OHD: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye

OHD'ê li gelek bajaran li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û bal kişand ser berxwedana li zindanan.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî greva birçîbûnê ya li zindanan, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan li Amed, Mersîn, Stenbol, Enqere, Wan û gelek bajaran daxuyanî da.

AMED: Şaxê Amedê yê OHD'ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokê OHD'ê yê Amedê Mûharrem Şahîn daxuyanî da û diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan bi şewbê re gelekî zêde bûye û girtÎgeh bûne navenda binpêkirina mafên mirovan. Şahîn bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya li 107 girtîgehan dest pê kir di roja 146'an de ye û hişyarî da ku eger desthilatdarî daxwazên girtiyan bi cih nîne wê encamên neyînî rû bidin û ji vê yekê jî wê desthilatdarî berpirsyar be. Şahîn got, "Daxwazeke bi tenê ya girtiyên di greva birçîbûnê de ne heye. Ew jî; bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e." Şahîn diyar kir ku mirov li girtîgehê jî bin divê mafên wan ên bingehîn û pêwîstiyên wan bên peydakirin, ji wan re bê dayin. Di dawiya daxuyaniyê de bang li rayedaran û raya giştî hate kirin ku di mijara parastina mafê jiyanê yê girtiyan de hişyar bin û bi cih bînin.

STENBOL: Li Stenbolê civîna çapemeniyê bi beşdariya gelek parêzeran pêk hat. Pankarta bi nivîsa "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" hate daliqandin û Hevseroka OHD a Stenbolê Arzû Eylem Kayaoglû daxuyanî da. Kayaoglû bi bîr xist ku grevên birçîbûnê ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û rakirina tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye û di roja 146'an de ye. Kauyaoglû anî ziman ku daxwazên girtiyan ew e ku dewlet li gorî peymanên navneteweyî, destûra bingehîn û qanûnan tevbigere û got, "Armanca wan ew e ku mafên xwezayî bi rengekî wekhev bi cih bê anîn. Ji bicihanîna vê jî dewlet û saziyên pêwendîdar ên dewletê berpirsyar in." Kayaoglû anî ziman ku di serî de tecrîd, hemû kiryarên ne qanûnî yên li girtîgehan divê ji aliyê Wezareta Edaletê ve bên bidawîkirin.

ENQERE: Şaxê Enqereyê yê OHD'ê jî têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan civîneke çapemeniyê li dar xist. Rêvebera koemleyê Arzû Kûrt daxuyanî da û diyar kir ku bi guhertina qanûna înfaza cza ya bi hejmara 7242'an re binpêkirina li girtîgehan zêde bûye. Arzû Kûrt destnîşan kir ku divê Wezareta Edaletê tavilê dawî li van kiryarên neqanûnî bîne.

MERSÎN: Civîna çapemeniyê ya li Mersînê jî bi beşdariya gelek parêzeran û hevseroka HDP'ê ya Mersînê Gulbahar Şofer û reveberên bajêr pêk hat. Parêzera OHD'ê Fîgen Alp axivî û greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi bîr xist. Alp anı ziman ku bi bahaneya Covîd-19 binpêkirinên li girtîgehan zêde bûne û têkildarî van binpêkirina rapor hatine amadekirin. Alp xwest, beriya ku jiyana çalakgerên greva birçîbûnê bikeve metirsiyê daxwazên wan bi cih bên anîn, naxwe wê desthilatdariya siyasî ji encamên neyînî berpirsyar be.

RIHA: Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Rihayê ya OHD'ê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya 146 roj in dewam dike li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Serokê OHD'ê yê Rihayê Alî Aslan destnîşan bang li Wezareta Edaletê û saziyên pêwendîdar kir ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê û got, "Ji bo bersiv ji daxwazên girtiyan re bê dayin em ê bikevein nava hewldanan."

WAN: Li Wanê jî Hevserokê OHD'ê yê Bajêr Medenî Gur daxuyanî da û bi bîr xist ku bi şewbê re şert û mercên girtîgehê girantir bûye. Gur diyar kir ku pirsgirêkên koxûşên qelebalix, lêgerînên kêfî û pirsgirêkên girtiyên nexweş dewam dikin û xwest ku ev pirsgirêk bên çareserkirin.