Orhan û Dede: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, em qebûl nakin

Greva birçîbûnê ya li Wanê ku ji bo piştgiriya Leyla Guven dest pê kiriye, di roja 3'emîn de ye. Parlamenterên HDP'ê Mûazzez Orhan û Saît Dede yên di grevê de ne, bang li raya giştî kirin ku di mijara tecrîdê de hesas be.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdorveger û bêdawî de ye. Li Wanê jî, ji bo piştgiriya bi Guven re, wekîlên HDP'yî Saît Dede, Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç di greva birçîbûnê de ne.

Parlamenterê Colemêrgê Saît Dede û Parlamentera Wanê Mûazzez Orhan ji ANF'ê re axivîn û bang li raya giştî kirin ku li dijî tecrîdê bi berpirsyarî tevbigere.

ORHAN: NERAZÎBÛNA GELÊ ME YA LI DIJÎ TECRÎDÊ ZÊDE DIBE

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan diyar kir, tecrîda ku demeke dirêj e dewam dike sûcê li dijî mirovahiyê ye û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven jî bi greva birçîbûnê balê dikişîne ser vî sûcî. Orhan anî ziman ku daxwazên Guven daxwazên mafdar in û got, "Leyla Guven mafdar e. Ji bo pêkhatina aştiyê, şert e ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd biqede. Tecrîdkirina Birêz Ocalan di heman demê de tecrîdkirina hemû gelan e. Çalakiyên ku ji bo piştgiriya Birêz Guven dest pê kirine, heta rakirina tecrîdê wê bidomin. Eleqeya gelê me ya ji bo çalakiyê, nerazîbûna gel a li dijî polîtîkayên tecrîdê ye."

DEDE: LEYLA GUVEN LI NAVA ÇAR DÎWARAN BÛ DENGÊ GELÊ ME

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede jî diyar kir ku Leyla Guven li nava çar dîwaran bûye dengê gelê Kurd û got, "Ji bo qedandina tecrîdkirina Birêz Ocalan, Guven bûye pêşeng ji me re. Çalakiyên me yên ji bo rakirina tecrîdê wê bidomin. Em tecrîdê teqez qebûl nakin. Li Tirkiyeyê tehemûl ji dengekî cuda re nayê kirin. Ev jî tê vê wateyê; heta ku tecrîd neyê şikandin wê faşîzm bidome."