Parêzeran ji bo 'Tahir Elçî' çalakî lidar xistin: Em ê xeyalên te ava bikin

Endamên Baroya Amed'ê ji bo Tahir Elçî cara 89'an li hev civiyan.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, ê diyar kir ku Tahîr Elçî ji bo parastina dîrokê daxuyanî da û hat kuştin û got: "Dîroka 12 hezar salan Heskîf tê tune kirin. Em ê xeyalên birêz Elçî yên parastina dîrokê pêk bînin. Em ê ji bo xeyalên Elçî têbikoşin û xeyalên wî pek bînin."

Baroya Amedê ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin bê dîtin û darizandin, li pêş Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Baroya Amedê di hefteya 89'an dîsa kom bûn û gelek parezer tev li daxuyaniyê bûn. Endamlên Înîsiyatifa HAK jî tev lê bûn. Di çalakiyê de bi kurdî û Tirkî pankarta 'Em te ji bîr nakin' vekirin û daxuyanî dan.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî da û wiha got: "Tahir Elçî di jiyana xwe de her dem civakek ku xwedî nirxên jiyana bilind ên mafên mirovan, aştiyane esas girt. Di 28'ê Mijdara 2015'an de Rêzdar Tahir Elçî hat qetilkirin. Piştî birêz Elçî hat qetilkirin, li dijî xeyalên Elçî tê xwestin ku welat têxin nava kaosê. Piştî Elçî hat kuştin pêvajoyek xerab hat destpêkirin. Ji bo em ji vê pêvajoya kaos derkevin divê berî her tiştî kuştina Elçî ronî bibe û kujerên faîl nediyaran bên dîtin û darizandin. Em carek din bang li rayedarên dewletê dikin. Ji kerema xwe re kujerên Elçî bibînin û darizînin. Bi taybetî em bi dengê bilind bang li Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Hundir dikin û dixwazin deng û banga me bibhîze. Diroka Heskifê ya 12 hezar salan tê ruxandin û tine bide. Em ê teqez destûr nedin vê xerakirinê ku qet Elçî ev yek xeyal nedikri û em ê li dijî hilweşîna dîrokê liberxwe bidin û têbikoşîn."

Daxuyanî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.