Omer Ocalan: AKP’ê Dîlok kiriye navenda DAÎŞ’ê!

Polîsan rê neda ku HDP’î êrîşên qirkirina siyasî li Dîlokê protesto bikin. Parlementerê HDP’ê  Omer Ocalan anî ziman ku AKP’ê Dîlok kiriye navenda DAÎŞ’ê.

Di operasyonên qirkirina siyasî de 52 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) hatin destgîrkirin. Rêveberên partiyan xwestin li Parka Yeşîlsû destgîrkirina protesto bikin.

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî di nav de endamên partiye ji pêşiya avahiya xwe ber bi parkê ve dest bi meşê kirin. Piştî demekê polîsan rê li HDP’iyan girtin. Piştre gelek polîsên hêzên çewîk teqwiyeyî herêmê hatin kirin.

Omer Ocalan ê li avahiya HDP’ê axivî got: “Ev tevgera çewistandin û zextê ya li dijî gelê Kurd e. Ji aliyê DAÎŞ’ê ve bi dehan mirovên me hatin qetilkirin. We çi kir? Ev bajar bûye navenda hucreyên DAÎŞ’ê.”

Doprêça polîsan a li derdorî avahiya partiyê didome.