Partiyên Çep piştgiriyên baş didin protestoyên li dijî Erdogan

Rêveberên Partiyên Çep ragihandin ku wê pişta tam bidin çalakiyên protestoyî yên ji aliyê platforma ‘Erdgan Xêr Nehatî’ yên li paytexta Elmaya Berlînê ku li dijî Erdogan ku 28-29’ê Îlonê biçe Elmanyayê bê lidarxistin, bibin.

Cara yekem piştî çend sala wê bi awayekî fermî dewleta Elman Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ya ji bo Elmanyayê pêk bîne pêşwazî bike. Tevî muxalefet û raya giştî ya Elmanya li dijî vê yekê ye jî ,wê Erdogan 28’ê Îlonê roja Înê li Berlînê wê bi xaliya sor bê pêşwazîkirin û roja dinê jî wê li Kolnê jî bi alîgirên xwe re bicive.

Ji bo protestokirina Erdogan ê dîktator tê pênasekirin bi tevlîbûna gelek sazî û dezgehan li bendê ya ku platforma “Xêr Nehatî Erdgaon” “Erdogan Not Welcome” wê dawiya hefteyê li gel tevlîbûna protestoyên bê lidarxistin wê li Koln û Berlînê jî xwepêşandanên navendî lidar bixin.

PARTIYA ÇEP JÎ DESTEK DIDE PLATFORMÊ

Rêveberiya Partiya Çep (Dîe Lînke) a yek ji partiyên muxalîf ên welat e jî, biyar da ku wê destekek tam bidin çalakiyên xwepêşandanî yên li dijî Erdogan ku wê li Berlîn û Kolnê bên lidarxistin. Piştî biryara parçiya çep a ku ji bo hemû sazî û dezgehên xwe şandin û şûnde li bendê y ku hemû endam û hilbijêrên wê bi awayekî girseî tevlî xwepêşandanên navendî bibin.

Rêveberiya Partiya Çep a têkildarî biryara dayî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wê piştgiriyeke tam bidin xebatên platforma ‘Xêr Nehatî Erdogan’. Partiya Çep a bi awayekî tund li dijî pêşwazîkirina Erdgoan a ji aliyê asta jor a dewleta Elma ve nîşan da, bal kişand ku li gel endamên HDP’ê ji 200’î zêdetir rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne.

Partiya Çep bibîr xist ku li Tirkiyeyê hemû mafên demokratîk tên tinekirin û polîs êrîşî xwepêşandanên aştiyane dike û wiha pêde çû: “Tevî ku li Tirkiyeyê siyaseta Erdogan her diçe dijwar dibe jî Wezîrê Karê Derve Heîko Maab dibêje; ‘Tirkiye yek ji hevkarê me yê herî baş e’. Bi vê yekê dewleta Elman weke çengekî yê rejîma Erdogan kar dike. Em vê napejirînin.”

Partiya Çep da xuyakirin ku divê hikûmeta federal a di bin serokwezîrtiya Merkel de di mijara demokrasî û mafê mirovan de bi berpirsyartiya xwe rabe, divê bi awayekî vekirî helwesta xwe nîşanî Erdogan bide.

Li ser banga Platforma ‘Xêr Nehatî Erdogan’ wê 28’ê Îlonê roja Înê saet 16:00’an li Qada Postdamer Platz xwepêşandaneke girseyî bê kirin. Dema ku Erdogan li Kolnê vekirina mizgefteke DÎTÎB’ê bike jî wê saet 11:00’an li Qada Deûtzer Werftê wê standa xwepêşandana prtotestoyî bê kirin.

ERDOGAN MUXALEFETA ELMAN KIR YEK!

Endamê Yekîtiya Demokratên Hur (FDP) parlemeter Bîjan Djîr-Saraî û wekîla partiya Çep Sevîm Dagdelen jî daxuyanî dabûn û diyar kir ku wê wekîlên partiya Keskan û partiya rastgiriyên tundraw AfD jî destek bikin.

Li dijî boykota Erdgoan muxalefetên ji hev dûr ên Elman ketine rewşa yekgirtinê. Lîdera FDP’ê Chrîstîan Lînder, hevseroka Keskan Annena Baerbock û Robert Habeck ên li pey hev daxuyanî dan. Serokê Koma Meclîsa Afd Alexander Gaûland û Alîce Weîdel da diyarkirin ku li gel Erdogan narûnin.

Lîderê RDP’ê Lînder jî diyar kir ku naxwazin bibin parçeyek ji propagandaya Erdogan, parlemeterê Partiya Çep Sevîm Dagdelen jî bi hevpeyvînên li gel çapemeniya Elman kirî jî diyar kir ku li şûna tevlî vexwendina koşka Serokkomariyê bibin wê tevlî xwepêşandanên protestoyî bibin.