Partiya Komunîst a Kurdistanê wê sibê li Hewlêrê çalakiyeke protestoyê bike

Partiya Komunîst a Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk wê sibê li pêşiya Parlementoya Kurdistanê ya li Hewlêrê çalakiyeke protestoyê bike.

Nerazîbûna li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Partiya Komunîst a Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku ew ê sibe li ber deriyê parlamentoya Herêma Kurdistanê dijî dagirkeriya dewleta Tirk û birîna mûçeyê karmendan, çalakiyekê li dar bixin.

Hizba Komunîst di daxuyaniya xwe de bang li hemû endam, alîgir û xelkê Herêma Kurdistanê kir da ku tevlî çalakiyê bibin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku li dijî êrişên dewleta Tirk û birîna mûçeyê karmendan, divê her kes nerazîbûna xwe nîşan bide û sibe li ber derê parlamentoyê amade be.

Li gorî daxuyaniyê sibe saet 10:00’an li ber derê parlamentoyê wê çalakî dest pê dike.