Paqijkirina etnîkî ya Efrînê rojeva NY’yê bû

Sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hê jî li Efrînê didomînin rojeva Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yê bû.

Di 42 Rûniştina Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a NY’yê ya li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevre de ku 9’ê Îlonê hatibû destpêkirin, gotûbêjên li ser binpêkirinên mafê mirovan ên li welatan tên kirin dewam dike. Saziyên civaka sivîl ên di rûniştinê de mafê axaftinê girtin, rexenyên tuj li Tirkiyeyê kirin.

'LI TIRKIYEYÊ DARAZ NE SERBIXWE YE'

Di axaftinan de hate gotin ku li Tirkiyeyê serxwebûna darazê bi temamî ji holê hatiye rakirin, hate xuykirin ku di bin navê terorê de di ser de Kurdan bi hezaran kes hatine girtin.

Di axaftinên li ser navê Tevgera Piştevanî û li Dijî Nîjatperestiyê ya di Nava Gelan de (MRAP) hate kirin de, bal hate kişandina ser pêkanînên piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmeha 2015'an û şûnde li Tirkiyeyê hatiye kirin.

Nûnerê MRAP’ê got: “Hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê yên ji erkê hatin girtin li şûna wa qeyûm hatin danîn û nêzî hezar welatiyên Kurd hatin girtin.”

Nûner destnîşan kir ku li Tirkiyeyê daraza serbixwe nemaye, herî dawî berpirs ji raportorê taybet ê NY’yê di mijara serxwebûna parêzer û daraza li Tirkiyeyê de daxwaza ketina nava xebatekê kir.

‘BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Dîsan di rûniştinan de li ser navê saziya civaka sivîl a bi navê African Agency for Integrated Development (AAID) Thoreau Redcrow axivî û balkişand li ser bûyerên li Efrînê yên dibin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê tê jiyîn.

Redcrow wiha jî got; “Efrîn hê jî dibin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê de ye. Bêdengiya civaka navnetewî ya li dijî vê dagirkeriyê nayê qebûlkirin.”

Redcrow bi domdarî got, “Jİ ber di qada navnetewî de li dijî Erdogan û hikûmeta wê zextek nîne artêşa Tirk û komên çete yên muttefîkê wan li Efrînê zext, tundî û hilweşîna çandî li ser şêniyên Kurd didomîne. Kurdên li Efrînê dijîn bi awayekî keyfî tên girtin û êşkence kirin. Ji bo li derdora bajêr dîwar lê bikin tax tên hilweşandin.”

 ‘PAQIJIYA QEWMÎ (ETNÎK) TÊ KIRIN’

Redcrow wiha domand; “Li Efrînê bi zorê dest datînin li ser mal û xaka Kurdan. Li aliyê din baca şerîatê bi zorê tê stendin.” Redcrow bal kişand li ser tinekirina herêmên zeyûnan yên li Efrînê û firotoina zeytûnan a ji bo Ewropayê.

Redcrow ragihand ku li Efrînê demografî tê guhertin û mîrasa çandî tê tunekirin û wiha domand; “Li Efrînê paqijiya qewmî (Etnîk) tê kirin. Weke sîstema perwerdeyê navê kolanan jî bi Tirkî tê guhertin. Berhemên çandî yên Kurdan tê xirabkirin, goristan tên hilweşandin. Berhemên dirokî yên li herêmê tên dizîn û bi rêyên derveyî qanûan li muzeyên Tirkiyeyê tên firotin.”

Redcrow diyar kir ku bi hezaran Efrînî ji ber zilma dewleta Tirk neçar mane birevin û ev tişt got; “Divê dagirkeriya li Efrînê re bêdeng nemînin. Ji bo parastina mafê mirovan erkekî exlaqî yê vê konseyê heye.”