Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin careke din serî li rayedaran dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin careke din serlêdan kirin.

Parêzer Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Erê yan jî na bersivek ji serlêdana parêzeran re nayê dayin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal pitşî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin.