Parêzerên Demîrtaş li DMME'yê muwekîlê xwe parastin

Rûniştina doza Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî li Daîreya Dadgeran a Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk hat.

Doza Hevserokê berê yê HDP'ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş li Daîreya Dadgeran a Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk hat.

Heyeta HDP'ê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî di nav de bû, hevsera Demîrtaş Başak Demîrtaş, heyeta CHP'ê ku Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû jî di nav de bû, doz şopand.

PARÊZERAN PARASTIN KIRIN

Li danişînê parêzerên Demîrtaş Prof. Dr. Başak Çali, Dr. Kerem Altiparmak, Mahsûnî Karaman, Denan Molu,  Ramazan Demîr û Aygul Demîrtaş, Demîrtaş parastin.

Parêzeran gotin Demîrtaş ji bo ku danûstandina di navbeyna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên Tirk de bi ser bikeve bi rolekê rabûye.

 Parêzeran her wiha diyar kirin desthilatê bi zanebûn Demîrtaş kiriye hedef û Demîrtaş ji ber xebatên polîtîk ji karê wî hatiye bêparkirin.

Parêzeran gotin, ''Erdogan xwest, fezleke hatin hazirkirin'', Darbeya 4'ê Mijdarê hate destnîşankirin û hate gotin, ''Bi fermanan bi ser wan de girtin''.

Parêzeran her wiha 9 hincetên li ser girtina Demîrtaş gotin, ''Axaftinên siyasî ne, ku dema Demîrtaş hevserokê mezintirîn partiya muxalefetê ya duyan a Tirkiyê bû, kiribû. Axaftinên lîderê muxalefetê kirine biryara girtinê.''

MIJATOVÎC: HIQÛQ TIRKI BÛYE MEKANÎZMAYA PIRNISANDINÊ

Komîserê Mafê Mirovan a Konseya Ewropayê Dunja Mîjatovîc tevlî danişînê bû û axivî.

Mijatovîc destnîşan kir ku li Tirkiyê ziyan gihaye serxwebûna darazê û li dijî derdorên muxalîf bûye mekanîzmaya pirnisandinê.

Her wiha ji komên Sosyalîst û Keskan nêzî 20 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê soz şopandin.