Li Licê operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk dewam dikin

Operasyona ku 9'ê Çileyê li bejahiya Licê dest pê kir, dewam dike. Li gundên derdora qada operasyonê 35 kes hatin destgîrkirin.

Operasyona artêşa Tirk ku 9'ê Çileyê li bejahiya gundên Cinezur, Derxust, Hiseynik û Mişrefê yên li navçeya Licê ya Amedê dest pê kir, dewam dike.

Ji kesên ku li gundê derdora qada operasyonê hatin destgîrkirin 8 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.

Doh serê sibehê di serdegirtina gundên Cinezur, Derxust, Hiseynik û Mişrefê de herî kêm 35 kes hatibûn destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Qereqola Jendermeyan a Navçeya Licê.

DERIYÊ MALAN ŞIKANDIN

Yekîneyên leşkerî li gundikên ku avêtin ser wan, deriyê malên vala şikandin û lêgerîn kirin.

Artêşa Tirk a dagirker îro jî ragihand ku wan li bejahiya Licê dest bi operasyona "Eren-2 Lice" kirine.