Osman: Divê hikûmeta nû rê nede ku Tirkiye axa Iraqê binpê bike

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman diyar kir ku destdirêjiyên Tirkiyê yên li ser axa Iraq û Herêma Kurdistanê bi piştevaniya Emerîkayê pêk tê û got: “Pêwîste hikûmeta pêşerojê ya Iraqê li pêşiya destdirêjiyan bigire.”

Li gel 3 meh li ser hilbijartinên Parlementoya Iraqê re derbas dibe, lê heya niha parlemento ne civiya ye û hikûmeta nû ya Iraqê pêk nehatiye. Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Osman anî ziman ku ji ber ku hin alî ji encamên hilbijartinê ne razî ne, hikûmeta nû nehatiye avakirin û got: “Aliyên dengê wan kêm û di hilbijartinê de ne bi serkeftî bûn xwe ji hikûmeta nû didin paş. Ji bo vê yeke timî xwepêşandanan dikin û dixwazin encamên derketine holê werin guhertin.”

‘DIVÊ DI NAVA HIKÛMETÊ DE MUXALEFET HEBE’

Osman da zanîn ku ji sala 2013’an û vir de timî hikûmet bi şêwaza tifaqê pêk hatiye û wiha axivî: “Di rastiyê de ev şêwaz bê kêmahî nîne û ne guncaw e. Pêwîste di nava hikûmetê de muxalefet jî hebe. Lê vê carê Muqteda Sedir dibêje, ‘Piraniya hikûmetê em pêk tînin’. Li hemberî vê yekê jî aliyê din dibêjin, ‘Pêwîste şêwaza kevneşopiya tifaqa hikûmetê bidome’. Lê heta niha tu tiştek zelal nîne ka wê bi kijan şêwaz pêk were.”

 ‘PERGELA IRAQÊ NE DEMOKRATÎK E’

Osman bilêv kir ku di rewşa heyî de baştire ku hikûmet bi tifaqê pêk were û wiha pêde çû: “Piraniya parlementoyê ji bo parlementoyeke demokratîk û welateke demokratîk pêkan e, lê pergala Iraqê ne demokratîk e, hêzên milîsî û çekdarên wê pir in. Lewre dibe ku şêwazê guncav a niha ji bo Iraqê tifaq be.”

‘HIKÛMET WÊ NEKARE PÊŞÎ LI DESTWERDANÊN ÎRANÊ BIGRE’

Di berdewama axaftina xwe de Osman, bal kişand li ser destwerdanên Îranê ya li ser Iraqê û wiha dom kir: “Ez ne bawerim ku hikûmeta pêşerojê ya Iraqê bikaribe destwerdanên Îranê yên li ser Iraqê bide sekinandin, ji ber ku li Iraqê hêzeke zêde yê milîs heye û piraniya wan jî girêdayî Îranê ne. Heya ku ew hêzane hebin wê destê Îranê di nava Iraqê de jî hebe, bê guman wê destwerdana Emerîkayê jî tim hebe.”

‘DIVÊ HIKÛMETA NÛ RÊ NEDE KU TIRKIYE AXA IRAQÊ BINPÊ BIKE’

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman diyar kir ku divê hikûmeta were avakirin rê nede destwerdanên Tirkiyeyê û bi van gotinan axaftina xwe dawî kir: “Tirkiye destwerdan û destdirêjiyeke zêde li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Bê guman Tirkiye bi piştevaniya Emerîkayê sînoran derbas dike. Ji ber vê yekê ev xalekî gelek girîng e ku hikûmeta were avakirin hesabê vê yekê bike. Divê hikûmeta pêşerojê ya Iraqê rê nede Tirkiye ku destwerdanên wê berdewam bike.  Ji ber ku hemû wan destdirêjiyane li dijî serbixwetiya Iraqê ne.”