Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê: Serketina me wê dawî li rewşa leşkerî ya Kerkûkê bîne

Ji bilî PDK’ê hemû partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê bi armanca avakirina hevpeymaniyê ya ji bo tevlî hilbijartinên parlementoya Iraqê bibin, civînek lidarxistin.

Îro li navenda Hizba Zehmetkêşan a Kerkûkê bi tevlîbûna rêveberên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî yên bajêr civînek hate lidarxistin. Civîn bi armanca avakirina hevpeymaniyê bû da ku di hilbjiartinên dema pêş yên parlementoya Iraqê de bikarin bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinê bibin.

Piştî civînê berpirsê navenda Hizba Zehmetkêşan a Kerkûkê Şiwan Mihemed civînek ya çapemeniyê li dar xist û got: “Em ji hevpeymaniya di navbera partiyên Kurdistanî yê bajarê Kerkûkê bi hêvî ne. Tevî hemû astengî û rewşa leşkerî ya li Kerkûkê heyî, pêwîst e hilbijartineke rast û dûrî sextekariyê bê rêvebirin, berê me karî ku di şert û mercên leşkerî li Kerûkê hilbijartinê pêk bînîn ku tê de serketî jî bûn.”

Mihemed her wiha bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha pêde çû: “Di wê baweriyê de ne ku ev hilbijartine wê guhertinê baş bi xwe re bîne û dawî li rewşa leşkerî ya li Kerkûkê bîne û mafê her netewe û pêkhateyekê dabîn bike. Dîsa wê civîn bidomin û em ê biryarên komîsyonê bişopînin û li gorî wan biryaran weke partiyên Kurdistanî, em ê jî amadekariyên xwe bikin.”