Partiyên Kurdî nerazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyûman dan

Partiyên Kurd: Qeyûm ne tenê pirsgirêka HDP’ê, tifaqa hilbijartina Kurdistanê û gelê Kurd e; pirsgirêka hevpar a hemû gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye.

Nerazîbûnên li dijî dagirkeriya qeyûm a ji bo Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê didomin. Tevgera Azadî, Partiya Insan û Azadiyê (PÎA), Platforma Kurd a Demokratîk (KDP), Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP), Demokratên Şoreşger (DDKD) û Partiya Demokratîk a Kurdistan-Tirkiye (TKDP) li dijî qeyûman li avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyaniyek hevpar dan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Bedran Ozturk li gel parlementerên HDP’î û nûnerên partiyên Kurd di civînê de amade bûn.

XESPEKE LI DIJÎ VÎNA GELAN

Daxuyanî ji aliyê Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em wezîfedarkirina qeyûman a ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve hate kirin weke xespkirina vîna gel, derbeya li ser hiqûq û demokrasiyê dibînin.

Wezîfedarkirina qeyûman tê wateya dûrketina ji rewabûna û civaka sivîl û demokrasiyê. Ev helwesta ku AKP dike, tê wateya hêviya demokrasiyê bidawîkirine. Wisa dixuyê ku naxwazin demokrasiya Tirkiyeyê bihêz bibin. Em partiyên siyasî û pêkhateyê wê; em van biryarên antî-demokratîk û siyasî şermezar dikin û nasnakin. Ev biryara qeyûmê tê wateya derbeya li dijî vîna gel û demokrasiya Tirkiyeyê.

Qeyûm ne tenê pirsgirêka HDP’ê, tifaqa hilbijartina Kurdistanê û gelê Kurd e; pirsgirêka hevpar a hemû gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ne. Li dijî vê bêdengmayîn, tê wateya erêkirinê. Em bang li raya giştî ya navneteweyî, Komîsyona YE, Komîteya Rêveberên Xwecihî ya Konseya Ewropa û NY dikin ku li dijî vê biaryara antî-demokratîk a qeyûman bibin xwedî helwestên zelal.”