OHP’ê ji bo Heskîfê gilî kir

OHP’ê ji bo Heskîfê li Serdozgeriya Komarê ya Elihê gilî kir.

Platforma Hiquqnasên Azadîparêz (OHP), li dijî xerakirin û talankirina Heskifê li Dozgeriya Komarê ya Êlihê gilî kirin û xwestin bi lezgînî tevdî werin  girtin.

Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP), têkildarî xerakirin û talankirina Heskîfê ji bo berpirsiyar werin darizandin û cezakirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dan û gilî kirin. Platformê di daxwaznameya serlêdana sûc de diyar kirin ku Heskif qada sîtê ye û mîrateyên wê nayên veguhestin û guhertin.

Parêzeran di daxwaznameyê de anîn zimên ku li gorî hêjmara 2863'an a Qanûna Parastina Berhemên Suriştî û Çandî ya xala 65'an û li gorî xalên TCK’ê zerardayîna van berheman sûc e. Parêzeran anî ziman ku parastin û pêşxistina warê dîrokî û çandî Heskifê li gorî peymana Qanûna Bingehin û peymanên Navneteweyî divê bê parastin û ji ber vê yekê divê bêtir nirxên çand û dîroka Heskifê neyên wêrankirin û talankirin.

Parêzeran xwest kesên ku bi dînamîtan Heskif hilweşandine bên darizandin û cezakirin.