Parêzer: Rewşa Leyla Guven krîtîk e

Parêzerên Guven di roja 30'yî ya greva birçîbûnê de ji bo Leyla Guven daxuyanî dan û gotin, ''Problemên wê yên nexweşiyê dest pê kirin, vê heftiya dawî gelekî li xwe şikandiye û em di qonaxeke krîtîk a grêvê de ne''.

Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê, ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dabû destpêkirin kete roja 30'î de. Parêzerên Guven têkilî rewşa Guven daxuyanî dan.

'REWŞA KRÎTÎK DIBE'

Parêzer Cemîle Turhallî Balsak bi bîr xist ku çalakî ketiye roja 30'î de û domand, ''Roja 30'î qonaxeke krîtîk e û rewşa Leyla Guven krîtîk dibe. Sergêjînek pê re çêdibe û gelekî li xwe şikandiye. Nîşaneyên jibîrkirinê hene û zimanê wê giran dibe. Beriya niha 2012'an dîsa li girtîgehê dema ku ketî grêva birçîbûnê  ji ber problemên nexweşiyê rakiribûn nexweşxaneyê û piştî  tehlîlan diyar bûbû ku kîs di mêjiyê wê de ye. Li gel ku divê tim dermanan bi kar bîne jî, ji ber sedema ku di greva birçîbûnê de ye nikare dermanan bi kar bîne''.

NE HIQÛQÎ YE KU GUVEN GIRTÎ BIMÎNE

Balsak diyar kir girîng e kesên ku ketine greva birçîbûnê tiştên avî vexwin û vîtamîna B1 bistînin lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku B1 ji 'derveyî welat' tê û ne li gorî hiqûqê ye B1'ê nadin Guven.

Balsak her wiha diyar kir ji ber sedema ku rewşa Guven krîtîk e ne hiquqî ye ku Guven girtî bimîne, kesên ku ketin rojiya mirinê û greva birçîbûnê mirinê tercîh dikin û ji bo ku ramanên xwe bigihînin muxatabên xwe serî li vê rêyê didin.

DIVÊ GAV WERE AVÊTIN

Parêzera Guven got ew hêvî dikin guh bidin daxwazên Guven û lihevkirinek çêbibe û beriya ku rewşeke travmatîk derkeve holê gavek were avêtin.

Parêzeran her wiha bang li raya giştî ya demokratîk kirin ku hemû alî bi bihîstyarî tevbigerin.

'DIVÊ TECRÎD RABE'

Parêzer Serdar Çelebî jî got ji ber ku Guven straneke Kurdî gotiye cezayê disîplînê lê hatiye birîn, ji ber îtîrazê îro dozger îfadeya wê girtiye û got, ew li gel problêmên tenduristiyê dixwazin daxwazên Guven bibe rojev, B1'ê dixwazin lê zêde ku derkeve pêş dûrî armanca miwekîla wan. Çelebî herî dawî got, ''Divê tecrîd rabe û daxwazên Leyla Guven werin qebûlkirin''