Parêzerên Abdullah Ocalan li HSK'ê gilî kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber astengiya li pêşiya hevdîtina bi muwekîlên xwe re, serî li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) dan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 24'ê Kanûnê, bi hinceta ku 'Erk bi rengekî nebaş, li dijî qanûnê hatiye bikaranîn' li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) giliyê dozger û dadgerên berpirsyar kir.

Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê de nayên girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv tên hiştin.

Parêzeran ji ber ku serlêdanên wan nayên bersivandin, di 22'yê Mijdarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan ku "demildest hevdîtin" pêk bê. Lê dadgeriyê wekî hincet diyar kir ku derbarê Ocalan de ji 12'ê Cotmehê ve 6 meh qedexya hevdîtinê û ji 18'ê Tebaxê ve jî 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re heye û serlêdana parêzeran red kir. Têkildarî biryarên wekî hinceta qedexeyê hatine nîşandan, tu agahî bi parêzeran re nehat parvekirin.

Ji ber vê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku muwekîltiya Ocalan dike, di 24'ê Kanûnê de li Desteya Dozger û Dadgeran (HSK) giliyê dozger û parêzerên ku "erka xwe bi rengekî xerab bi kar tînin" kir. Parêzeran di daxwaznameya xwe de diyar kirin ku derbarê van dozger û dadgeran de lêpirsîna îdarî bê destpêkirin.