Parlementer Şayan Eskerî: Armanc dagirkerî ye, PKK hincet e

Parlementer Şayan Eskerî ya ku wê jî di nav heyeta lêkolînê de ya li qadên ku pêşmerge lê hatine kuştin de cih digirt, diyar kir ku tu eleqeya gerîlayan bi kuştina pêşmergeyan tune.

Endama Komisyonên Hevbeş a Parlementoya Herêma Kurdistanê Şayan Eskerî, têkildarî lêkolînên ku wan li devera Derkarê û Metînayê kirin got; “Pêşmergeyê Derkarê li nêzî bargeha xwe şehîd bûye û li wê deverê gerîla nine.” Her wiha ragihand, wesayîta ku 5 pêşmerge tê de jiyana xwe ji destdan jî ji wan hatiye veşartin û nîşanê endamên komisyonê nehatiye kirin.

Endama Komisyonên Hevbeş a Parlementoya Herêma Kurdistanê Şayan Eskerî, têkildarî encama lêkolînên ku wan di 8 û 9’ê Hezîranê de li devera Derkarê û Metînayê kirin, daxuyaniyek weşand.

Şayan Eskerî di derbarê teqîna wesayîta pêşmergeyan a li Metînayê de dibêje, “Tevî ku dihat zanîn wê komisyonên hevbeş ên parlementoya Herêm û Iraqê serdana cihê bûyerê bikin, lê rojek ji beriya komisyon here deverê ew wesayîta ku 5 pêşmerge têde şehîd bibûn, ji wir hatibû rakirin.”

Têkildarî birîna daristanan ji aliyê dewleta Tirk ve jî Şayan dibêje; “Mixabin me nekarî em herin gundên ku li ser sinorê Tirkiyeyê ne. Ji ber metirsiya bombebaranan piraniya wan gundan vala bûne. Welatiyên deverê ji me re gotin ku kesên daran dibirin çeteyên Tirkiyeyê ne û bi kîloyan daran difiroşin. Heta niha li 60 gundan dar hatine birîn, ji sala 1992’an ve li deverê dar tên birîn, lê di van du salên dawiyê de birîna daran zêdetir bûye. Hinek darên ku temenê wan ji 200 salan zêdetir in, hatine birîn yan jî şewitandin.”

Her wiha Şayan Eskerî diyar dike li sinorê parêzgeha Dihokê 60 ta 70 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk hene û zêdetirî 15 kîlometran ketine nava xaka Herêma Kurdistanê. Eskerî dibêje, serokê komisyona parastin û ewlehiyê ya Parlementoya Iraqê ragihandiye, lihevkirina sala 1983’an a di navbera Tirkiye-Iraqê de ku her du welat dikarin bi qasî 15 kîlometran derbasî nav xaka hev bibin, bi dawî bûye û ji bo demek diyarkirî ew lihevkirin hatibû kirin.

TIRKIYE JI XWE RE LI HINCETAN DIGERE

Her wiha Şayan Eskerî destnîşan kir ku komisyon gihişt wê rastiyê ku Tirkiye PKK’ê ji xwe re xistiye behane, daku xaka Herêmê bombebaran bike, dagir bike, xwezaya Herêmê talan bike û welatiyên sivîl şehîd bixe. Şayan dibêje, belgeya vê yekê jî bombebarankirina xaniyê pêşmergeyê dêrîn û welatiyên ku diçin ser bax û rezên xwe ne.

Şayan diyar dike, komisyonê biryar daye ku divê lîwayên hêza parastina sinor werin zêdekirin û dibêje; “Niha ji bo parastina 384 kîlometrên sinor tenê 3 lîwayên hêza parastina sinor hene. Ev jî kêm e û pêwîste were zêdekirin. Komisyona parlementoya Iraqê soz daye ku ew ê mijarê li gel hikûmeta Iraqê nîqaş bikin. Her wiha divê civaka navdewletî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe derxe û pêşî lê bigre.”