Ocalan qala Îmraliyê dike - XX

“Pêvajoya bi gavavêtina min a Ewrûpayê dest pê kir û heta bi Îmraliyê dewam kir bi hevkariya DYE-YE’yê pêk hat. Min weke şexs ti carî ji vê guman nekir.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike.

Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘ŞARISTANÎ-Serdema Qralên Piştperdeyê û Xwedayên Bi Maske-’ qala pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê dike. Em beşa 20'an bi we re parve dikin:

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê DMME der barê min de ‘biryara ji nû ve dadgehkirinê’ da. Ji lewra ez hewl didim der barê vê pêvajoyê de parêznameya xwe ya bingehîn amade bikim. Ev sêyemîn beşa mezin a vê parêznameyê dewama du beşên berî vê ne, û temamkera wan e. Bi herdu beşên destpêkê armanca min ew bû ez bi giştî têgîna desthilatdarî û modernîteya kapîtalîst zelal bikim. Min têgîna desthilatdariyê weke ‘amûrên zorê’ yên li ser keda mirov xwe datînin û bi xwe ji bo derfet û îmkanên berhem û nirxê zêde vedizin hatine avakirin, terîf kiribû. Amûrên desthilatdariyê yên pirrcure û berfireh hatine avakirin, di tehlîla dawî de weke nîzamên zordestiyê yên xwe li ser keda mirov ava kirine, hatine terîfkirin.

MIN ANÎNE POZÎSYONA ‘KESÊ KU NAYÊ DADGEHKIRIN’

‘Serdema modernîteyê ya weke ‘sîstema kapîtalîst’ bûye têgîn civak bi şêweyê herî pêşketî yê van mekanîzmeyan re rû bi rû hiştiye. Sîstema kapîtalîst a di şert û mercên îro de weke globalbûnê jî tê binavkirin di nava modela me de ku em dixwazin pêşde bibin qonaxeke xweser a sîstema demokrasiyê yan jî desthilatdariya dinyayê ya giştî pêk tîne.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê bi wesfê yê sazîbûnê weke meqamekî di ser netewan re bi tenê mafê serlêdanê weke ferd dide welatiyan. Di vê rewşê de dikare were pirsîn çi têkilî di navbera vê saziyê û parêznameyeke bi vî rengî ya kesê bi navê Abdullah Ocalan pêşkêşkirî de heye. Têkilî heye hem jî bi awayekî gelekî balkêş heye. Ji vê jî girîngtir, sîstema şaristaniyê ya navendbûna Ewrûpayê esas digire heta neyê analîzkirin, sîstema huqûq, siyaset û îdeolojiyê ya weke ‘hêza nerm’ a Ewrûpayê tê binavkirin ji hev nayê derxistin; ev ‘hêza nerm’ kengî sîstema şaristaniya navend Ewrûpa were analîzkirin, mirov ê karibe bi awayekî hosteyane were şîrovekirin.

Di heman demê de divê timî li ber çav were girtin ku sîstema şaristaniya Ewrûpayê ji hemû zemanên dinyayê bi awayekî bi tesîrtir dibe ‘sîstemeke şaristaniya dinyayê.’ Ev şaristanî, yek ji hêmanên wê yê bingehîn ew e, xwedî wê xisletê ye, dikare welatîbûna ferdî pêk bîne. Di ti dema dîrokê de ferd, ferdparêzî û welatîbûnê evçend di nava civakê de bi mane nebibû. Em bi rastiya serdemeke (modernîteya kapîtalîst) welê re rû bi rû ne ku ti carî bi pîvanên evqasî herî zêde civak di nava ferd û ferd jî di nava ‘civaka sembolîk’ de nehatine helandin.

Nasnameya min jî weke welatiyê KT’ê (Komara Tirkiyê) hatiye çêkirin û avakirin ango endamê Komara Tirkiyê. Bi ‘gumankariya xwe ya mezin’ min ji vê nasnameyê şik bir û bi vê re ketim pêvajoyekê rizgarbûn jê gelekî zehmet (lê ne bêîmkan). Ya rastî, gumankariya min a mezin ez bi dadgehkirina herî giran a dîrokê û sîstema wê ya cezakirinê re anîm beramberî hev û ev rastiyeke nayê înkarkirin. Ev rastî jî ya serdemê ye ku behsa wê dikim. KT’yê Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê îmze kiriye, lê tevî vê yekê biryara ‘jinûve dadgehkirinê’ ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê qebûl nekir û Konseya Ewrûpayê jî guh da wê û li ser vê yekê dosya li DMME’yê vegerand. Ev bi temamî sosret û binpêkirineke huqûqî bû.

