Parêzer Mesûd Şemsnijad li Ûrmiyê hate destgîrkirin

Mamosteyê zanîngehê û parêzerê girtiyên siyasî yên Kurd Mesûd Şemsnîjad, doh ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hate destgîrkirin.

Li gor çavkaniyekî pêbawer ku nexwest navê wî bê zanîn û agahî da servîsa Farsî ya ANF'ê, hêzên îstixbarata rejîma Îranê di nîvroja 8'ê Çileyê de, parêzer Mesûd Şemsnijad di dema dadgeha yek ji muwekilên xwe de li Ûrmiyê destgîr kirine. Li gor çavkaniyê, hêzên rejîmê piştre serdana ofîsa wî kirine û hemû belgeyên fermî bi xwe re desteser kirine.

Çavkaniyê vê nûçê her wiha radigihîne ku hêzên îstixbarata rejîmê êrîşî mala parêzer kirine û di mal teftîş kirine.

Tê gotin ku Şemsnijad rakirine girtîgeha Îtilia’at ya bajarê Ûrmiyê.

Mesûd Şemsnijad di hilbijartinên sala 2011 yên Meclisa Îranê navnivîsî kiribû, lê bi tawanê alîgiriya partiyên Kurd hate redkirin.

Parêzerê dadgehê Mesûd Şemsnijad di sala 2013'an de 37 rojan li girtîgeha Îtilia’atê de girtî bû û piştre bi danîna wesîqeyekî giran hate berdan. Di heman salê de ew ji Baroya Parêzgeha Ûrmiyê jî hate derxistin. Şemsnijad parastina dosyayên hejmarek ji girtiyên siyasî yên Kurd kiriye ku ji wan Hebîbûllah Golperîpûr hate darvekirin û Elî û Rizgar Efşarî jî cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.