teror û tinekirinê dibin. Ev jî li ser destê saziyên îstixbaretî û sîxûriyê dagirkerên Kurdsitanê pêk tê. Bi roj têkoşer û şoreşgerên Kurd şehîd dikin.

Dagirkerên Kurdistanê bi taybet Tirkiye û Îran dixwazin bi riya van kiryarên terorî bi temamî dengê azadîxwaz û neteweyî yê gelê me biçewisîne. Heta ku zemînê dagirkerî û komkujiyê li ser Herêma Kurdistanê xweştir bike. “

Di berdewwama daxuyaniyê de, bêdengî û bêhelwestiya rêveberiya Herêma Kurdistanê sedema berdewamkirina van bûyeran tê destnîşan kirin û tê gotin ku rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên hizbî û malbatatî di komkujiya xelkê bişefer de rol heye.

15 partî û rêxistinên ragihandin ku wê di rojên bê de li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê û qetilkirina sîstematîk çalakiyek berfireh li Silêmaniyê lidar bixin û wê bêhelwestiya rêveberiya Herêma Kurdistanê bêxin jêr pirsyaran de.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesê tê kirin ku tevlî çalakiya ku wê li dijî dagirkeriyê were lidarxistin bibin.

Navê partî û rêxistinên wiha ne:

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî)

Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu)

Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistanê- Îran

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK)

Grûba Heng

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê

Grûba Asoya Nû

Şaxê Silêmaniyê ya Yekîtiya Lawên Kuridstanê

Şaxê Silêmaniyê ya Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Desteya Însyatîfa Ji bo Konferansa Nîştanî ya Kurdistanê

Rêxistina Rewşenbîrî ya Welî Dêwane

Rêxistina Nîşan a ji bo Şiyariya ferd

Lîsteya Pîşeyî ya Mamostayên Lîjeya Silêmaniyê

Bijûtneweya Demokratîk a Gelê Kurd.