Operasyonên qirkirina siyasî 9 sal in bênavber dewam dikin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku xwe dispêre dijminatiya li Kurdan, bi operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP û DBP'ê dest bi karê xwe yê ji bo hilbijartinên herêmî kir. Di pênc rojên dawî de li 20 bajaran zêdeyî 300 kes hatin destgîrkirin.

Piştî ku DTP'ê di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2009'an de bi serketineke dîrokî 100 şaredarî bi dest xist, dewleta Tirk 10'ê Kanûnê bi navê "Operasyonên li dijî KCK'ê" dest bi operasyonên qirkirina siyasî kir. Ev operasyonên qirkirina siyasî ku ji bo tasfiyekirina destketiyên legal ên 30 salan ên Kurdan tên kirin, 9 sal in didomin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di kampa partiya xwe de stratejiya xwe ya ji bo hilbijartinên herêmî diyar kir û careke din gef li Kurdan û siyaseta Kurd xwar. Bi vê fermana Erdogan re roja Înê operasyonên qirkirina siyasî zêde bûn. Siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, karker, gund, akademîsyen, aktîvîstên civaka sivîl jî di nav de zêdeyî 300 kes hatin destgîrkirin.

SALA 2009'AN DEST PÊ KIR

Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2009'an de 100 şaredarî bi dest xist û pêvajoyeke nû dest pê kir. Du hefte piştî hilbijartinan, PKK'ê bi rengekî yek alî agirbest ragihand. Hîn 24 saet di ser vê daxuyaniyê re derbas nebû, li dijî siyaseta Kurd operasyonên destgîrkirinê yên girseyî dest pê kirin.

Di pêla destpêkê ya operasyonên qirkirina siyasî de, alîkarên Serokê Giştî yê DTP'ê jî di nav de 72 kes hatin destgîrkirin. 52 ji wan hatin girtin. DTP di Kanûna 2009'an de hate girtin. Operasyonên qirkirina siyasî jî dewam kirin.

Di heman demê de di nabera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyalog hebû. Ji aliyekî ve hevdîtin dihatin kirin, li aliyê din jî bi rengekî bê navber operasyon pêk dihatin.

Hevdîtinên navbera dewletê û KCK-Ocalan de heta hilbijartinên giştî yên Hezîrana 2011'an dewam kir. Heyeta dewletê piştî hilbijartinê dest ji hevdîtinê berda. AKP ku di hilbijartinê de bi ser ket, dest ji hevdîtinên li Osloyê berda. Tecrîdkirina Ocalan jî bi vî rengî hate şidandin. Li parêzeran hate qedexekirin ku biçin Îmraliyê û muwekîlê xwe bibînin.

Operasyonên rejîma Enqereyê yên li dijî Kurdan û têkçûna hevdîtinên li Osloyê bûn sedem ku rewşa aloz giran bibe. Di operasyonên hevdemî de bi hezaran kes danê sibehê hatin girtin û li girtîgehan hatin bicihkirin.

Piştî ku DTP hate girtin, Partiya Aştî û Demokratîk (BDP) ava bû. Di operasyonên 4'ê Cotmehê, 23'ê Mijdarê û 8'ê Kanûna 2011'an de rêveberên BDP'ê û akademîsyen jî di nav de bi sedan kes hatin destgîrkirin.

Di 20'ê Kanûna heman salê de vê carê rojnamevanên Kurd bûn hedef. Di nava rojekê de 46 rojnamevan û nûçegihan hatin destgîrkirin. Piraniya wan hatin girtin.

Hejmara mirovên ku ji ber van operasyonên qirkirina siyasî hatin destgîrkirin û girtin, roj bi roj zêde bû. Hevşaredar, wekîl, rojnamevan, sendîkavan, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, xwendekar û zarok li girtîgehan dihatin bicihkirin.

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, di navbera salên 2009-2011'an de 27 hezar û 503 kes bi hincetên siyasî hatin destgîrkirin, 6 hezar û 444 ji wan hatin girtin. Zêdeyî 12 hezar û 600 kes di nava sala 2011'an de hatin destgîrkirin. Rêxistinên mafên mirovan sala 2011'an weke 'sala mayîndekirina dewleta polîsan' bi nav kirin.

Hilbijartinên giştî yên 12'ê Hezîranê di nava agirbestê de pêk hatin û Erdogan di hilbijartinê de bi ser ket. Ji ber êrîşên rejîma AKP'ê, agirbest piştî hilbijartinê qediya. Şerê destpêkê yê herî dijwar roja 14'ê Tîrmehê rû da. Li bejahiya Farqînê li dijî gerîlayên ku di pozîsyona agirbestê de bûn operasyona leşkerî hate kirin û 13 gerîla şehîd bûn. Li nava bajaran jî li dijî Kurdan û mûxalîfan operasyonên girtinê dihatin meşandin. Bi navê "Senaryoya Tmaîlan" li dijî gerîla operasyonên tinekirinê dest pê kirin. Hikumeta Tirk hesabê wê yekê dikir ku di zivistana 2011-2012'an de gerîla biqedîne.

Şeva 28'ê Kanûna 2011'an balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê barandin û piraniya wan zarok 34 kes kuştin. Êrîşên li dijî sivîlan, siyasetmedar û gerîla bê navber dewam kir. Hêzên gerîla di bihara 2012'an de li dijî kampanya êrîşê û operasyonên tasfiyekirinê dest bi yek ji pêngavên herî berfireh ên 30 salên dawî kirin. Ev bersiva tund a gerîla heta banga dîrokî ya Ocalan dewam kir ku Ocalan Adara 2013'an bang kir.

PIŞTÎ SALA 2015'AN ZÊDE BÛ

Operasyonên qirkirina siyasî ku piştî sala 2013'an sist bûn, bi biryara şer a sala 2014'an a dewlet Tirk re ku 22'ê Tîrmeha 2015'an kete meriyetê, weke pêla terora dewletê dewam kir. Sala 2015'an 13 hezar, sala 2016'an 16 hezar kes hatin destgîrkirin. Ev rewş bi awayekî bê navber dewam dike.

HELWESTA HDP'Ê

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li civîna koma partiya xwe ya meclîsê axivî û bi bîr xist ku ji bo hilbijartinên herêmî 6 meh mane. Temellî got, "Operasyonên destgîrkirinê yên dawî, karê AKP'ê yê ji bo hilbijartinê ye. Em ji 24'ê Hezîranê baş zanin bê ji bo hilbijartinê çawa dixebitin. Destgîrkirin, êrîş, kuştin, qeymeqam, walî, fermandarên jendermeyan hemû ji bo kampanya AKP'ê ne. Ji niha ve dest bi karê ji bo hilbijartinên herêmî kirin."

Temellî destnîşan kir ku wê ti carî serê xwe netewînin, ji rêya xwe venegerin û got, "Mîna dema bihurî, em ê niha jî xwedî li îradeya xwe ya siyasî, bajarên xwe, paşeroj û azadiya xwe derkevin. Çawa ku me ew bend di 7'ê Hezîranê, 1'ê Mijdarê û 24'ê Hezîranê de hilweşand, di hilbijartinên herêmî de jî em ê bi serê qeyûman ve birûxînin."