Parlementerên HDP’ê çûn serdana malbata Şenyaşar

Parlementerên HDP’ê çûn serdana malbata Şenyaşar a ku di Nobeta Azadiyê de ne. Parlementeran nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP û MHP’ê dan.

Serdanên ji bo çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 291’emîn de didome.Heyeta HDP’ê ya ku di nav de parlementer Omer Farûk Gergerlîoglû, Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Pero Dundar, Nîmetullah Erdogmûş û Nusrettin Maçin hebûn çûn serdana malbatê. Heyeta HDP’ê ji bo mitînga wê sibe bi dirûşmeya “Niha dema edaletê ye” li navenda pêk bê li bajêr in. Malbatê, bi dowiza “Em edaletê dixwazin”heyeta HDP’ê pêşwazî kirin.

HETA NIHA 9 DOZGER HATIN GUHERTIN

Ferît Şenyaşar ê têkildarî têkoşîna edaletê ya malbatê heyet agahdar kir wiha got: “Yekane geşedan ev e ku dozên dayikê zêde bûn. Walitî dibêje tiştekî ku ez bikim nîne lê li dozên heqaretê li dayikê tên vekirin. Dayik sûcê xwe qebûl dike lê 3 mirov kê kuştin? Nêzî 300 parlementerên AKP’ê hene lê bêdeng in. Em tevî sermayê li vir in. Daxwaza me ya kon nehat qebûlkirin. Dozger her tim di vir de derbas dibe lê rojekê jî pirs nekir ka em çi dijîn. Dozger ji me direve. 9 dozger hatin guhertin. Li Rihayê hiqûq bi awayekî din dixebite. Hûn hêviya jiyana me ne.”

Dayika Emîne Şenyaşar jî şahidiniya xwe ya roja komkujiyê vegot û wiha axivî: “Zarokên min kuştin. Nahêlin em bikevin edliyeyê jî. Me destgîr dikin û vedixwînin îfadeyan. Kê egîdên min kuştin? Ev dewleteke çawa ye? Kesên zarokên min kuştin destên xwe dihejînin û digerin. Kurê min çend sal in di girtîgehê de ye. Bêrî ku ez bimirin dixwazim kurê xwe bibînim. Kurê min di girtîgehê de dirize.” Dayik Şenyaşar wêneyên zarokên xwe yên hatin qetilkirin nîşanî polîsan da û pirsa “Ka Adilê min Celalê min? Zarokên min kê kuştin?” pirsî. 
 
 Piştî dayikê parlementerê HDP’ê Gergerlîoglû jî wiha got: “Em li cem dayika xwe ya Emîne ne. Hêsirên ku nasekinin hene. Çima nasekinin? Ji ber ku edalet tune ye. Malbat ji bo edaletê diqîre, dozgerên welat li ku ne? Çima doza nexweşxaneyê nayê vekirin? Çima edalet nayê? Em bi salan in dişopînin û li cem malbatê ne. Em bang li rayedaran dikin bêedaletiyek heye. Dozger çima tên guhertin? Dayika me bi salane digirî. Ev hêsirên çavan wê bêadelatiyê biqedînin. Tu hêz nikare li hemberî vê bisekine. Dayik û zarokê xwe bi hemû mazlûman re li ber xwe didin.”
 
Gergerlîoglû li dijî bêedaletiya heyî bang li rayedaran kir û wiha got: “Bêedaletiya we gihişt asîmanan, hemû cîhan dizane ka hûn çiqas bêedalet in. Em dest ji xwesteka xwe ya edaletê bernedin. Em dayikê pîroz dikin û her tim li cem wê ne.”

GUNEH E KU MIROV GUH NEDE DAXWAZA MALBATÊ

Parlementerê HDP’ê Nîmetûllah Erdogmûş jî bang li rayedaran kir û wiha axivî: “Malbat dixwaze biryareke biedalet bê dayîn. Guneh e ku mirov guh nede daxwaza malbatê ya pîroz. Birêz Wezîrê Dadê tu mirovekî ku mêzîna edaletê di destên wî de yî. Ji kerema xwe malbata Şenyaşar deynin aliyekî mêzînê û Tirkiyeyê jî deynin aliyê din. Tu dê bibînî ku bêedaletî çiqas li malbatê hatiye kirin. Ez malbatê ji ber vê lêgerîna wan a pîroz, pîroz dikim. Em li ser vê axê ji edaletê re tî ne. Bila rastî di demekî kurt de cihê xwe bibîne. Ji kerema xwe bila tu kes li dijî vê qêrînê ne xemsar be.”

Ferît Şenyaşar ji ber serdanê spasiyên xwe pêşkeşî heyetê kir û daxwaza xwe ya edaletê dubare kir. Heyetê piştî demekê bi malbatê re nobet girt, ji qadê veqetiya.