Partiyan têkildarî hilbijartina li Başûr daxuyanî dan!

Partiyên bingehîn ên li Başûrê Kurdistanê, li ser nûçeyên ku wê hilbijartin bê taloqkirin daxuyanî dan û destnîşan kirin ku divê hilbijartin divê di demê wê de bê kirin.

Têkildarî nûçeyên taloqkirina hilbijartina ku biryar hatibû girtin ku wê 30’ê Îlonê bihata kirin PDK,YNK û Goran daxuyanî dan.

Endamê Konseya Serokatiya PDP’ê û navê di rêza yekem a hilbijartina herêmî de Hêmin Hawramî got: “Hilbijartin wê 30’ê Îlonê bêkirin. PDK’ê dest bi xebatên hilbijartinê kirine. Navên lîsteya xwe pêşkêşî komîsyonê jî kiye. Weke partiyên din ên siyasî ji bo serketineke nû di pêvajoya demokrasiyê ya Kurdistanê de bi dest bixin ji bo kampanyaya hilbijartinê plansaziyeke me ya baş heye.”

Serokê Karê Hilbijartina Tevgera Goran Belen Îsmaîl nerazîbûn nîşanî gotûbêjên têkildarî taloqkirina hilbijartinê da û ev tişt got: “Xebatên lojîstîkî û komîteyên çapemeniyê yên di derbarê kampanyay hilbijatinê de dewam dikin. Xebatên me yên hilbijartinê bê navber didome.”

Endamê Pîlotburoya YNK’ê Hakîm Kadîr jî got: “Em girêdayî biryara hikûmeta Kurdistan, parlemeto û Komîsyona hilbijartina Bilind a Serbixwe ne. Ji bo hilbijartin di demê wê de bê kirin em di nava hewldanan de ne.

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Kurdistanê jî diyar kir ku xebatên wan ên ji bo hilbijartinê dewam dikin û wê heta 30’ê Îlonê xebat bi dawî bibin.

Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya roja Sêşemê dayî de bibîr xistibû ku wê 30’ê Îlonê hilbijartin bê kirin û nayê taloqkirin.