Partiyên siyasî serdana HDP’ê kirin

PSK, PAK, PDK, PDK-T û Tevgera Azadî serdana HDP’ê kirin.

Hevdîtina 5 partiyên ku “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” ava kiribûn a li gel HDP’ê bi dawî bû. Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozeçelîk anî ziman ku hevdîtina wan erênî derbas bû. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî da zanîn ku daxwazên 5 partiyan daxwazên HDP’ê ne û yên gelê Kurd ên hevpar in.

Partiyên Kurdistanî ku ji Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) pêk tên ji bo hilbijartina zordest a dê di 24’ê Hezîranê de pêk bê, “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdîstanî” ava kirin. Serokên giştî yên van partiyan serdana HDP’ê kirin. Serdan li avahiya HDP’a Amedê pêk hat. Heyeta Kurdistanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, siyasetmedar Ahmet Turk, wekîlên HDP’ê û rêveberên DBP’ê ve hatin pêşwazîkirin. Partiyan demek dirêj li ser tifaqê nîqaş kirin. Hat hînbûn ku hevdîtin pozîtîf derbas bûye.

Piştî hevdîtinê partiyan li ber avahiya HDP’ê daxuyanî da.

OZÇELÎK: HEVDÎTINA ME POZITÎF DERBAS BÛ

Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk axivî û wiha got: “Ji bo tifaqek berfireh a hilbijartina pêşwext em hatin serdana HDP. Me di 2’ê gulanê de ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî’ ava kiribû. Me di xalên xwe de ragihandibû ku kî van xalê me qebûl bike, em ê li gel wan tifaqê ava bikin û peywendiyên xwe deynin. Îro em ji bo vê yekê hatin vir û me nameyek radestî birêz Buldan kir. Em dixwazin li ser wan prensîban tifaqa hilbijartinê ava bikin. Hevdîtinên me pozitîf in, lê wê hevalên me bi rêveberiya xwe ve biryara talî bidin. Em wek vê tifaqa Kurdistanî berfirehî tifaqekî pêk bînin.”

BULDAN: DAXWAZÊN 5 PARTIYAN DAXWAZÊN ME NE JÎ

Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û ev tişt got: “Em gelek kêfxweş in ku 5 partiyên Kurdistanî ji bo tifaqa hilbijartinê hatin serdana me. Ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê avakirina tifaqek Kurdîstanî ji bo siberoja Kurdan gelek grîng û watedar e. Heyetê daxwazên xwe radestî me kirin. Ev daxwaz daxwazên ku HDP qebûl dike û yên hevpar ên gelê Kurd in. Elbet ev daxwaz tên qebûlkirin û ji bo siberoja gelê Kurd eleqedar dikin, em girîngiyê didin van daxwazan. Em ê di demek kin de bersiva van daxwazan bidin. Ji bo ev tifaq hin bêtir mezin bibe, ji bo Kurdan watedar e. Em ê van hevdîtinên xwe bi vî rengî di serdema pêşiya xwe de jî dewam bikin. Ji bo ev tifaq hin bêtir berfireh bibe, çi hewldan ji destê me bê em ê bikin. Em ê berpirsyariyê xwe bicih bînin.”