Parlamenterên HDP'ê serdana malbata Şenyaşar kirin

HDP'yiyên ku çûn serdana Malbata Şenyaşar, diyar kirin ku daraza Tirk kujeran diparêze û gotin, “Dema mijar dibe Kurd hikûmeta AKP-MHP'ê her tiştî li dijî Kurdan dike.”

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê  Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 530’yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam kir. Dayik û lawê xwe tevî ku edliye ji ber dawiya hefteyê girtî ye jî dîsa hatin li ber avahiya edliyê nobetê girtin.

Dayik û lawê xwe wêneyên endamên malbata xwe û dovîza “503 roj in em ji bo jiyanek bi rûmet li benda edaletê ne” bi bariyeran ve daliqandin.

Şandeya HDP’ê ku ji Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, parlamenterên HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî û Omer Ocalan û Dayikên Aştiyê pêk dihat serdana Malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît derbarê têkoşîna xwe de şandeyê agahdar kirin.

Sarûhan Olûç û Mehmet Ruştu Tiryakî di serdanê de axivîn û destnîşan kirin ku Wezareta Dadê û AKP’ê nahêlin ku edalet were vî welatî û bêedaletiyê dafirînin û gotin ku her du sazî nîşaneya bêdaletiya Tirkiyeyê ne. Şandeya HDP’ê diyar kir ku di demek nêz an jî dirêj de be jî dê edalet were vî welatî û kujer cezayê heq kirine dê bistînin û her wiha dê doza malbatê ji nêz ve bişopînin.

Şandeyê kêliyek li gel malbatê nobet girt û piştre ji ber avahiya edliyeyê veqetiya.