Partiya Sor a Norwêcê ji bo Rojava bang kir

Serokê Şaxê Ullensaker ê Partiya Sor Arnljok Ask bang li Şaredariya Romerikeyê kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê şermezar bike. Her wiha bang li gelê Norwêcê kir ku tevlî kampanya alîkariyê ya ji bo Heyva Sor a Rojava bibin.

Serokê Şaxê Ullensakerê yê Partiya Sor Arnljot Ask ji rojnameya Eidsvoll Ullensaker Bladê re gotarek nivîsî û hikumeta Norwêcê jî di nav de bang li welatên rojavayî kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin. Ask anî ziman ku pêkanînên ambargoyê yên sivik li dijî dagirkeriyê têrker nînin.

Ask anî ziman ku DYE û Rûsyayê rê dan dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û bi bîr xist, ku Tirkiye ji bo pêkanînên Yekîtiya Ewropayê asteng bike bi şandina penaberan gefê dixwe.

Ask destnîşan kir ku ji ber vê yekê saziyên sivîl ji bo sûcên şer û li dijî mirovahiyê yên Tirkiyeyê asteng bikin divê zextê li hikumetên xwe bikin.

Ask destnîşan kir ku ji bo trajediyên nû yên mirovahiyê bên astengkirin divê dagirkeriya Tirkiyeyê bê rawestandin û got, "Tirkiye her wiha hêzên dagirker ên cîhadîst ku El Qaîde jî di nav de ye ji bo êrişî Kurdan bikin bi xwe re dibe Sûriyeyê."

Ask bang li Meclîsa Şaredariya Romerikeyê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestê nîşan bide.

Her wiha bang li gelê Norwêcê jî kir ku tevlî kampanya Heyva Sor a ji bo alîkariya bi Rojava re bibe.
https://www.heyvasor.com/tr/banga-alikariye-ji-bo-rojava/