Dema ku biryar li DMME’yê hat vegerandin, gelek welatên piçûk li xwe mikur hatin ku bi zora DYE’yê helwesteke bi vî rengî nîşan dane. Bi vî awayî binpêkirineke bi tezên ‘hêza nerm’ re nakok eşkere li naverastê bû. Ji lewra bi temamî deha sal in ku min xistin rewşa ‘kesê nikare dadgeh bibe’. Ez li Girtîxaneya Îmralî ya Bûrsayê ku zindaneke hucreyî ya yek kesî ye, (girtîxaneyeke giravê ya li Derya Marmarayê ye. Girtiyên navdar û cezayên wan giran bi awayekî rêûresmê li vir ji mirinê re diterikandin) hê jî rewşa xwe ya weke kesekî ‘nikare adil dadgeh bibe’ dewam dikim.

Pêvajoya bi gavavêtina min a Ewrûpayê dest pê kir û heta bi Îmraliyê dewam kir bi hevkariya DYE-YE’yê pêk hat. Min weke şexs ti carî ji vê guman nekir.

DI NAV VÎ KARÎ DE ÇI BAZARÎ HEBÛN?

Di vê de rola dan KT’ê jî gardiyantî bû. Min ji vê jî ti car guman nekir. Tevî ku rastiya eşkere ev bû, çima rêyên evçend bi çiv û fitlok têne ceribandin? Dibe ku hinek vî hukmê min giran bibînin. Eger ez bi tenê bûyerekê bi bîr bixim bawer dikim ku ez ê karibim têra xwe îqna bikim. Di 2’yê Sibata 1999’an de bi fermana taybet a NATO’yê balafirgehên Ewrûpayê hemû li balafira ez tê de bûm hatin girtin. Rojnameyên wê demê jî têra xwe ji vê re cih veqetandibûn. Jixwe revandina min a ji Kenyayê û li wir di bin kontroleke ji rêzê de ragirtin û radestkirina min a Tirkiyê ji aliyê nûnerê Serokê DYE’yê Bill Clinton, General Galtierî ve bi awayekî fermî hat îlankirin. Ev bi xwe jî rewşê têra xwe rave dike.

Jixwe xiyanetên dûrî aqilan ên miqamên Yewnanistanê ji wan xusûsan e ku hewce nake mirov qal bike. Nexasim jî di serî de wezîfedarên Wezareta Karên Derve, Îstîxbarata Neteweyî û Sefaretê, fermandarê eskerî Kalenderîdîs û Serokwezîr Simitis bi xwe.

Madem di çarçoveya huqûqa ferdî de heqê min heye ez ji huqûqa Ewrûpayê sûd werbigirim; wê demê çima serî li van rê û rêbazên bi hîle, tarî û bi dizî dan? Di nava vê dekûdolabê de bazarên bi çi awayî hebûn? Kî di berdêla çi de xistin bazarê? Di dîroka desthilatdariyê ya Ewrûpa û DYE’yê de ji şerên mêtinkariyê yên xeternak heta bi şewitandina cadûyan, ji şerên mezheban heta bi şerên neteweyan, ji pevçûnên çînî heta bi pêvajoyên têkoşînên îdeolojîk di nava tabloyên herî bi xwîn ên dîrokê de serhatiya min belkî jî mîna dilopeke di nava okyanûsê de be, lê dîsa jî girîng e û divê bê eşkerekirin.

