Parlamentoya Başûrê Kurdistanê piştî 23 mehan vedibe

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê piştî ku ji hêla PDK’ê ve 12’ê Cotmeha 2015’an hatibû girtin, piştî bi 23 mehan vedibe.

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) 12’ê Cotmeha 2015’an Parlamentoya Başûrê Kurdistanê girtibû. Piştî bi 23 mehan hate gotin ku parlamento wê vebe.

Piştî ku li Hewlêrê Goran, YNK û PDK’ê li hev rûniştibûn, hatibû gotin ku biryar hatiye dayin parlamento wê dîsa vebe.

Li gorî lîsteyeke ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Başûrê Kurdistanî, ‘ji bo vekirina parlamentoyê îmzeyê hewce hatine berhevkirin’ û ‘biryar hatiye dayin ku parlamento 14’ê Îlonê vebe.’’

Organên çapemeniyê yên PDK û YNK’ê jî agahiyên bi vî rengî dan lê ji Goran û Partiya Îslamî ya Komala ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.

Tevgera Goran û Partiya Îslamî ya Komala digotin ji ber ku referandûma tê payin 25’ê Îlonê were kirin biryara wê li parlamentoyê nehatiye standin ne meşrû ye.

PARLAMENTO ÇAWA HATIBÛ GIRTIN?

12’ê Cotmeha 2015’an PDK’ê nehişt ku serokê parlamentoyê Dr. Yûsûf Muhammed ê ji Tevgera Goran were Hewlêrê û deriyê parlamentoyê qufle kir. Tevgera Goran ji vê rewşê re got ‘ev darbe ye’’.

Muhammed ê ku vegeriyayî Silêmanî gotibû, ‘’Peywira Barzanî qediyaye, ne serokê parlamentoyê ye. Paytexta Kurdistanê hatiye dagirkirin’ û diyar kir PDK ji bo ku Mesûd Barzanî, ku dema Seroktiya Herêmê qediyaye li ser kar bimîne darbe li parlamentoyê kiriye. PDK piştre 5 wezîrên Goran ên di hikûmetê de ji qebîneyê avêtibû.

Dema peywirê ya Barzanî ku 2005’an ji hêla parlamentoyê û 2009’an jî bi dengê gel bûyî Serokê Herêma Kurdistanê 2013’an qediya. Lê parlamentoyê ji bo 2 salên dî dema peywirê ya Barzanî dirêj kir.

Dema dirêjkirinê jî 20’ê Tebaxa 2015’an qediya, Barzanî êrîşên DAIŞ’ê kire hincet û li ser kursiye seroktiyê ma.

Di hilbijartinên 2013’an de PDK 38, Goran 24, YNK 18, Yekgirtû Îslamî 10, Komeleya Îslamî jî 6 kursî bi dest xistibûn. Kursiyên dî jî ji ber kotayê ji kêmaran re ma.

Piştî hilbijartina 2013’an a Başûrê Kurdistanê, 9 mehan hevdîtinan dom kir, bi koalîsyona berfireh a hikûmeta PDK, YNK, Goran, Yekgirtû, Komala Îslam ava bûbû.

Lê PDK’ê piştî ku 12’ê Cotmeha 2015’an serokê parlamentoyê ji deriyê Hewlêrê vegerandibû û 5 wezîrên Goran ji qebîneyê avêtibû bi tena serê xwe Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibir.