Ocalan: Tecrîda Îmraliyê li dijî destûra bingehîn e

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê wateya ku dewlet hurmetê nîşanî destûra xwe ya bingehîn jî nade.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî heşt salan cara pêşîn di 2’ê Gulanê  de û di herî dawîn jî di 7’ê Tebaxê de bi parêzerên xwe re civiyabû. Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan tecrîd ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku ev tişt tê wateya li Tirkiyeyê hiqûq nemaye.

Ocalan got ku “Dema ku mesele rêzdar Ocalan be, qanûn tên guherandin û nayên pêk anîn. Dewlet carinan bi tecrîdê û carinan jî bi hincetên pûç vî mafê bingehîn asteng dike.”

Ocalan bal kişand ser vî tiştî ku ew ji dewletê ne li benda litûfê ne û lê divê destûra bingehîn a darbeyê ya 1982’an were pêkanîn.

‘BI TECRÎDÊ RE DIXWAZIN TÊKILIYA OCALAN A BI GEL RE QUT BIKIN’

Ocalan diyar kir ku nabe li gorî kesan hiqûqeke taybet were kirin û got ku “Rêzdar Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Ew nûnerek e.  Bi vê tecrîdê dixwazin têkiliyên vê temsîliyetê were qutkirin. Tê zanîn ku ew pêşiya gelê Kurd û bi giştî pêşiya siyasetê vedike. Rêzdar Ocalan li Rojhilata Navîn û li her çar parçeyên Kurdistanê qîmeteke wî heye. Dewlet bi tecrîdê re dixwaze têkiliya Ocalan a bi Kurdan re qut bike.”

‘DEWLET QÎMETÊ NÎŞANÎ DESTÛRA XWE YA BINGEHÎN NADE’

Ocalan diyar kir ku bi grevên birçîbûnê tecrîd hatibû şikandin û got ku “Tecrîda li Îmraliyê tê wateya ku dewlet tengijiye. Dewleta hurmetê nîşanî qanûnên xwe jî nade. Çend meh berê Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul gotibû ku ‘Çi astengî li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re tune’ lê a niha tê dîtin ku wan zagonên xwe jî bin pê kirine.”

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî diyar kir ku êrîşa li dijî Rojava di 9’ê Cotmehê de di salvegera komploya navneteweyî de hatiye kirin û ew ne tiştekî bi tesadufî ye û divê wisa were nirxandin.”

‘ÎRADEYA 6 MILYON KESAN JI NAV AGIR HATIYE DERXISTIN’

Ocalan qala desteserkirina 20 şaredariyên HDP’ê jî kir û got ku “Bi qeyyûman re wê siyaseta Kurdan neyê neyê tasfiyekirin. Ev êdî meseleya îrade û baweriyê ye. HDP’ê 6 milyon deng stend. Ev 6 milyon deng îradeyeke wisa ye ku ji nav agirê îradeyê hatiye derxistin.  Em hêza xwe ji gel digirin. Divê em vê têkoşînê li her kolanê ava bikin.”