GELÊ MIN TÊKILIYA DOZA MIN Û TRAJEDIYA XWE YA DÎROKÎ BAŞ FÊM KIR

Ez berê pêşî divê diyar bikim ku ez têgihiştina ferd ji nasnameya wî ya civakî dişo red dikim. Mafê ‘serlêdana ferdî’ yê bi israr tê ferzkirin ti car xwedî wê maneya tê gotin nîne. Ji ber ku tesewirkirina ferdê ji nasnameya xwe ya civakî hatiye şuştin û muceredkirin, dereweke fermî ya epîstemolojiya navend Ewrûpayayê ye ku xwe gelekî ‘ehlê zanistê’ dihesibîne. Ev tev li aliyekî, jixwe yên di guhê gê de jî bihîstine û pê hesiyane, ez li ser navê Kurdan ku di rewşa gelekî her trajîk ê dinyayê de ye, têm dadgehkirin.

Ev rastiyên min bi pirr bi kurtî anîn ziman jî der barê naveroka doza min de fikreke têr didin. Eşkere ye ku wê nikaribin min bixin rewşa kesê kujerê wî nediyar. Hêza sîstema şaristaniya navendî (di pêşengiya desthilatdariya hegemonîk a DYE û YE’yê de) çi dibe bila bibe, di binê doz, girtin û dadgehkirina min de bi awayekî nabe were redkirin bi tevahî hêzên sîstemî bi roleke çalak radibin û ev yek rastiyeke înkara wê nabe. Jixwe di vê pêvajoyê de li dijî vê dekûdolaba mezin gelê min bi tevahî misêwa rabû ser piyan. Protesto kir, bi sedan şehîd da, bi hezaran jî hatin girtin. Gelê min pirr baş li têkiliya di navbera doza min û trajediya xwe ya dîrokî de serwext bû û fêhmkir ku bi xwedîderketina li vê dozê wê karibe vê trajediyê xira bike û pêre rizgar bibe.

Wezîfeya bi şeref a eşkerekirina vê rastiyê jî ji min re ma, ango para min ket. Di tevahiya dîroka sîstema şaristaniya navendî ya herî kêm pênc hezar salî de belkî jî li mêtinkarî û zilma herî mezin gelê me rast hat. Ev rastiya gelê me şêweyê civakî yê nasnameya min diyar kiriye. Ez heta ji hemû aliyan ve vê nasnameyê ji hev dernexim, eşkere ye ku ez ê nikaribim mijara doza xwe rohnî bikim. Ez ê parêznameya xwe di vê çarçoveyê de bigirim dest û krîterên wê yên bêyî wan nabin di van rastiyan de veşartî ne. Ez gotineke xwe ya gelek caran dubare dikim divê dîsa bînim ziman: “Kêliyên welê hene, dîrok d şexsekî de, şexsiyet jî di dîrokekê de veşartî ye.” Pirr bi êş û jan be jî kes nikare înkar bike ku rûmeta vê şexsiyetê qismî parve dikim.

YA KU BIKEVE PARA QEDERÊ TÊKÇÛN E

Cudahiya min di vir de ye; ez ji bûyîna ‘qurbanê çarenûsê’ yê vê dîroka trajîk wêdetir, ji ber ku dixwazim tê de rol bigirim, ez pirr baş dizanim ku ev dekûdolab li serê min têne gerandin. Ji ber vê yekê, min slogana vê doza xwe weke “Azadiyê Biserkeve” destnîşan kir.

Di dekûdolabên trajîk de timî encama çarenûsî xwe dubare dike. Xirakirina vê çarenûsê bi awayekî ku bi kêra azadiyê bê, wê bihêle ku mirov karibe xwe li her êş û janê ragire. Doza min û hevalên min ên dozê, em vê carê di nava lîstikekê de ku navê wê rastî bi xwe cih digirin, lê vê carê di vê lîstikê de ya para çarenûsê bikeve têkçûn e.

Ji ber van sedeman, bawer dikim ku tê fêhmkirin ku çima min navê Sosyolojiya Azadiyê li vî beşê parêznameya xwe kiriye. Her gaveke ji bo azadiyê bê avêtin, bi tenê dikare ceribandinek be. Ji lewra Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê binavkirineke di cih de ye.

