PAJK: Em ê sala 2022'an bikin sala azadiya Rêber Apo

PAJK'ê ji bo salvegera 23'an a 15'ê Sibatê Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke niviskî da û got, ''Em ê sala 2022'an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.''

PAJK'ê ji bo salvegera 23'an a 15'ê Sibatê Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke niviskî da. PAJK'ê komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, ''dibêjin em ê  sala 2022’an teqez bikin sala azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û planên nûkirina komployê pûç bikin.''

Daxuyaniya giştî ya PAJK'ê wiha ye:

''Em  salvegera 23'yan a komploya hêzên navnetewî ya li hemberî Rêberê me bi hêrsekî mezin şermezar dikin. Bi hesap pirsînekî dîrokî ya ji van hêzên ku di plangeriya komplo de cih girtine em dikevin sala 24’an ya komployê. Di şexsê M. Halît Oral û Aynûr Artan de ku bi Rêber Apo re rêhevaltiyekî dîrokî kirin, rastiya komplo zûtirîn hîskirin û li hemberî komployê çalakî kirin, tevahî şehîdên bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ çalakî pêk anîn bi rêz, hezkirin û minetdarî bibîr tînin. Dîsa em di şexsê fermandar û lehengê mezin Şoreş Beytûşebab de tevahî qehremanên di pêngava “Dem Dema Azadiyê Ye” de li Garê, Zap, Metîna û Avaşînê bi ruhê fedaî li berxwe dan û gihîştin şehadetê bi bêrîkirin û heskirin bibîr tînin. Em Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê biryardariya xwe ya geşkirina tekoşînê û bi hêzkirina pîvana jiyana azad ya di xeta berxwedanê de tînin ziman. Em Rêber Apo ku li dijî komplogeran berxwedana dîrokî dike, zanebûna tekoşînê da me, derfet û hêza wê da me silav dikin.

Rêber Apo bi kesayeta xwe ya dîrokî, bi tekoşîn û berxwedana mezin ya ku nîv sedsale tê meşandin û mezin dibe heqîqeta mirovê azad û dîroka hebûna Kurdbûnê ji nû ve vejand. Ji bo zayîna sêyemîn tekoşînekî dîrokî danî, pîvana tekoşînê jî jiyana azad, xeta berxwedanê û ruhê fedaî bû. Dîsa mîsogeriya azadiya jinê û pêşxistina rastiya wê ya xwedawendiyê bû. Hêzên kapîtalîst, hegemonîk yên Rojavayî û dewletên paşverû li herêmê meşa dîrokî ya Rêberê me ku li ser vê bingehê da dest pê kirin, ji bo pergala xwe wekî pêvajoya tinebûnê dîtin û bi komployê bersiv dan vê heqîqeta mezin. Bi rêbaz û kirêdiya zihniyeta mêr-dewlet Rêber Apo dîl girtin. Bi dîl girtina Rêberê me, dîl girtina doza gelekî û tinekirina tekoşîna azadiyê ya jinê hatibû armanc kirin lê bi serneket.

23 sal e Rêber Apo li îşkencexaneya Îmraliyê, bi tecrîd û îşkenceyekî giran re rû bi rû ye. Di nav van şertan de, şerê herî mezin ê serdemê li hemberî komplogeran dide. Pergala Îmraliyê pergalekî tenêbûna teqez e. Komplo û plangeriyên li hemberî Rêber Apo danîn, îtirafa tirsa ji nasnameya jina berxwedêr û mirovê azad e. Rêberê me pergala Îmraliyê bi pêşdîtinên xwe yê dîrokî û siyasî girt dest bi van tespîtan bi nav kir “Sîstema Îmraliyê ji aliyê sîstem/cîhana kapîtalîst ve bi taybetî li dijî min hatiye amadekirin. Li vê sîstemê cihê hiqûq û qanûnan nîne. Ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin. Ji destpêka vê pêvajoyê ve însiyatîf di destê DYE’yê de ye, Îngilîstan û Îsraîlê roleke girîng lîstine.” Divê werê zanîn li ser Rêberê me zextekE mezin heye. Di sala 23'an de tecrîd û zextên li ser Rêber Apo hîn girantir bû. Bi cezayê ku li ser hev hatin dayîn tê fam kirin Rêber Apo li hember tecrîda girankirî û zextan bi berxwedanê bersiv da ye. Em jin, milîtanên partî û gel li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me tê ferzkirin hêrs û tekoşîna xwe geştir bikin. Fêmkirin û hîskirina şerê Rêber Apo li Îmraliyê, şertê bingehîn ê jiyana azad e. Rêber Apo bi tekoşîn û berxwedana dîrokî ku mînaka wê li cîhanê çênebûye bersiv da komlogeran û bi fedakariyekî bê hempa pûç kiriye, pêvajoya Îmraliyê kiriye bingehê zayîna sêyemîn, pergala Netewa Demokratîk a li ser hîmê Modernîteya Demokratîk ava kiriye.

