Ozturk: Rêzdar Ocalan rêya me ronî dike

Dewleta Tirk destûr neda rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pîrozkirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got; “Ji bo ku em karibin ji vê taritiyê derkevin, fikrên Rêzdar Ocalan gelek girîng in.”

Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwest biçe gundê Amarayê ya girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê ji aliyê polîs û leşkeran ve hat astengkirin. Şande ji avahiya HDP’a Xelfetî bi rê ket û xwest biçe gundê Amarayê. Di derketina Xelfetî de polîs û leşkeran destûr nedan ku şande biçe mala Ocalan a li Amarayê.

 Di nav şandeyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, wekîlên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Dîlek Ocalan, Saadet Becerîklî, Aycan Îrmez, Mizgîn Irgat, Behçet Yildirim, Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, xwişka Ocalan Fatma Ocalan, aktîvîstên TJA’yê û gelek endamên DBP û HDP’ê hebûn.

Beriya şande biçe Amarayê li avahiya rêxistina HDP’a Xelfetiyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û wekîlên HDP’ê daxuyanî dan. Ozturk axivî û diyar kir ku Ocalan ji bo hemû gelan hêviya herî mezin e.

‘BIRÊZ OCALAN RONAKIYEK E

Ozturk anî ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo Kurdan û hemû gelên mazlûm rojeke girîng e û wiha got: “Em rojbûna rêzdar Ocalan pîroz dikin. Li dijî asîmîlasyon, qirkirina li ser gelê Kurd, rêzdar Ocalan wek hêviyekê derket. Îro dema em lê dinêrin fikr û ramanên wî li her derê dibin ronî. Çend roj in li Xelfetî û Amarayê dorpêçkirin heye. Nahêlin ku kes bê Amara û Xelfetiyê. Faşîzm carek din rûyê xwe yê rast nîşan da. Lê ancax îro em li vir in û em dibêjin; ji bo ku em ji vê tarîtiyê derkevin fikrên rêzdar Ocalan girîng in.”