Bêguman şaristaniya Ewrûpayê ya navenda hegemonîk e, aliyekî madalyonê temsîl dike. Ev şaristanî zêdetir amûrên desthilatdariyê yên li ser nirx û berhemên zêde avabûne îfade dike. Aliyê din jî rûyê demokratîk ê şaristaniyê ye. Fikrên bingehê vê parêznameyê pêk tînin, mîrateya şaristaniya demokratîk dikin bingehê xwe. Ji Sokrates heta bi doza min bêhejmar têkoşînên fikir û exlaq, şerên komin û gelan hene. Ez ji can û dil, bi xwesteke mezin bi mîrateya wan ve girêdayî me. Ya ez dikarim bikim ew e, mîna dilopek ji nava deryayê li vê mîrateyê zêde bikim. Beşa sereke ya çavkaniya min ev abîdeyên mirovatiyê pêk tînin. Di bingehê wan de helwestên demokratîk û hozantiya ji rêûresma Rojhilat a pênc hezar salî cih digirin û zemînê wan ê dîrokî ye. Bêyî mirov vî zemînî bifikire nikare dîroka mirovatiyê ya gerdûnî binivsîne û nikare bi awayekî manedar roja me ya îro binirxîne.

Fikra sereke ya parêznameya min ew e, ji bo meşa civakî-dîrokî di sîstema şaristaniya demokratîk de bi awayekî azad bimeşe, jiyana çavkaniya xwe hîmê rast in, ji aliyê ferdan ve hê baş û xweş were jiyîn.

Di mijara teknîka nivîsê de jî divê ez hin xusûsan diyar bikim. Wê ev yekê bihêle ku hin rewş bêne fêhmkirin û efûkirin. Di şert û mercên hucreyê de bi tenê destûr didin ku di destê te de pirtûkek, kovarek û rojnameyek hebe. Derfet û îmkanên min nebûn, ez ji çavkaniyekê pasajan û notan bigirim. Ji lewra her xusûsa min girîng dît, weke rêbaz min di bîra xwe de girt û min dawerivand kesayeta xwe. Min bi awayekî kolewarî xwe li her qedexeyê ranegirt. Min bîr û hifza xwe ya kewara agahî-zanîna gerdûnê ye herçû zelal kir û fikrên giringiya xwe ya diyarker hene kirin sereke. Bi vî awayî min bersiva qedexeyan da.

Lê kêmasî û qelsiya herî mezin a vê rêbazê ew e, ji ber ku jibîrkirin heye, seqet e. Ji ber vê sedemê, notnegirtinê bi roleke asteng û kelem a diyarker rabû. Dema min xwe amade dikir vî beşî binivsînim pênûs jî li min qedexe kirin. Lê di roja dehan a cezayê hucreyê de ev qedexe rabû û çawa ev qedexe rabû min yekser dest bi nivîsê kir. Ji ber ku her diçû dereng diket, û min soza xwe ya dayî nikarîbû pêk bianiya. Bersiva min da qedexeya li ser pênûsê ew bû, ez hê zêdetir, hûrûkûr li pêşnûmeya sereke ya parêznameyê ponijîm.

Ji vî beşî bi şûn ve du beşên din ên parêznameya min wê hebin. Di wan herdu beşan de ez ê fikrên xwe yên sereke nîşan bidim ku çawa dikarin bi awayekî berbiçav bi cih têne anîn. Ez beşên behsa wan dikim yekê jê weke ‘Demokratîzekirina Çanda Rojhilata Navîn’ û ya din jî weke ‘Li Kurdistanê Çareseriya Medeniyeta Demokratîk’ tesewir dikim. Ji bo van herdu beşan jî pêşamadekariyeke min heye. Jixwe bawer dikim ku ji bo her entelektuelek karibe wan binivîse bi herhalî hewcedarî bi demeke dirêj heye. Lê Rojhilata Navîn a dikele û li Kurdistana vediguhere dilê wê, di bin rohniya analîzên civaka dîrokî de guftûgokirina rewşa îro têra xwe mirov bi heyecan û berpirsiyar dike.

Mîna ku ya rabihurî-aniha-paşeroj e, girêkeke kor a nû ya Gordîonê pêk tîne û mirov vê kêliyê bi lêdaneke antî-Skender (Ew hêz e ku mîna Skender lê dide, lê aliyê xwe yê fizîkî kêm e, lê wexta hewce bike bi kar tîne, aliyê xwe yê maneyê diyarker e) çareser bike, ev yek dibe wezîfeya herî sereke û herî pîroz.

Wê bidome...