Parêzerên Ocalan wê daxuyaniyê bidin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wê li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêya twitterê ragihandin ku wê li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Girtî Tîpa F a Îmraliyê ye, 22'ê Gulana 2019'an hevdîtina bi parêzeran re pêk hat. Li ser vê hevdîtinê wê îro (26.05.2019) saet 11:00 li Titanic Downtown Beyoglû Otelê civîneke çapemeniyê pêk were. Em bang li kedkarên çapemeniyê dikin ku tevlî civînê bibin. Di dawiya daxuyaniyê de wê pirs neyên wergirtin."

PEYAMA LEYLA GUVEN JΠWÊ BÊ EŞKEREKIRIN

Hate ragihandin, peyama Hevseroka KCD'ê Leyla Guven wê saet 13:00 li avahiya HDP'ê ya Amedê bi çapemeniyê re bê parvekirin.