Ozturk: Heke em yekîtiya neteweyî pêk neyînin gel wê hesab bixwaze

Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk bal kişande ser girîngiya serdana Başûr got, AKP dixwaze hemû destkeftiyên Kurdan tine bike û diyar kir ku divê demildest kongreya netewî bicive.

Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk li ser serdana wan ya li Başûrê Kurdistanê axivî.

‘ÊRÎŞAN BI TECRÎDÊ DEST PÊ KIR’

Ozturk diyar kir ku serdena wan di demeke wiha de pêk hatiye ku dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye, li ser xaka Bakurê Sûriyê gefan dixwe û êrîşên dagirkeriya xwe ya li ser Başûr didomîne û got êrîş û hewldana dagirkirinê ne rewşeke nû ye, bi xilasbûna ‘pêvajoya çareseriyê’ dest pê kiriye, bi girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev konsept hatiye sazkarkirin û got, piştî 5’ê Nîsana 2015’an êrîşeke giştî hatiye sazkarkirin.

Ozturk bal kişande ser êrîşên berdewam, ku ev êrî ji sînorên Tirkiyê derketiye û got, ‘’Piştî berxwedana bi 58 rojan karîbûn bikevine EFrînê. Ti êrîşek ji Efrînê an jî Bakurê Sûriyê bi ser Tirkiyê de nebûye. Ti taloke nebûye. Herêmeke wiha ye ku ji bo Tirkiyê ne arîşeyeke ewlehiyê ye. Sînorên Tirkiyê jî ewletir kiriye. Herêmeke aram bû û gelek penaberan xwe lê girtibû, êrîş bi ser vir de birin.’’

‘AKP HEMÛ DESTKEFTIYAN DIKE HEDEF’

Ozturk bal kişande ser gefên Erdogan ên li ser Başûr, ên dema beriya referandûmê, ku Erdogan bi girtina sînor, bi birçîhiştinê gef li gelê Başûr dixwar. Ozturk got heta niha dewleta Tirk di nav xwe de cihêtiya ‘Kurdê baş’ û ‘Kurdê xirab’ dikir, Krdên nêzî dewletê, ji bo wan Kurdên baş bûn û Kurdên li ser Kurdbûna xwe jî Kurdê xirab bû û domand: ‘’Piştî referandûmê Kurdê baş nema. Hemû Kurd bûne neqenc. Konsepta piştî rerandûmê û niha ew e ku li kûderê dibe bila bibe, li serê heyvê jî be, heke Kurd wê bibin xwedî statûyekê AKP wê destûra vê nede. AKP bi hemû derfetên xwe wê êrîş bibe ser da ku Kurd nebin xwedî statûyekê.’’

Ozturk got dewleta Tirk niha 7 hezar leşker li ser sînorê Başûr bi cih dike û diyar kir êrîşên dewleta Tirk wê bi Efrînê re sînordar neminin.

‘DIVE EM KONGREYÊ ZÛ BICIVÎNIN’

Ozturk got li gorî pêvajoya hesas serdana wan derengketî ye, ji bo yekîtiya netewî û kongra netewî divê gavên girîng werin avêtin. Ozturk diyar kir ku xebatên ji bo yekîtiya netewî ne nû ne, niha dixwazin vê pêvajoya ku berê hatiye destpêkirin bileztir bikin.

Ozturk li ser hevdîtinên şandeya wan got pir erênî bûye, hemû partiyan bi helwesteke erênî pêşwazî li wan kiriye, dijminatiya li Kurdan tê dîtin û her kes dibêje, ‘’kral tazî ye’.

Ozturk bi berdewamî got, ‘’Helbet hê zû ye ku mirov bibêje wê di cih de kongra netewî bicive, arîşe wê çareser bibin. Divê zemîna vê were danîn. Dive xebat werin kirin. Divê em hîmekê deynin û ji bo pêvajoya pêş me em gavan bavêjin. Divê em vê diyalogê bidomînin û xebatên binavaniyê çêbikin.’’

‘GEL YEKÎTIKIYÊ DIXWAZE’

Ozturk got ji rewşa parçeyî ya Kurdan herî pir hêzên serwer sûdê werdigirin û got, ‘’Dagirkeriya li ser Kerkûk û Efrînê ev nîşan da; Başûr ji bo Efrînê li ser piyan bû. Rojhilat û Bakur jî wiha. Ji bo Kerkûkê li Bakur helwestên mezin çêbûn, şikestin çêbûn. Gel hatiye asteke girîng. Niha ya ku li me dikeve ew e ku pêşengên Kurdan, ango partiyên ku siyasete dikin divê vê bibînin. Heke em vê nebinin, berpirsyariya xwe bi cih neyinin berpirsê vê jî wê em bin. Nifşên siberojê wê hesab ji me bixwazin. Kurdên li çar parçeyan ji bo yekîtiya netewî hazir in. Dil û mêjiyê wan ji bo yekîtiyê hazir in. Kurd ev çend hazir in, ti wateya sekinandinê nîn e. Li ser her mijarê her çendî em pir cuda bifirkiin jî ji bo sûda hevpar a Kurdan dive em weke hev bifikirin. Ev ê yekîtiyê xurt bike. Wê berjewendiya netewî ya Kurdan biparêze. Ji bo partiyên siyasî wê bibe pêvajoyeke girîng.’’