OGÎ: Banga me ne li hikumetê ye, li çapemeniyê ye

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (OGÎ) işaret bi êrîşên hikumeta Tirk ên li ser çapemeniyê kir û bang li rojnamevanan kir ku kevneşopiya çapemeniya azad xurt bikin.

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (OGÎ) bi wesîleya Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ji aliyê Elîf Alkan ve hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku halê hazir çapemenî ne azad e û hate bibîrxistin ku li gorî rapora Rojnamevanên Sînornenas, Tirkiye ji aliyê çapemeniya azad ve li gorî par bi 2 pûanan kêm kiriye û di nava 180 welatî de bûye welatê 157'emîn.

WELAT KIR ZINDAN, XWE JÎ KIR GARDIYAN'

Alkan diyar kir, meha bihurî 170 rojnamevan girtî bûn, lê belê ev hejmar niha bûye 190 û got, "Rojnamevan êdî tiştekî ji hikumetê hêvî nakin. Her kes hemfikir e ku hikumeta AKP'ê Tirkiye kiriye zindana herî mezin a dinyayê û xwe jî kiriye gardiyanê li ber deriyê wê girtîgehê."

BANG LI ÇAPEMENIYÊ HATE KIRIN

OGÎ bang li rojnamevan, nûnerên saziyên çapemenî û weşanê kir: "Baweriya xwe ya bi azadiya çapemeniyê û kevneşopiya çapemeniya azad kêm nekin. Wê xurtir bikin. Her ku baweriya we ya bi azadiya çapemeniyê û kevneşopiya çapemeniya azad xurt bû, rojnamevan wê dîwarê zindana herî mezin a cîhanê hilweşînin. Mejiyê 'dewleta gardiyan' a li ber deriyê wê zindanê jî wê têk biçe. Hevalên me yên girtî wê hingî azad bibin."

VÊ MEHÊ ÇI BÛ?

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad li ser bûyerên ku meha dawî qewimîn ev agahî da:

- 190 rojnamevan li zindanê ne

- 17 rojnamevan hatin destgîrkirin

- 33 rojnamevan hatin girtin

- Li 2 rojnamevanan doz hate vekirin

- 50 rojnamevan hatin darizandin

- Li 29 rojnamevanan bi giştî 144 sal, 2 meh û 29 roj cezayê girtîgehê hate birîn. 3 hezar TL cezayê pere li wan hate birîn."