Parêzer: Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin!

Parêzerên OHD'ê nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û gotin, "Hevdîtina bi Ocalan re wê bibe gaveke ji bo bidawîbûna krîza civakî."

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, her wiha qedexeya hevdîtinan li ber Edliyeya li Amedê daxuyaniyek da. Gelek parêzer di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Endamê OHD'ê Muhîttîn Mûgûç got, "23 salên derbasbûyî ji çareseriya pirsgirêka Kurd wêdetir pirsgirêk girantir kir û kir ku krîz zêde bibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Birêz Ocalan 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ku weke qadeke qedexekirî ya leşkerî hatiye dîzaynkirin, bi rengekî ku ji derve bi temamî hatiye qutkirin, tê hiştin. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve jî bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku nayê qebûlkirin, girtiyek ji mafên xwe yên bingehîn bêpar bê hiştin û sûc e ku 11 meh in bêagahî tê hiştin.

Mûgûç bal kişand ser cihêkariya li Abdullah Ocalan tê kirin û got, "Birêz Ocalan ji ber nasnameya xwe ya polîtîk ji girtî û hikumxwarên din ên li Tirkiyeyê cudatir cihêkarî lê têkirin, ku ev rejîma cihêkar li dijî pîvanên bingehîn ên hiqûqê ye, li dijî pîvana wekheviyê, qedexeya kiryarên xerab, qanûna înfazê, destûra bingehîn û peymana mafên mirovan a Ewropayê ye."

Mûgûç anî ziman ku çavkaniya kiryarên li girtîgehan, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye û destnîşan kir ku îradeya aştî û çareseriyê ya ku beriya niha gelek caran hate nîşandan her carê hate têkbirin.

Mûgûç got, "Pêvajoya Îmraliyê ya ji sala 1999'an û vir ve mînaka şênber a vê yekê ye. Bi qasî ku li raya giştî xuya kir, Birêz Ocalan 23 sal in ji bo avakirina aştiyê û demokrasiyê hewl da, nêta xwe ya di vê mijarê de nîşan da. Ji bo bersiv ji vê hewldan û daxwazê re bê dayin, divê çarçoveya hiqûqî ya pêwîst bê afirandin ku ev yek jî li berjewendiyên civakî tê."

Mûgûç di dewama axaftina xwe de ev bang kir: "Kiryarên li Îmraliyê, bûne referansa bingehîn a li dijî aştiya civakî û tunekirina maf û azadiyan. Di serî de derfetên ji bo hevdîtina Birêz Ocalan bi malbatê û parêzeran re, bicihanîna mafên qanûnî şertê destûra bingehîn û mewzûata neteweyî ye, di heman demê de ji bo bidawîkirina krîzên civakî yên heyî wê bibe gavek. Em bang li rayedaran dikin ku li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigerin û berpirsyariyên xwe yên destûra bingehînî bi cih bînin."