Paradîgmaya Rêber Apo ji krîzên Rojhilata Navîn û pergala kapîtalîst ya hegemon çareseriyê pêşkêş dike. Fikir û parêznameyên Rêber Apo ne tenê ji bo pirsgirêka gelê Kurd, ji bo tevahî pirsgirêkên jin-civak-mirovahiyê, ji bo Rojhilata Navîn û xelasiya cîhanê alternatîf in. Di ser asta cîhanê de êdî fikir û paradîgmeya Rêberê me bi eleqeyekî mezin tê lêkolînkirin, xwendin û nîqaş kirin. Daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, êdî ne tenê daxweza gelê me û jina Kurd e, ya hemû mirovahiya azadî xwez e. Di sala 23'yan a komployê de tekoşîna ku li seranserî cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo pêşket heqîqet û kesayeta dîrokî ya Rêberê me îfade dike. Li ser bingehê vê rastiyê paradîgmeya Rêber Apo çiqas bi jiyanî bibe û fikrên wî werin pêk anîn, wê tecrîda mitleq werê parçekirin, pergala îşkenceyê bi dawî bibe û azadiya fîzîkî mîsoger bibe.

Hêzên navnetewî yên komploger ji bo îradeya Kurdê azad bişkînin, hêza ku pêşengî ji tekoşîn û tevgera Apoyî re dike jin û ciwanan teslîm bigre, ji nirxên tekoşînê dûr bixîne, bê bawer bike şerekî topyekûn, siyasetekî qirêj ya pir alî xistin meriyetê. Planên nû yên qirêj ji bo nûkirina komplo xistine dewrê, ji vê jî şerekî bi xwînxwarî dikin. Bêdengiya li dijî qetilkirin û hedefgirtina Kurdê azad û jina berxwedêr berdewamiya temam kirina komploya navnetewî ye. Li hemberî îsrara Rêber Apo ya di xeta berxwedanê û pêşxistina tekoşînê, sekna gelê me yê welatparêz, jinên tekoşînvan û tevgera azadiyê dewleta Tirk ya qirker bi pêşengiya faşîst Erdogan-Bahçelî û PDK’ê bi stratejiyekî nû şerekî qirêj li Kurdistanê dimeşînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bi piştgiriya hêzên navnetewî ya siyasî û kirîna her cure çekan ne tenê li dijî Bakûr, li Rojava, Şengal, Mexmûr û herêmên Parastina Medya şerekî topyekûn di sala 2021’an de danîn. Rêjîma qirker ya AKP-MHP’ ku veguheriye rêjîmekî çete û mafya li hemberî tekoşîna tevgera azadiyê û sekna jinên berxwedêr û gelê me yê welatpêrêz bi bin ketiye û hatiye ber bi rêjîmekî hilweşînê. Konspta şerê qirkirinê yê ku dihat armanc kirin di sala 23’an a komplo de bê temam kirin, bi fedekariyên mezin, bi berdêlên giran, bi tekoşîn û berxwedanekî dîrokî carekî din hate pûç kirin.

Di sala 2022’yan de em Partiya Azadiyê A Jinên Kurdistanê, wê di navenda tekoşîna me de hedefa sereke azadiya Rêber Apo be. Bi Azadiya Rêber Apo re şoreşa jin û bîrdoziya rizgariya jinê jiyanî kirin û nirxên wê parastin û belavkirin wê bibe hedefa me ya bingehîn. Em partî, jin û gelê ku di xeta Apo de şerê jiyana azad didin erkên xwe bi cih bînin, fikir û felsefeya Rêberê xwe her kêliyê bi jiyanî bikin û xeta şehîdan serwer bikin, wê tekoşîna ku em bi îda û biryardarî pêşengiyê jêre dikin bighîje serkeftinê, rêjîma faşîst hilweşê, hêzên hevkar û xayîn mahkûmî binkeftinê bibin.

Li ser bingehê vê bîr û baweriyê divê di serî de jin, gelê welatpêrêz, berxwedêr û tevahî dostên ku tekoşîna tevgera azadiyê ya ji bo jiyanekî wekhev û azad dimeşîne mafdar dibîne, pê bawer dike û di oxira wê de ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî tekoşînê dide sala 24’an ya komployê veguherînin sala raperînekî mezin ya jinan û gelan li dijî zihniyeta kujer ya mêr-dewlet û pergala wê ya kapîtalîst. Pêngavên “Dem Dema Azadiyê Ye” û Dema Parastina Jin û Civaka Azad e” dikare bi bilindkirina tekoşînê û pêşxistina sekna berxwedêr ya li dijî komplo bighîjîn armanca xwe. Bi vê îdîa û biryardariyê em dibêjin em ê  sala 2022’an teqez bikin sala azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û planên nûkirina komployê pûç bikin.''